Di dîroka 26’ê meha Çile de Şervanan, bajarokê Bahoza Jorîn ji çeteyan rizgar kiribûn

  • 2019 1 30 | Nûçe

Di dîroka 26’ê meha Çile de Şervanan, bajarokê Bahoza Jorîn ji çeteyan rizgar kiribûn. Di navbera şervan û çeteyên Daîş’ê de pevçûnên dijwar hatibûn jiyîn. Di encama şer û pevçûnên ku di navbera şervan û çeteyan de hatibûn jiyîn de, şervanan bajarok ji çeteyan rizgar kiribûn. Yek ji Nûçegîhanên Navenda Ragihandin û Çapemaniya YPJ’ê Dilovan Gever ku gav bi gav pêngavê dişopîne  çû qada ku pêvçûnên dijwar lê hatibûn  jiyîn û agahiyên di derbarê pevçûnê û rizgar kirina bajarok, Nûçegîhan Dilovan Gever wiha bi me re parve dike.

‘’ Di encamê de bajarok hat rizgar kirin. Piştî ku bajarok ji çeteyan hat rizgar kirin şervanan bi operasyoneke berfireh bajarok carekedin operasyon kirin û di encama operasyonê de  şervanan gelek cebilxaneyên çeteyan ên weke fuze, çek û guleyên hawanê,obîs, derman û amûrên teqemeniyê desteser kirin.  Dilovan di axaftinên xwe de bal kişand ser vê xalê; Piştî ku şervanan bajarok rizgar kirin û şûnde çeteyan carekedin xwestin êrîşî şervanan bikin û bajarok ji deste şervanan bigirin lê şervanan ew êrîşên çeteyan jî şikandin.’’

Rojnamevan Dilovan Gever di dawiya axaftinên xwe wiha got ‘’gelek kuştî û birîndarên dijmin çêbûn. Di heman demê de hejmareke mezin ya çeteyan xwe teslîmî şervanan kirin.  Niha jî bajarok bi giştî di bin venerîna şervanan de ye pêngava Bagera Cizîrê bi tevahî leza xwe ji aliyê şervanan ve gav bi gav tê domandin û sivîlên ku ji aliyê şervanan ve tên rizgar kirin li cihên bi ewle tên bi cih kirin.’’ 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPJ