EFRÎNA RENGÎN DERYA YÊ EVÎNÊ

  • 2018 6 5 | Gotar

 

Bihara gûla bang dike bilbila

Di nava bûka baranê de bi şewqa sibê re

Xemla xwe li xwe kir bi eşq û hevaltî

Xatirê xwest bi dil germî

Destê xwe hejand bi rukenî

Sebir û hêza ji bona azadiyê, naskiriye Kurd û dîroka kevnar

Me soz daye dost û biratî

Waye her kes dibine şerê Egîdî

Dayîkê dîtiye û kiriye bawerî

Xema neke, bike tililî

Nav lê kiriye ji bo serfirazî

Keda dayê dibe destana dîrokî

Zarokên agir û rojê dibin stêrk

Şoreşa çand û civakê rengeke nû dide gerdûnê

Efrîna rengîn şerekî dijware, barekî girane

Xwişk û bira ne, dayîka delale li qada şer cengekî girane

Dijminê zalime, êrîş dike, êşekî bê dermane

Singa xaka zêrîn de li hembêza Efrînê de

Gule weke teyrokê dibare, diweşîne kulîlkên daran

Dara azadiyê ji bona jin û zarokan bejna xwe tewand

Dara azadiyê hatiye avdan bi xwîna hezaran şehîdan

Êdî bese dengê tanq û topan, mij û duman

Ez hesreta hembêz kirinê me dayê

Ez her bi hêvî me

Doza me gelek şîrîn û rast e

Ez Alan im şervanê heqîqetê me...

Axîn Ararat