Bi Dawî Kirina Dewreya Şehîd Viyan Ya Akademiya Şehîd Nejbîr

  • 2018 9 15 | Nûçe

 

Akademiya Şehîd Nejbîr ya şervanen nû dewreya xwe ya bi navê Şehîd Viyan ya ku beriya 45 rojan dest pê kiribû û 52 şervanên YPJ'ê ku ji pêkhateyên Kurd û Ereban cihê xwe te de girtin bi merasimeke leşkeri û bi soz dayina şervanan re hat bi dawi kirin.

Fermandara YPJ’ê  Leyla Waşûkanî beşdarî merasima bi dawî kirina dewreyê bu û  wiha got:" em bi dawî kirina dewreya perwerdê li tevahî hevalan, gel, Rêbertî û her wiha li tevahî jinan pîroz dikin. Dewreya me ya ku ji pêkhateyên Kurd û Ereb dest pê kiribû bi serkeftî derbas bû. Her wiha Waşûkanî bal kişand ser pêvajoya ku tê jiyîn û got:" Li pêşiya me pêvajoyek pir hesas heye, Ev pêvajo weke jin ji me pêşengtiyê dixwaze, ji ber ku şoreşa me bi jinê dest pê kir û wê bi jinê bi ser bikeve. Piştî bi dawî kirina axaftina fermandar Leyla Waşûkanî şervanan bi dirûşmeyên (BÊ SEROK JIYAN NABE, JIN JIYAN AZADÎ, ŞEHÎD NAMIRIN) merasîma dewrê bi dawî kirin.

Şervanên ku cihê xwe di dewrê de girtine hestên xwe wiha anin ziman; . Armanca me ewe ku em hemû jinan ji pergala kaptalîzmê rizgar bikin, û tola hemû şehîdên ku di oxira rastiyê de canê xwe feda kirine rakin. Wek jin emê têkoşîna xwe xurt bikin ku em bikaribin Serokatiya xwe rizgar bikin. Şervanan di dawiya axaftinên xwe de gotin ku weke şervanên YPJ’ê çi ji me were xwestin emê pêk bînin û wek jin emê xwe xurt bikin.