BI RIHÊ BERXWEDANA SERDEMÊ ROJ BI ROJ TEVLÎBÛNA NAVA YPJ Ê ZÊDE DIBE

  • 2018 3 20 | Nûçe

     Di dîroka 19-03-2018 li herêma Cizîr akademiya Ş. Nejbîr dewreyek bi navê Ş. Zozan bi dawî kir. Dewre bi tevlîbûna şervanên YPJ ê yên ji pêkhateyên Kurd û Ereb bû, bi dîtina perwerdeyên idiolojîk, leşkerî û dîrokî hatibû destpêkirin.

Dawî kirina dewrê bi merasîmek leşkerî û bi amedebûna fermandar û şervanên YPJ ê hat destpêkirin, merasîm bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê dest pê bû.                   

Di merasîmê de fermandara YPJ ê Roza Efrîn dawî kirina dewerê li tevahî malbatên şehîdan û li şehîdên xeta azadiyê pîroz kir, û soza şopandina riya şehîdan û doza rastiyê da û wisa got; “Em soz didin em ê tola şehîdên ku ji bo azadiyê canê xwe feda kirine rakin, bi vê wesîleyê em ê agirê Newrozê ya ku bi dehan hevalên me canê xwe şewitandin û ew agir ê Newrozê bilind kirin û meşela azadiyê geş kirin hîn xurtir bikin û rihê Newrozê bi berxwedana serdemê re tacîdar bikin û bighînin serkeftinê.

 Piştî wê şervanan soza xwe ji bo bilind kirina xeta tekoşînê û ji bo civakek exlaqî û polotîk bê ku cûdahî bixin nava al,mezheb û netewan dan. Û bi diroşmeya Bê Serok Jiyan Nabe merasîm bi dawî bû.

Her wiha şervanên YPJ ê yên ku di dewrê de cih digirin gotin ku:" em tevlî bûne ji bo riya şehîdan dewam bikin û me di perwerdê de dîroka xwe wek jin naskir û heya dawiyê em ê şer bikin." Û bal kişendin ser êrîşên ku li Efrînê tên kirin û gotin:" em Efrîn ji Erdogan re nahêlin, ew dihizire ku yê Efrîn ji me bigre lê, em ê heya dawiyê li hember wî şer bikin, û ew ê hesaba komkujiyên ku li Efrînê pêk anîne pir giran bide. Em wek şervanên YPJ ê yên ji hemû pêkhateyan ti carî teslîmiyetê qebûl nakin û em nahêlin ti dijmin nêzî axa me bibe."

Bi vê rihê ku ji berxwedana serdemê girtine, bi coş û moralek mezin û bi girtina dîlana azadiyê şervanan dewre qedandin û her şervanek derbasî yekîneyên xwe bûn.

 

 

                                                 NAVENDA RAGIHANDINA YPJ Ê

                                                                                                              19-03-2018