EM RÊHEVALA XWE ROZA BI RÊZDARÎ BIBÎR TÎNİN

  • 2018 5 13 | Pekrewan

Navenda Ragihandina    YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 2 şervanên cîh û demên cûda de şehîd bune eşkere kirin. Di nava nasnama şehîda de nasnama yek şervana YPJ hatiye eşkerekirin.

Rêhevala me Roza Efrîn jî, di encama nexweşiyeke giran de, di nexweşxaneyê de ruxmê hemû hewldanan jî nehate rizgarkirin û şehîd ket.

Hevala me Roza Efrîn ya ku li navçeya Raco ya ku aliyê wê yê welatparêzî li pêş e jidayîk bû, van taybetmendiyan di kesayeta xwe de da rûniştandin. Bi pêşketina hişmendiya azadiya jinê ya ku bi şoreşa Rojava re mezin bû, rêheval Roza tevlî refên berxwedanê dibe. Heval Roza herî dawî jî di Berxwedana Sedemê ya Efrînê de cîhê xwe girt û bi sekna xwe bû xwedî pratîkeke serkeftî.

Nasnama şehîd waha ye

Nasnav: Roza Efrîn

Nav û Paşnav: Siltan Koto

Navê Dayikê: Fêroz

Navê Bav: Omer

Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrik / 2 Gulan 2018