Dewreya şervanên YPJ’ê ya şehîd Zîlan Heleb bi dawî bû

  • 2019 3 26 | Nûçe

Li Akademiya şehîd Hebûn Enteriyê, yekemîn dewreya şervanên YPJ’ê ya Ereb hate girtin. Dewreya bi navê Şehîd Zîlan Heleb ya birdozî û leşkerî bi merasîmeke leşkerî li herêma Eyîn Îsa bi dawî bû.

Dewreya Şehîd Zîlan Heleb ya ku ji pêkhateyên Ereb hatibû destpêkirin di roja mizgîniya tinekirina çeteyên DAIŞ’ê de dewreya xwe temam kir. Dewre bi merasîma leşkerî û sondaxwarina şervanan hate bi dawî kirin. Di merasîmê de ji Fermandarên YPJ’ê, Roj Xabûr, Newroz Agîd, Kurdistan Serêkaniyê û fermandara akademiya Şehîd Hebûn Newroz sîdar amade bûn. Di merasîmê de fermandara akademiyê Newroz Sîdar axivî, xilaskirina perwerdeyê li şervanan pîroz kir û wiha got; “Em weke jin pêwîstiya me bi zanebûn û xwe perwerdekirinê heye. Ji ber ku jin di civakê de çavkaniya hêz û pêşxistina jiyanê ye. Em li ser navê fermandariya akedemiyê di karê we de serkeftinê dixwazin.” Piştî axaftinê şervanan sondxwarin û nasnameyên xwe girtin.

Şervanên akedemiyê jî nêrînên xwe anînin ziman û gotin ev perwerde ji bo me moral û hêzekî mezin da. Ji ber ku dawîkirina perwerdeya me rastî mizgîniya têkbirina çeteyên DAIŞ’ê di warê leşkerî de hat ev jî ji bo me kêyfxweşiyek cuda da jiyan kirin.

Navenda Ragihandina YPJ