Dewreyeke Nû Ya Yekîneyên Parastina Jin Bi Navê Şehîd Ruken, Li Hesekê Bi Dawî Bû

  • 28 Çile 2017 | Nûçe

 

Duh akadimiya şehîd Şîlan li Hesekê, dewreyeke nû bi navê şehîd Ruken bi dawî kir.  Di akadimiyê de Şervanan perwerda leşkerî, fikirî û siyasî, berfereh dîtin.

Marasîm bi deqeyekê rêzgirtin  li ser rihê şehîdan hat destpêkirin. Di marasîmê de, Fermandar YPJ Ronaz Kobanê li ser girîngiya tevlîbûnê di vê merhelê de, bi taybet rol jin û girîngiya perwerdê ji bo  belavkirine zanbûna jin, da ku hêza xwe ya fikirî û fîzîkî derxîna holê, gotin kir.

Bi sozdayîn û wergirtina nasnameyan ji milê şervanan ve, marasîm bi dawî 

bû.

 

28 Çile 2017

Navenda Ragihandina YPJ