Di Hindistanê De Çanda Satî

  • 2018 4 9 | Gotar

 

Pênaseya peyva Satî, tê wateya ku “yê heye”, rastiye û ji peyva “sat” afiriye weke ku, “jina baş” yan jî tê wateya ku“jina bi exlaq.” Li gor kevneşopiya Hindiya jina herî baş ya ku, dilsozê zilamê xwe ye. Di heman demê de Satî tê wateya, “jina dilsoz” jî.

Bi vê re girêdayî di mîtolojiya Hindiya de xwedewandeke bi navê Satî heye. Demeke dirêj ji bo ku nezewice li berxwe dide. Di herî dawiyê de kesekî bi navê Shîva yê ku wekî keşeya jiyan dike dixwaze bi wê re bi zewice. Rizayê bapîrê xwe yê bi navê Brahman digre û di zewice. Demekî şunde bavê wê Daksha di cejna qurbanê de pîroz bahiyek amade dike. Lê, bang li zavayê xwe Shîva nake. Ji ber ku şêwazê jiyana Shîva bi awayekî têşe ji derveyê bajêr jiyan dike ji bo wê jî di aliyê Daksha ve nayê ecibandin. Li hember vê rewşê jî Satî pir aciz dibe û hesap ji bavê xwe di pirse. Dema bavê wê li hember herkesî zilamê wê biçûk dike, Satî jî xwe dişewitîne.

        Dema zilamekî zewicî mir cesedê wê di nava rojekî de tê şewitandin. Li gor çanda Satî jî, dema jinekî xwe bi cesedê zilamê xwe re bişewtîne, piştî ku mir jî zewicandina wan berdewam dike. Lê, heya ku mirina hevserê wê neyê îlan kirin, jin weke jinebî nayê qebul kirin. Ji bo wê jî statûya ew jina ku xwe şewitandiye weke hevser berdewam dike.

Di berê de dema jin biryara xwe şewitandinê dide lê, ev jî li gor hereman tê guhertin, her carê bi tevlî bûna keşe re û bi rêya merasîmek berfireh tê kirin. Ev merasîm bi rêya mûzîkê re, bi cil û bergên xemilandî û bi rêya diyariyan tê kirin.

Li gor dîrokzan Dîodor B.Z. serdema 1. de serbazekî Hindiyan yê bi navê Keteus heye. Piştî ku Keteus dimire her du hevserên wê jî xwe bi wê re dişewtînin. Li hember vê çandê di Hinduîzim de bi rêz tê raber kirin û di heman demê de ev çand bi biryara jinebiye ku bide ve girêdayî ye. Bi giştî jî di heremên diyar de û di hinek civaka çînetiya re sînordare. Hin dîroknasên cûda jî dibêjin, di demê Antîk Yunan-Rom de şewitandinên bi vê awayî hîn zêdetir bûn.

       Di hin nivîsên nivîskarên misilman yê çaxên navîn de jî behsa vê çandê tê kirin. Di serdema 14. An de dema Berberî Îbn-î Battuta Hindistanê digere bi taybet di heremên mislimanan de ji bo şewitandina jinebiya destura siltan tê girtin û biryarê jinên ku wê xwe bişewetînin jî bi rêzdariyê mezin tê pêşwazî kirin. Dide diyar kirin ku pêwistiyek wisa ne mecburiye. Lê bele, tê gotin, jinên ku ji bo şewitandinê qebul nakin jî li hember hevserîn xwe weke bê dilsozî tên nirxandin.

Di roja me ya îro de şewitandinên jinebiyan her çiqasî pir zêde ne be jî lê hêja çanda Satî di hin cihan de tê jiyan kirin. Mînakê herî zêde tê zanin jî sala 1987’an de li Rajasthanê jina 18 salî ya bi navê Roop Kanwar ya ku bi hevserê xwe re, xwe şewitandiye. Ev merasîm di aliyê bi hezaran kesan ve tê temaşe kirin û di çapemenî de jî pir deng vedide. Bi hezar kesên ku xwedêparêzin vê çandê di çin cîhê ku Roop Kanwar xwe şewitandiyê xwe pîroz dikin. Piştî vê bi vê mijarê ve girêdayî nîqaşek nû pêşket. Ev kevneşopî qedexeye lê bele, di navbera salên 1947 û 1999’an de, 40 jin bi vê awayî xwe şewitandine. Piştî van salan mirinên ku hatine qeyd kirin jî wiha ne; di 11 Mijdara sala 1999’an de di milê Bakûrê Hindistanê de gundê Satpura jina 55 salî, 18’ê Gulana 2006’an de gundê bi navê Rarî-Bujurg jina 35 salî, 21 Tebaxa 2006’an de gundê Tuslîpar jina 40 salî, 11 Cotmeha 2008’an de, bajarê bi navê Chhattîsgarh jina 75 salî xwe dişewitînin. Di roja me ya îro de li gor zagonên Hind, her çiqasî nayê astengkirin jî lê, xwe şewitandina jinên jinebî qedexeye.

Jinebiyên ku gihêştine merteba Satî jêre tê gotin Satîmata. Bi taybet di herêma Rajasthan de Satîmatan weke xwedewandan tê pîroz kirin. Li gor feraseta Hinduîzîm beriya ku jinek bibe Satî pêwîste bi her awayî sadiqê hevserê xwe be. Patî tê wateya parastina hevserê xwe, “vrat” jî sond xwarin. Di heman demê de dema hevserê wê nexweş bikeve her wiha bimire jî jin tê suçdar kirin.  Li Hinduîzmê di temenên pir biçûk de keçên zarok wisa fêr dikin ku, hevserê we her tiştê we ye. Hîn di wê temenê de normên baviksalarî di zarokên keç de tên hundirîn kirin. Li Hindistanê jinên ku piştî mirina hevserên xwe jinebî dimînin, bi hevserê wê re şewitandin hem ji baweriya olê tê, hem jî çewisandina civakê ya ku li ser wan hene tê kirin. Jinên ku Satî pêk tînin pîroz tên pejirandin û îtîbarên wan bilind dibin.

Malbatên ku pişt wan de jî dimînin di nava civakê de cîhên wan yê bi rêzdarî tê ava kirin. Sedema derketina ev kevneşopî jî, jinên ku hevserê wan zadeganin û di encama şer de tên kuştin, ji bo ku nekevin destê neyaran de ev jin xwe qurban dikin. Di dest pê kê de ev kevneşopî weke fedekartiyek tekakesiye, lê pişt re di nava gel de jî tê pejirandin û tê pêkanîn. Li Bakûrê Hindistanê di nava Rajput û di nava pergala civaka Hint Kast pir zêde tê dîtin. Di roja me ya îro de kêm be jî tê dîtin.

 

Merasîma şewitandina jinebî

Piştî ku biryar tê girtin merasîm tê amadekirin. Ev merasîm li gor herêman jî tê guhertin. Di van merasîman de pêwîste keşeyek hebe. Li kêleka vane jî mûzîk, cil û bergên xemilandî û diyare jî di bin perçeyekî yê merasîmê. Rêbaza şewitandinê jî li ser êzingên ku di milê ol de rewa tê dîtin û tê şewitandin. Pir kêm jî be lê jinebî yên ku bi hevserê xwe re bi zindî dixin di nava axê de jî tê dîtîn. Ger ku di kêliya dawiyê de qurban bitirse û bixwaze bireve, ya zor tê bikaranîn yan jî bi rêya çek tê kuştin. Cihê ku wê tê de bê şewitandin jî bi êzing û qumaşên ku zû we rê şewitandin tên dorpêç kirin û jinebî jî dixin hemêza hevserê wê de. Piştî wê jî ger kurê wê hebe kurê wê, ger ku kurê wê nebe jî di nava malbatê de bi destê kurekî agir bi wan qumaşan tê pêxistin. Ger ji tirsa mirinê jinebî bi xwaze bi rêve jî perçeyên êzing yên mezin davêjin ser, yan jî bi darên dirêj yê pambu bedenê wê tê dewisandin. Rêbazê şewitandinê li gor cîh tên guhertin. Mînak, di navenda Hindistanê de rêbazê herî zêde bikartînin jî, cîhê ku wê jinebî lê we rê şewitandin holikek tê çêkirin û ew jinebî dixin hûndirê wê holikê de û derdorên wê tê girtin. Dema agir bi holikê dikeve holik bi deme re li ser jinebî dikeve û binde dimîne. Li Başûrê Hindistanê jî rêbazek cuda tê bikaranîn. Ji bo ku ew jinebî agir nebîne û jê ne tirse perdeyek davêjin ser çavên wê.