DEWREYA ŞERVANÊN YPJ’Ê YA PERWERDEYÊ Bİ DAWÎ BÛ

  • 2018 4 11 | Nûçe

  

Akademiya şehîd sozdar ya operasyonê dewreyek ypj’ê bi navê şehîd ronahî bi dawî kir. Dewreya perwerdeya leşkerî bi 46 şervanên ypj ku 45 rojan hate dîtin bi dawî bû.

Dawî kirina dewrê bi merasîmek leşkerî hat dest pê kirin, merasîm bi deqeyek rêzgirtin cangoriyên azadiyê dest pê bû, di merasîmê de fermendara ypj leyle waşokanî, perwerde li hemû şervanên ypj pîroz kir û got : "her hevalek bi wê coş û kelecana ku ji perwerdê girtiye wê vê rewşa niha em tê de bi hemû hêza xwe biparêze û em bawerin bi fikra ku hevalan girtine serkeftinê misoger bikin".

Piştî wê şervanan soza her li ser xeta bîrdoziya azadiya jin mayîn û ji bo rizgar kirina rêber apo her tekoşîn kirin dan û bi duruşmeya bê serok jiyan nabe, jin jiyan azadî û şehîd namirin merasîm bi dawî kirin.

Şervanên ku cihê xwe di perwerdê de girtine necbîr ferhad, tekoşîn bêrîtan û kurdistan koçer dan diyar kirin ku hêza wan wek jin di vê dewrê de hate diyar kirin û gotin: "em weke hevalên jin di perwerdeyek leşkerî re derbas bûn û me hêza xwe ya leşkerî di vê dewrê de naskir û dîsa jî hêza jinê dihate mezin kirin". Her wiha diyar kirin ku perwerda leşkerî ji bo jinekê tê çi wateyê û gotin:" bi taybet ji bo hevalên jin perwerdeya leşkerî pir girîng e, hem di milê fîzîk de xwe perwerde dike, hem jî di milê naskirina sîlehan de xwe pêş dixe". Di berdewamiya axaftinên xwe de gotin:" pêwîste em wek şervanên ypj di her milî de xwe kur bikin û li ser her sîlehekî an biranşekî zanabûna me hebe ji bo wê yekê jî hatina me ya perwerdê çêbû".

Piştî wê bi hazirtiya şervanan ya stran û govedên gelêrî girtina dewreyê bi dawî kirin .

Her şervanek bi wê heyejanê li ser yekîneyên xwe belav bûn