Bi wêneyekî dagirkeriya dewleta Tirk vedibêje

  • 2018 adar 8 | Nûçe

Şervana YPJ: Bi wêneyekî dagirkeriya  dewleta Tirk vedibêje

Şervana YPJ’ê Sema Kobanê bi wêneyekî dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Efrînê vedibêje, çêkir û wiha got; wê Efrîn bi tekoşîna şervanên xwe û gelê berxwedêr bi serbikeve.

Şervana YPJ’ê Sema Kobanê li ser berxwedana serdemê û çêkirina wêneya xwe wiha axivî; Ez dest pêkê roja 8’ê Adarê li Rêber APO, jinên cîhanê û tevahî şervan û jinên di eniya berxwedanê de cihê girtine pîroz dikim. Armanca dewleta tirk ji vê dagirkeriyê ew e pergala netewa demokratik ya ku gelan pejirandiye ji holê rakirine. Û destkeftiyên gelê me bi dest xistiye tinekirine. Wê ev êrîşên dewleta tirk dawiya wana bi xwe bîne. Wê berxwedana serdemê berxwedana gel bi serbikeve. Ev nêzî du heyîve êrîşên herî giran li ser gelê me tene kirin. Lê, ti carî ev dijminê hov wê nikaribe me tine bike. Em komkujiyên di dîrokê de li ser gelê me hatine kirin ji bîrnakin. Tenê yek kes ji me bimîne wê bersîv bide dagirkeran. Di vê sedemê de gelê Kurd bi saya fikir û felsefa Rêber APO li ser piyane. Rêber APO fizîkî ne li gel me ye lê, bi rih û fikir di dilê me de her tim dijî. Ji ber wê heta Rêber APO fizîkî azad nebe em jî ne azad in. Dibe em niha raste rast di çeperên şer de ne lê min xwest ez bi vê wêneyê berxwedana serdemê û digirkeriya dewleta tirk vebêjim. Tiştekî biçûke lê ji bo min maneyek xwe ya mezin heye. Ez ê ti carî dev ji çek û çêkirina wêneya berendim. Dawî de dibêjim heta ku dilopek xwîn di canê min de hebe ez dev ji xaka welatê xwe bernamdim û dibêjim ti carî wê xwîna şehîdên me û çeka wan li erdê nemîne.