Bi Dehan Şervan Beşdarî YPJ'ê Bûn

  • 2018 8 10 | Nûçe

40 Şervanên yekîneyên parastina jin YPJ’ê di akedemiya şehîd Nejbîr de perwerdeya xwe ya bingehîn dibinin, bi merasîmeke leşkerî dest pê kir.

Ref bi ref şervanên jin yên ji pêkahiya Ereb û Kurd beşdarî nav yekîneyên parastina jin YPJ’ê dibin. Dewreya bi navê şehîd Arîn Hesekê hate vekirin û bi merasîmek leşkerî dest bi perwerdeya xwe kirin.  Şervanên YPJ’ê yên di akedemiya şehîd Neşbîr, dewreya bi navê şehîd Arîn Hesekê de, perwerdeya xwe ya birdozî, jiyanî û leşkerî dibînin bi moralekî mezin û xwestekek bilind dest bi perwerdeya xwe kirin.  Dewre bi beşdariya gelek fermandar û şervanên YPJ’ê hate vekirin.

Di merasîma hate lidarxistin de ji fermandarên YPJ’ê Aryen Qamişlo axivî di serî de vekirina dewreyê li şervanan pîroz kir û wiha got; “Ev perwerdeya hun bibînin wê bibe bingehek di aliyê fikirî, birdozî û leşkerî de. Wê bibe wesîle hun xwe pêşbixin û ji bo erkên demê xwe amade bikin. Ji ber hêj xeteriyê mezin li ser şoreşa Bakûrê Sûriyê hene bi taybet dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Efrînê berdewam dike. Li hemberî vê pêwîste em weke hêzên parastina jin xwe mezin bikin û bi rola parastina gelê xwe û xaka xwe rabin. Her şervanek Ereb û Kurd gava beşdar bû pêwîste bi vê zanebûnê beşdarî perwerdeyê bibe. Biryardariya şehîd Avesta ya di xeta fedaîtî de ku di berxwedana serdemê de da nîşandan wê bibe biryara me ya vê demê. Li ser vê bingehê ez ji hemû şagirtinên dewrê re ji niha de serkeftinê dixwezim.” Şervanan piştî sond xwarin govend gerandin.  

Navenda ragihandina YPJ’ê