Bi saya sekna Rêber APO komplo negîhişt encamê xwe

  • 2019 2 13 | Gotar

 Komploya ku li dijî Rêber APO hat meşandin ew komplo li dijî mirovahiyê bû. Ji ber ku Rêber APO bi fikir raman û felsefa xwe, parastina mirovahiyê dike. Hêzên ku xwe bi pergala ku li dij mirovahiyê re didin meşandin, fikrê Serok APO ji bona xwe weke xeteriyeke mezin dîtin. Ji ber vê jî komplo li ser Serok APO dan meşandin. Lê belê heta roja îro jî civaka ku fikrê Rêber APO nas dike û rast dixwîne, ji bona ku mirovahî biser bikeve têkoşîna xwe dide domandin.  Roja 15 Sibatê weke rojeke reşe. Ji ber ku di vê rojê de xwestin îrada gelan bi taybet ya jinan bişkînin. Lê di roja îro de gelek jinên ku fikrê Rêber APO nas dikin û têkoşîna xwe didin meşandin hene.  Em weke jin bi nas kirina me ya fikrê Rêber APO re me xwe û rastiya xwe nas kir. Her çiqas em niha berdêlên hevaltiya xwe ya kêm jî didin lê heta dawî jî ji bona rexnedayîna hevaltiya xwe ya kêm emê têkoşîna xwe bidin domandin. Çawa ku 15 Sibatê ji bona me roja reşe, em di wê baweriyê de ne, emê xwe bigihînin roja ku ji bona mirovahiyê bibe ronahî jî. Di dîrokê de gelek caran gelê Kurd berxwedanî kirine û serîhildane. Ev serhildanên ku ji aliyê gelê Kurd ve pêş ketin gelek caran bi îxanetên hindirîn hatin tepisandin. Di tevgera me ya Azadiyê de jî di encama hevaltiya me ya kêm û dostaniya sexte de jî Rêbertiya me niha di nava esaretê de ye. Ev esareta li ser Serok şikandin wek şervanên Rêber APO erka me ye. Lê rastiyeke bi vî rengî jî heye ku Rêber APO bi sekin û têkoşîna xwe tevahî hewildanên dagirkeran vala derxist. Bi saya sekna Rêber APO komplo negîhişt encamê xwe.

Viyan Qoser