BUKA ÇİYAYÊ KURMANC
- 2018 4 15 | Gotar

Bi xemla xwe ya bedew
Heskirina xwe ya xweşik
Ji axa welatê xwe ya pîroz
Bi tekoşîn û berxwedaniya xwe ya dil gerim
Bi rukeniya xwe ya narîn
Bi fedayîbûna xwe ya nav û deng
Bi çalakiya berxwedanî yê
Bû remza hebun û parastinê
Nîşaneya jina berxwedêr
Şopdarê Arîn û şopdarê heqîqetê ye
Ew jina bedew
Ew Arîn, ew Rêvan û ew Avesta Xabur e
Keça Efrîn’ê ya delal
Tu di hembêza dayîka kedkar de roj bi roj mezin bû
Germahiya rihê welatparêzî di dilê te de kêlî bi kêlî hate hûnandin
Te bi rih û îradeya jina azad çiyayê Efrîn’ê xemiland
Bi rihê fedaî erd û ezman hêjand
Şevên tarî de tu bûyî ronahî
Û bi şewqa xwe re çiyayên Efrînê xemiland
Evîndar û afrirîner Avesta Xabur...
Rêhevala Wê Ya Dozê