Dilopek Ji Derya Di Nava Evînê De

  • 2018 10 11 | Gotar

 

Rêwî me di rêya evînê de û dimeşim bi evîndaran re

Her kêlî ked dixwaze weke temenê biharê

Vaye! Ji xwe ev e ya ku gotina rêheval bi wate dike

Rêyek bifikire! Bê dem, bê navber, bê dawî

Her tim meş dixwaze, meşa bê dawî

Lê bi hêz, rast, cengewarî û canagorî

Ji ber wê ye ku şopa wan dimîne li rê û dibe dîrok

Ya rast çîroka çar perperîka her tê jiyîn

Û ev ezmûn her berdewam e

Ez rihekim

Tenê rihekim kombûna hemû rihan

Tarî û ronahî me ez

Kî dixwaze rastî bibîne, nas bike?

Ger berdêla vê di şewatê de helandin hebe jî.

Lê dijware dem, bê westan e

Ez dewranek dijîm ku dibe destan

Perperîkim ez

Tenê ronahî min dikşîne

Pîroze ji bo min agir

Ji ber ku rastî di wir de nîşane

Rastî; govend û dîlane

Ez, evîndarim, evîndar

Kî dikare min rawestîne êdî

Min, kuştiye jiyana koledar

Êdî ez herikînim; bi dem, ba û avê re

Wê êdî şerm bikin dijminê min

Ez Ronahî me, Ronahiya Rojhat

Meşek bi coşim, bi min re nû dibe jiyan

Awirek şînim, li zarokên bêkes dinêrim

Ji bo wan nêçîrvan û sekvan im.

Îro jî tîrêjek im li asîmanê Kobanê

Di govenda nemiran de ketim dîlanê

           Rihê min geş û kêfxweşe                           

Wê stêrk jî bibarin li şûna baranê

Ji bo şehîd Ronahî Rojhat