Dewreya Şehîd Sozdar bi dawî bû

  • 2017 kanun 31 | Nûçe

Akedemiya Şehîd Jînda dewreya şehîda Sozdar ya şervanên YPJ-YPG ya ku perwerdeya xwe ya îdeolojîk û siyasî dîtin bi merasîmek leşkerî hate dawîkirin Şervanên YPJ pêşketin û nêrînên xwe yên di perwerdeyê de anîn ser ziman. Şervana YPJ ya bi navê Xemlîn Berxwedan wihat got; “Di akademiya da me perwerdên îdeolojîk, fikrî û siyasî dîtin. Jinên Ereb û Kurd tê de cihê xwe digirtin. Bi perwerdê re pêşketin, guhertin û veguhartin çê bûn. Di jiyanê de tevlîbûnekî wekhev û parvekirinê di navbera hevalên Ereb û Kurd de hebû. Bi armanca avakirina civaka netewe demokratîk me perwerdeya xwe bi serkekftî dawî kirin” Şervana YPJ ya bi eslê xwe Ereb derbarê perwerdeya dîtî de wiha axivî; “Em di perwerde de rastiya jina azad û fikrên Rêber Abdullah Ocalan yên derbarê jinê de fêr bûn. Em li ser fikir û felsefe jiyana azad û wekhev çawa tê avakirin sekinînin. Her wiha kurbûnek li ser pergala netewa demokratîk bi pêşket. Me wî perwerde da hîn bêhtir îdeolojiya xwe kur kir û li ser zihnşiyeta koledarî dahurandin çêkir. Piştî perwerde şerê me ya tekoşîna jinê li hemberî zîhniyeta 5 hezar salî berdewam bike. Ji bo hemû gelan hemû netewan ya ku herî rast û mirov bibe şopdarê wê felsefa Rêber Apo ya ji bo avakirina netewa Demokratîk e.” Şervana YPJ Sozdar Dêrîk wiha got; “Me li ser esasê Netewa Demokratîk ji bo azadiya jinê û azadiya gelên azadîxwaz perwede dît. Encama perwerde pir xurt bû. Ji bo pergala Netewa Demokratik avabikin em ê kar û xebatên xwe devam bikin. Tekoşîna xwe hîn mezintir bikin.” Şervanan bi coş û moraleke mezin dewreya xwe bi girtina govendê bi dawî kirin.