Dewreya şervanên YPJ’ê bi merasîmek leşkerî dawî bû

  • 2017 kanûn 3 | Nûçe

Şervanên YPJ’ê 02 Kanûnê 2017’an li kantona efrînê akademıya şehîd şîlan dewreya şehîd Xwînda bi merasîmek leşkerî dawî kirin. Di girtina dewreyê de gelek fermandar, şervanên ypj’ê û eniya parastina jinên şehbayê amade bûn.
Şagirtên akedemiya şehîd Şîlan dawreya şehîd Xwînda li kantona Efrînê bi beşdariya gelek şervan û fermandarên YPJ’ê, bi merasîmek leşkeri bi dawî bû. Merasîm ji bo bîranîna cangorıyên azadiyê bi deqeyek rêzgirtin destpêbû, pıştî wê fermandara YPJ’Ê SOSİN BÎRHAT axivî, Bîrhat di axaftina xwe de dawîkirina dewrê li hemû şervanan pîroz kir û salvegera şehadeta şehîd şîlan û rêhevalên wê bibîranî û got:" bi dawîkrına dewrê rastî bîranîna şehadeta heval şîlan û rêhevalên wê hat, ji ber wê erkên ku dikevin ser milên me pêwîste em di pratîkê de heya dawiyê riya şîlanan bişopînin."
Her wiha Bîrhat bal kişand ser êrîşên ku di aliyê dewleta dagirker û faşîst ya AKP’ê de li ser herêma efrînê pêk tên jî û wiha got:" êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê li ser herêma efrînê her çûye zêdetir bûye, em jî bi dawîkirina van perwerdeyan her roj xwe mezintir dikin û dibin xwedî ezmûnekî ku em bikaribin hêviyên gele xwe bi cîh bînin û li hember êrîşan tu carî em zeyîf nebûne û bi pratîk û keda şehîdan em ê serkeftınê misoger bikin." 
Fermandara YPJ’ê Sosin Bîrhat, di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku rola jinê û bandora jinan di şoreşa Bakûrê Sûrî de û di avakirina parastina pergala fedraliyê de çêbûye û wiha domand :" em jî wek ypj parizvanên gele xwe ne ji her demê zêdetir em berpirsyarin ji bo parastina sîstema fedraliyê." Û di dawiya axaftina xwe de soza gîhandina serkeftinê da. Piştî wê şervanan soza bilindkirina tekoşînê û xeta şehîdan şopanidinê dan û nasnameyên xwe wergirtin û merasîm bı duruşmeya şehîd namirin û jin jiyan azadî bi dawî bû.
Her wiha şervanên YPJ’ê nêrînên xwe parve kirin. Şervanan YPJ dilar welat û sarya çiya gotin ku:"perwerdeya ku me ji akademiya şehîd şîlan girtiye em ê têxin pratîka xwe û em ê bi hemû hêza xwe li hember êrîşên dewleta tirk a faşîst bisekinin û tu carî em nahêlin derbasî axa pîroz ya efrînê bibin, careke din soz dan ku wê li hember hemû êrîşên derve û hundir bisekinin."
Piştî wê şervanan bi girtina dîlana azadiyê, bi coş û moraleke mezin dewre bi dawî kirin. Şervanan dîplomeya xwe wergirtin û li ser yekîneyên xwe belav bûn.
Ragihandina YPJ’ê EFRÎN