Dixwest Xwe Bigihîne Wateya Rast Ya Jiyanê

  • 2018 9 21 | Gotar

 

Heval Berîtan hevaleke ciwan bû, ji bona vê jî dema ku tevlî jiyanê dibû her demê bi xwestek tevdigeriya. Xwesteka xwe pêş xistinê di warê jiyanî û leşkertî de gelek li pêş bûn. Serokatî dibêje ‘ Armancên me, em jinên azad ava bikin ji bona ku bikaribin li ser lingên xwe bisekinin.’ Li ser vî bingehî lêhurbûyîn dikir û dixwest xwe bigihîne asta jina ku Serokatî dixwaze.  Ji bona ku li gor pêvajoyê tevlîbûnekê bide raber kirin dixwest biçe perwerdeya sekvantiyê bibîne. Hindek caran hevalan bi heval Berîtan re henek dikirin û digotin ‘ji ber ku bejna te kine çeka Karnasê ji te dirêjtire’  Hindek caran di hindek karan de di aliyê fizîkî de zehmetî jî kişandibana bi ti awayî ew zehmetî li pêşiya xwe ne dikir asteng û xwe ji kar paşve ne dikişand. Di perwerdeyên leşkerî de her çiqas zehmetî bikişandana jî, lê li kêleka vê dema mirov li tevlîbûna wê temaşe dikir, xwesteka wê ya li hemberî jiyanê dihat dîtin. Dema ku tiştek ji xwe re bikirana armanc di wê mijarê de xwe mifte dikir.

Di dema şerê Babê de li gûndê Ulaşli dijmin êrîşî hevalan dike wê demê Ş. Kurdîstan jî li wê derê ye. Heval Kurdistan fermandara yekîneyê bû. Dema ku dijmin êrîş dike dest pê kê H. Berîtan şehîd nakeve eger ku bixwaze ew derfetê wê yê ku xwe xilas bike jî heye. Heval dema ku behsa sekna wê ya bi di nava şer de dikirin mirov jê hêz digirt. H. Kurdistan dema ku fîşek lê dikeve Şehîd dikeve. Dema heval Kurdîstan Şehîd dikeve heval dixwazin heval Berîtan paşve bikşînin lê h. Berîtan dema ku heval Kurdîstan dibîne ji hevalan re dibêje ez heval Kurdîstan bernadim. Şehadeta heval Berîtan jî di encama dorpêçê de çêdibe. Mirov di vir de rihê H. Berîtan yê fedaiyane û girêdanbûyîna wê ya bi hevaltiyê re dibîne. Di jiyanê de gelek fedekar bû ew fedekariya wê di alîkarî dayîna wê ya ji hevalan re jî diyar dibû. Ew fedekariya wê di şer de jî xwe da diyar kirin.

H. Berîtan pir dixwest biçe perwerdeya sekvantiyê lê şehîd ket neçû. Branşa min bixwe jî sekvantiye, ji bona ku ez bikaribim xwedî li xwestekê heval Berîtan û tevahî şehîdan derkevim ezê xwe xurt bikim, pêwîste em xwe xurt bikin, tekoşîna wan bilind bikin.

 Em weke hevalên tugayê demeke me bi hevre perwerde didît, wê demê zivistan bû. Di heman demê de ez û heval Berîtan em di heman yekîneyê de bûn. Di navbera me û cihê ku me lê perwerde didît 15 dq hebû. Heval Berîtan di wê sermayê de rojekê jî ne digot ku ez biçim pêşiya erebê siwar bibim. Me jê re digot tu çima nayê pêşiyê siwar nabî digot ez hesnakim li pêşiya erebê siwar bibim. Lê ne wisa bû ji bona hevala siwar nedibû. Dema ku zehf dicemidî parkeyek li xwe dikir parke jî lê gelek mezin bû di nava wî parkeyî de winda dibû. Dema ku destê hevalan sar dibû destê hevalan dixist nava parke de û germ dikir. Esas ew germahî germahiya dilê heval Berîtan bû.  Nêzîkatiyên wê moral dida me. Her demê helbest dinivîsandin û di heman demê de dixwest xwe bigihîne wateya rast ya jiyanê. Ev jî lêgerînên wê dida nîşandayîn. Hevalek gelek civakî bû bi tu awayî ferq û cûdahî ne dixist nava hevalan.

Ji bona ku em xwedî li tekoşîna hevalên Şehîd derkevin pêwîste em tekoşîn bikin û tekoşîna xwe bilind bikin. Ji ber ku ew erk erkê me ye.

Zerya Agir