Di Govendê De Kesek

  • 2018 10 3 | Gotar

 

Ji bona her şoreşgerekê/î şoreş weke ezmûnekê ye. Şoreşa Rojava jî ji bona me tevahiyan ezmûnek bû. Kesê ku di perwerdeyê de xwêhdan birijîne di vê ezmûnê de wê serkeftî be. Lê eger berovajî vê bibe, weke ku Serokatî jî dibêje, wê xwîn birijîne. Mifteya yekemîn ya vê ezmûnê xwe ava kirine. Di ezmûnan de qûral û disiplîn ji bona me grînge. Kesên ku ezmûna xwe bi serkeftî xilas bikin wê di xeta Zîlan de bibe milîtan. Gelek milîtanên ku xwe di xeta Zîlan de gîhandin bê dawî bûnê hene.

Serê govendê bi kelecaneke mezin dikişand. Dema ku diket nava dorhêlekê bi tevahî hevalan re dikarî bide û bistîne, di heman demê de hebûn û nebûna wî di dorhêlê de dihat xuya kirin. Bi hemû hebûna xwe, xwe di oxira doza gelê xwe de dabû razandin. Tişta ku ji xwe re esas digirt rastiya Serokatî bû.  Rûkeniya wî ya mîna zarokan û dirûst bûyîna wî bala min kişandibû. Bi demê re dema ku min ew zêdetir nas kir min ferq kir ku milîtanekî mînake. Li hemberî hevalên jin gelek bi rêzdar nêz dibû. Nirx dida nêrînê hevalên kêleka xwe. Tişta ku dihişt werê heskirin jî di aliyekî de ev rastiya wî bû lê ne tenê bi vê re sînordar bû. Ş. Cûdî bi kesayeta xwe ya wêrek di nava dorhêlê de dihat nas kirin. Di heman demê de bi hevaltî û jiyana hevaltiyê gelek girêdayî bû. Di her kêliya jiyanê de bi moral tevdigeriya. Şehadeta wî bandoriyek pir mezin li ser me tevahî hevalan jî da ava kirin. Lê rastiyeke wiha jî heye ku eger mirov piştî her şehadetekê xwe bi hêz neke mirov wê nikaribe tola şehîdan bi awayekî rast hilde.                                                                                                                                                             Demsala biharê hat vê carê jî tu tineyî. Lê vê baharê ji bona min bi xeyalê te dest pê kiribû. Ji kurahiya dilê te de qêrînek dihat guhê min. Weke wolkanekê mezin dibe hêrsa di dilê min de. Qêrînên azadiyê ji dilan de tên bihîstin. Ji bona ku em bi Rêber APO re jiyan bikin. Tu jî bu heqîqetên ku wê winda nebin. Di dilê me de her demê tê bijî. Qêrînên me ji bona jiyaneke azad bûn. Her mirovek xwedî hêviye. Hêviyên min ên ku ez her demê bi wan re jiyan dikim hene. Tişta ku mirov bi jiyanê re dide girêdan jî ev hêviyên ku dawiya wan nayê ne. Ji bona doza pîroz gelek qehremanan canê xwe feda kirin, ji bona ku ez hêviyên wan pêk bînim xeyalê min jî ewe ku bi Rêber APO re ez govenda azadiyê bigrim. Hêviya min ewe ku ez kêfxweşiya çavê dayîka bibînim. Heta ku ez hêviyên we pêk bînim ezê her demê tekoşîna xwe bidim domandin. Ji ber ku tişta mirov bi hêz dike baweriyên mirov yên ku her demê ji bona pêk anîna wan baweriyan hêviyên ku mirov dijiye û her demê mezin dike. Tişta ku min bi hêvî dike xwe gîhandina şopa we ye.

Şehadeta her şehîdekî hêz dide mirovan. Pêwîste mirov xwe bi hêz bike, ji ber ku eger watedayîna rast ji şehadetê re çênebe mirov wê demê wê nikaribe rast jiyan bike. Ew mîrateya ku we ji me re hiştiye xwedî li wan mîrateyan derketin erkên me yên bingehînin. Ji bona ku em mezin jiyan bikin armancên me her demê mezinin. Militantiya rast jî pêdivî bi vê rastiyê dibîne. Eger em wiha bikin emê wê demê di xeta APO’yî de gavên rast biavêjin û bibin hevalên rast ên bi Şehîdan re.

 

    Ş. Berîtan Denîz