BI RIHÊ SARAYAN ŞERKIRIN MISOGERIYA JIYAN AZADE

  • 2018 kenon 8 | Daxuyanî

Di şexsê jina serhildêr, tekoşînvan, şerker, berxwedêr heval Sara û herdu rêhevalên ku pêre di encama komployeke de bi awayekî hovane hatine şehîd xistin de tevahî şehîdên ku di tekoşîna şoreşa mirovahiyê û Kurdistanê de xwe gîhandine mertebeya nîrvana ye bi bîrtînin. Em soza xwe ya bilindkirina tekoşîna ji bo hemû jinan didin, nû dikin. Em dibêjin tekoşîna sara wê bibe misogeriya şoreşa pêl bi pêl di şexsê jina Kurd de dibe şoreşa hemû jinan û mirovahiyê.

Di dîroka gelê Kurd de timî ji aliyê hêzên dagirkerên Kurdistanê ve komplo hatine kirin. Ev rastî di sedsala 20’mîn de carek din di şexsê Rêberê Konfedaralizma demokratîk Rêber APO de di sala 1999’an de derket holê. Di 9 Çêleya 2013’an de jî li hemberî hersê jinên şoreşger Sara, Rojbîn û Fîdanan komployek xayînî hatin şehîd xistin. Di şoreşên gelan de gelek jinên ku ji bo mafên xwe têkoşiyane bi şêwazên herî qirêj yên xayîn ji aliyê dijminên xwe ve hatine qetilkirin. Her sê jinên şoreşger Sara, Rojbîn, Fîdan û li Bakûrê Kurdistanê di 6 çêleya 2015’an de şehîd bûna heval Sêvê, Fatme û Pakîze ne tesedûf bûn. Di heqîqeta van jinên tekoşer de, derketiye holê ku rastî û heqîqet ti caran nayên windakirin. Operesyona ku tevgera azadiyê li ser endamên Mîtê ji bo tolhildana Sara û hevalên wê daye çêkirin jî yek ji van rastî û heqîqetan e. Bi girtina van endamên Mîtê re carekdin dijminahiya Erdogan û dewleta Tirk a li hember jina Kurd raxistiye ber çavan.   

Em weke jin di merheleyekî dema Sarabûyînê de dijîn. Êrîşekî dijwar di serî de li ser Rojava û her çarperçeyên Kurdistanê eleqeder dike heye. Sekna heval Sara; ya li hemberî teslîmyetê berxwedan, li hemberî êrîşan tekoşîn, li hemberî kuştina jinan afirandina jina azad, li hemberî paşverûtî û pîvanên fewdal şerkirin fêrî me jinên Kurd kir. Heval Sara bi biryardariya xwe, bi baweriya xwe, bi heskirina xwe, bi rê û resma heqîqeta jina azad bû çavkaniya tevgera azadiya jinên Kurdistanê. Bi deh hezaran Sara îro di şopa Sara de tekoşîn dikin da ku jiyana azad biafirînin.  

Li her çar perçên Kurdistanê mîras, çand, tekoşîn û berxewedana heval Sara ya ku xwe pêre rêsandibû bi xwe re rêxistin, artêşbûn, îdeolojî û felsefa jiyaneke nû avakir. Şoreşa Bakûrê Sûrî ku di bin pêşnegtiya jinên Kurd, Ereb, neteweyên cuda û yekîneyên parastina jin YPJ’ê de pêl bi pêl mezin dibe û ji bo hemû gelan dibe modêla jiyaneke azad ya mayîndekirî, bêguman çavkanî û ilhama xwe ji sekna hevalên weke Sara, Rojbîn û Leyleyan digre. Em ê weke YPJ’ê ji bo bîranîn û bi cih anîna hêviyên Pêşenga tevgera azadiya jin Sara û tevahî şehîdan, bi bilindkirina tekoşînê bersîv bidin hêzên desthildar û kapîtalîst. Pêwîste werê zanîn ku wê hesap ji kujerên vê komkujî li darxistine werê pirsîn. Hêvî û baweriya heval sara dijiya ew bû ku hemû jin azad bibin, em car din soz didin ku em ê bibin ferdên pêkanîna van hêviyan.

Em dîsa dibêjin ku wê jin bi tekoşîna xwe hesap ji kujer û komkujiyên wisa bipirse û carekî din em di şexsê jinên tekoşînvan Sara, Rojbîn û Leyleyan de hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê û şoreşa Bakûrê Sûrî bi bîrtînin û soza xwe ya domandina rêya wan didin.

Fermandariya giştî ya YPJ