EMÊ ŞOREŞA ROJAVA DİYARÎ DAYÎKAN BİKİN

  • 2018 5 6 | Gotar

We qet navê Til hemîsê bihistî bû, nizanim.  Heya ku ez ne hatibûm Rojava min jî ne bihîstibû. Kêliya ku min bihîst jî wateyek taybet di bîra min de derbas nebû. Heta ku pêngava Til hemîs di 27’ê Kanûnê dest pê kir. Ji wê demê şûnde di jiyana min de navê Til hemîs bû wateya pêvajoyekî, şerekî her tim di bîra min de be. Til hemîs qadek li Başûrê Qamişlo ye, li ser riya Hesekê ye. Piraniya miletê xwe ji netewa Ereb e. Kantona Cîzîrê, Qamişlo, Dêrik, Dirbêsiyê berê girêdayî Hesekê bû. Hesekê nîvî zêdetir Kurd e û rejîma Baas jî li vir cihê xwe digre. Meclîsek di hûndirê xwe de Kurd, Ereb û gelên din digire heye.Til hemîs,Til berak weke navendekê ji DAÎŞ’ê re bû û cihekî girîng e ji bo ku ev der parastina Holê dikir ya ku weke biryargeha  çeteyan  dihat dîtin di vê kantonê de. Wê bi vê pêngavê re parastina kantona Cizîrê xurtir bibe û zextên li ser gelê Ereb li wir bi dawî bibin, gund rizgar bibin û bikevin bin venêrîna gel de. Nav gel de jî di vî milî de xebat hebû.

Li Ebu Cebel de êlek (eşîrek) Ereb jî piştgiriya YPG’ê dikir û bi sedan ji wan di nav hemlê de cihê xwe girt. Êla Ebu Cebal nîvî nav DAÎŞ’ê de ye û Ebu Cebel jî berê pişta rejîmê digirt. Wê demê DAÎŞ du kurên Ebu Cebel direvîne û serê wan jêdike. Ebu Cebel bi rejîm re ser wê mijarê nîqaş dike, lê rejîma Baas hemberî DAÎŞ’ê şer nake. Lewma Ebu Cebel piştgiriyê rejîmê nema dike û di pêngava Til hemisê de tevlî YPG’ê dibe. Di pêngavê  de rojên destpêkê de gund hatin rizgarkirin. Baskê êrîşê herkû di çû serdixist û gav bi gav pêş de diçûn. Hemleyek zehmet bû, cihekî Ereba bû, naskirineke pir nebû. Wekî Til koçer an Til xelef nebû. Lewma zehmet bû ku em hakimiyateke xurt li ser qadê bikin. Baran û mij zehmetî ji me re dida kişandin.  Car caran hevalan cihê xwe şaş dikirin. Heta beriya Til hemisê gundê Huseyniyê pêş de çûn. Me sê cara êrîşî gundê Huseyniyê  kir, lê me nikaribû bigrin. Me berdêlên pir giranbûha dan. Ji bona amadekariya pêngaveke nû heval paşve kişiyan û dîsa çeper hat çêkirin.

Di şer de tiştê herî giring şehîd û birîndarên xwe nehiştin e. Di çalakiyan de ji bo girtina şehîdên xwe her kes xwe ji grûpa êrîşê re pêşniyar dike, car caran xwe pozber jî dikir. Ji bo hevalên dorpêçê  de mane çalakiyek dihat plan kirin. Îro, 31 şehîdên Qamişlo wê bên îlankirin û ji bo wan merasîm bê çêkirin. Hemû kolan û goristan bi rengê kesk, sor û zer ve hatibûn xemilandin û hemû rê bi balonan ve hatibû amadekirin. Bajar weke ji cejnekê re hatibû amadekirin. Îro rêzgirtina şehîdên me bû. Di Qamişlo de hemû dikan hatibû girtin û gel pêl bi pêl zêde dibû.  Konvoyek mezin ber bi Goristana Şehîd Delîl ve rêket. Dema Konvoy derbas dibû gel bi girseyî bi slogan û tîlîliyan re konvoy silav dikir. Dema em gihiştin goristanê, bi hezaran kes li wir bû. Berê jî hatibûm vir ji bo merasîman, lê tu car ev qasî girseyî nebû. Di milê gel de xwedî derketinek mezin hebû. Beriya niha di Hûseyniyê de pevçûnekî mezin dihat jiyankirin ji ber vê fikra gel û dilê gel li vir bû. Ji bo hevalên birîndar, meclîsa gel amadekarî kiribû. Taybet ji bo xwîn bidin bi hezaran mirov ketibûn tevgerê de. Ji bo mêzekirina birîndara gel malên xwe amade kiribûn. Mirovên ku hatibûn nexweşxanê heman demê de di nav birîndaran de li nasên xwe, zarokên xwe digeriyan. Ji birîndaran re pirsa zarokên xwe dikirin. Çend roj wisa derbas bû. Navê şehîd û birîndaran diyar dibûn. Niha wê di goristanê de daxuyaniyek li ser hemla Tilhemisê bê dayîn. Merasîm destpêkir. Di merasîma leşkerî de, rêz girtina şehîdan bi avêtina 21 guleyan re berdewam kir. Ser navê YPG’ê heval Hesen axivî. Dengê wî kêmek bi xemgînî bû, lê net bû. Pişt wî, hevseroka meclîsa Rojava heval Remziye axivî. Heval Remziye îro ne tenê hevseroka meclîsê bû, heman demê de ji malbata şehîdan bû. Birayê wê jî şehîd ketibû. Axaftina xwe bi tîlîliyan  qedand. Navberê de min rewşa wê pirskir. Got; “heval rewşa min başe. Zarokên gelê min ji bo jiyanekê birûmet şehîd dikevin. Em jî zarokê gelê xwe ne emê jî şehîd bikevin.” Şehadet ew jî bi hêz kiribû. Min dayîka wê pirs kir. Heval Remziye got; “dayîka min jî weke  gelek dayîkan îqna ne bûye û bawer nake ew jî dibêje wê rojek werin.” Pişt re, 31 cîwan derketin û tevlîbûna xwe îlan kirin. Navê 31 hevalên şehîd û çekên wan rakirin. Niha jî malbata şehîdan derdikevin pêş milet ve. Hinek malbat di destê wan de sîniya hine derdiket. Sekna malbatên me û dayîkên me gelek bi hêz bûn. Hêz bûyîna wan li ser me gelek bandor dikir. Dayîk wêneyên zarokên xwe hembêz dikirin.

Di vir de herkes êşên xwe di hûndirê xwe de jiyan dike lê bihêz in. Şoreş çêkirin zehmet e. Parastina şoreşê û avakirina jiyanek nû kirin zehmetir e. Şoreş bi têkoşînek mezin û biryarbûyînekê re dimeşe. Gelê Kurd di dîrokê de heta niha êşek pir mezin kişandiye. Di dîroka xwe de cara yekemîn e gelê Kurd di şoreşek wisa de bi îradebûne, ji bo wê di nav heycan û coşa şoreşê de ne. Çi dibe bila bibe şoreşê bi çar lepan hemêz dikin. Ji bo şehîdan jî dibêjin; “pîroz be.” Şoreş bi vê bawerî û hêviyê re tê çêkirin. Ji bo tola şehîdên xwe bigrin, ji bo serkeftina şoreşa Rojava çi dibe bila bibe şer kirin erkê her şoreşgerekî ye. Bi zanabûna vê erkê re, pêwîste şoreşger tevahî erkên xwe hemêz bikin. Em bî îdane emê şoreşa Rojava pêk bînin û diyarî dayîkên xwe yên pîroz bikin.

Ji bona bîranîna şehîdên ku di Pêngava  Tilhemîs Gundê Huseyniyê de Şehîd bûn.

                                                                                  YASEMÎN GUNEŞ