BI RASTIYA ŞEHİDAN RE MEŞA BER BI HEQİQETÊ

  • 2018 5 9 | Gotar

 

Meha Gûlanê di serî de ji bona tevgera me ya azadiyê û ji bona tevahî gelên berxwedêr dibe mehekî Şehîdan. Bê gûman ji bona her şoreşgerekê Şehîd dibe dil û mêjî, di heman demê de ji bona me dibin nîşaneya rê. Dema kû em li rastiya tevgera xwe temaşe dikin em dibînin ku di encamê armancên mezin de her rojên me bûne rojên Şehîda. Ev jî mezinahî û rihê fedaî ya tevgera Azadiyê bi awayekî zelal radixe ber çavan. Çawa ku di roja destpêkê de tevgera Azadiyê xwe bi vî rihî mezin kir di roja îro de jî xwe li ser vî rihî mezin dike û bi hêz dike. Ev hêza berxwedanê bi pêşengiya rihê Şehîdan îro di şoreşa Rojava de bi rengê xwe yê herî şênber didome. Ev rihe ku dibe navê fedekarî, wêrekî û serkeftinê.  

Hêja bûna jiyanê weke deryayekê, tevahî bedewiyên heyî bi xwe re diherikîne. Vê bedewiyê ji Slav û Bêrîvanan dest pê kir heta şehîdên berxwedana Serdemê berdewam dike. Ji bona ku her kesek di nava vê deryayê de bibe dilopek, pêwistiya me di nava vê heqîqetê de bi gav avêtinên mezin heye. Ev jî bi rastiya Şehîdan re bûyîna yek re pêkan dibe. Ev axa ku şahidiya gelek bedew bûnên bê dawî kiriye, hîn jî nayê zanîn ku wê bibe şahidê kîjan berxwedanên efsanewî. Her jiyanên ku tên jiyîn dibin efsaneyên ku neyên ji bîr kirin, ev efsane bi deng vedanên heqîqetê re dibin rastiyên ebedî. Tişta ku xwe di dilê hemû tekoşer û berxwedêran de bi cîh kiriye çi dibe bila bibe yek rê heye, ew jî da ku xeyalê Şehîda pêk were her demê berxwedaniye.

                                                                                               Ülkem Tekoşîn