Emê gelê xwe yê Efrînê biparêzin

  • 2017 30 COTMEH | Nûçe

Ez Serkeftina Reqqa’ yê li tevahî gelan, gelên Bakûrê Sûriyê, şervanên YPJ-YPG û QSD pîroz dikim. Rizgarkirina Reqqayê tê wateya hilweşandina pergala dagirkeriyê û di jiyana azad da serketinê. Paytexta dagirkeriya daîş ê hat hilweşandin. Ev serkeftin jî gelek guhertin bi xwe re bîne. Yekîtiya gelan avakirinê de rolekî diyarker bileyîze. Di kêleka van pêşketinan de jî weke berdewamkirina komployê tecrîda girankirî li ser Rêberê mirovahiyê tê meşandin. Bi tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Azad re, Dewleta Tirk sucê mirovahiyê dike. Dewletên dagirker bi agahiyên ne rast ya di derheqê Rêber APO de,  dixwazin nabzê gelê Kurd bigrin. Tendûrîstî û ewlekariya Rêber APO weke mijarên sereke di rojevê de ye. Hebûn û tûnebûna gelê kurd girêdayî Rêbertî ye. Ji ber ku destkeftiyên gelê kurd ya ku çêbûye bingehê xwe ji ramanên Rêberê Azad digrê. Weke hêza YPJ ‘ê wateya Rêbertî ji bo me jî mijara hebun û tunebûnê ye. Şoreşa Rojava bi fikir û ramanê Rêber APO hate afrandin û heta roja îro jî tê pêşxistin.  Bi felsefeya Rêber Apo serkeftinên mezin me bidest xistin.  Heta ku ji Rêbertî agahî were girtin di her qadê de, her çar perçeyê Kurdistanê’ de û dervê welat jî pêwîste gelê me yê Kurd di nava çalakiyan de be. Em weke hêza YPJ’ê jî di wê biryardariyê de ne ku heta azadiya Reberê mirovahiyê em ê di nav tekoşînê de bin.

Dewletên dagirker serkeftina ku hêza QSD, YPG-YPJ li  Reqqa’ yê girt hezim nake ji  bo wê jî êrîş û gef xwarinê li ser Rojava yê Kurdistan û taybetî jî li herema Efrîn’ ê zêde dike. Bê navber bi teknîk erîşî Efrîn’ê dike û şervanên YPJ-YPG’ê jî bersivên xurt didin. Planên dewleta Tirk ya ketina Idlib’ê jî pir eşkere nîşan dide ku tirsa wan ji deskeftiyên gelê Kurd heye. Çend caran êrîş kirin da ku Kantona Efrîn û Şehba’ yê ji hevdû qut bikin lê bi berxwedayîna şervanan êrîş hatin têkbirin. Dewleta tirk bi hevkariya xwe ya çeteyan re êrîş dike û her tim bi qayibên mezin têk diçe. Vê carê jî dixwazê di xeta Idlib’ê de werê û dijbertî di nava gelê herêmê de çêbike. Ji bo wê Jî ittîfaqa Rusya, Îran û Tirkiyê pir eşkere li ber çavane. Bi rêya Idlîb’ê re dixwazin çemberê li Efrîn’ê tengtir bikin. Çi rewabûna êrîşên dewleta Tirk tûneye. Sînorên welatê xwe derbaskirin û li ser herêmên Kurda êrîş pêşxistin, ji bo bigihîje armancê xwe. Gelek noqteyên Cephet El Nusra girtin bi armanca girtina Efrîn’ ê ye. Ji ber ku tirs û xofa dewleta Tirk ji pêşketina hêza QSD-YPG-YPJ ê heye ji bo wê ewqas  êrîşên berfireh pêktînê. Ti rewabûna derbaskirina sînor tûneye.  Dewleta Tirk dixwaze Suriyê giştî dagirbike û xwewna Osmaniyan cardin zindî bike. Ev jî nîşan dide dewleta Tirk hem di warê siyasî hem jî warê leşkerî de herî dema xwe ya lewaz jiyan dike ji ber wê jî ceribandina xwe ya herî dawî dixwaze li ser herêma Efrîn bike û naxwazê Kantona Efrîn û Kobanê bigihîje hevdû. Yê ku Cephet-eL Nusra jî xwedî dike dewleta Tirkiyê ye. Kesên ku bi dewleta Tirk re hevkarî kirine û rê vekirine ku di rêya Idlîb’ê re were bi vî awayî jî tengasî li ser Efrîn’ ê çêbike, di heman demê de jî ne dostê Tirkiyê ne. Tekîliyeke li ser esasê berjewendiyê ye. Herkes jî dizane tekîliya Rusya, Îran û Tirkiyê ne stratejîke. Em jî dibêjin; ne ketina Tirkî ya xaka Bakûrê Sûriyê ewqas hêsane ne jî derketina wê ewqas hêsan be.  Çawa ku Erdoxan li Kobanê, Reqqa winda kir wê li Efrîn’ê jî winda bike. Hêza me jî ev pêvajoyê ku em derbasdibin baş dixwîne û baş digre dest. Tirsa dewleta Tirk ne daîş e, hêza gelê Kurde û heman demê de serketina Konfederalîzma Demokratîke. Ji bo wê jî her tim êrîşî destkeftîyên Şoreşa Rojava dike. Ji bo wê jî niha dixwaze xwe li Efrîn’ê jî biceribînê lê erdnîgariya Efrîn’ ê çiyayî ye û demeke dirêj amadekariyên xwe xurt dikin. Em jî weke hêza YPJ’ê ji her demê bi hêztirin û gelê me jî bi ramanên Rêbertî ve hatiye tanzim kirin. Bi salane şervanên YPJ ê li hember çeteyên daîş’ê şerkirine û bûne xwedî ezmûn. Kozikên şer jî ji herdemê bêhtir hatine xurtkirin. Ruxmê ku li Reqqa’yê yek Kozikê şer yên şervanên QSD’ê tûne bû lê bi serket.  Sedema vê jî ji bawerî û hêza wan ya berxwedanê tê. Gel jî şervan jî bi salane ji bo her rewşê, parastina warên xwe, xwe perwerde û amade dikin. Em weke YPJ’ê çawa ku bi rengê jin tevlî şer bûn, di bingeha serkeftina gelan de, parastina jin pêşxist û di nav şer de, xwe avakir di heman demê de heta dawî em ê her dem serkeftin û mezin kirina hêza xwe armanc bikin. Derfetê me ji herdemê zêdetire. Ji pêkhateyên cûda tevlîbûna nava refên YPJ’ê çê dibe. Tevlîbûna jin weke jinên ereb jî di astekî herî jor de ye û ji bo pêşxistinê jî xebatên perwerdehî bi hemû leza xwe berdewam dike.  Li hember pergala dagirkeriyê jinên ereb ya herêma Idlîb’ê ji bo rêya azad beşdarbûna xwe ya refên YPJ ê çêdike. Taybet jî di warê çek şûxilandinê de, her hevaleke bûye xwedî ezmûn. Bi vî awayî her şervanek amadeye ku di çeperan de bi îradeyeke mezin cîh bigre û roleke pêşeng jî bileyîze. Di herêma Efrîn’ê de bi hêjmareke zêde focên leşkerî hatin vekirin. Ev hemû têrê dike ku herêma Efrîn’ê bê parastin. Ger ku êrîşek li ser herêma Efrîn’ê werê em ê gelê xwe xwe biparêzin û hêza xwe hîn berfirehtir bikin. Ev firehbûn jî yekîtiya gelan bi xwe re bînê. Çawa ku di Bakûrê Suriyê de’ bi yekîtiya gelan ve jiyaneke hevbeş tê pêşxistin, di xeta herêma Efrîn’ê de jî ev pergal wê her ku biçe xwe berfirehtir bike. Çi êrîşên ku li ser gelê Kurd werê pêşxistin bê bersiv namînê. Bi ramanên Rêberê mirovahîyê û pergala Netewa Demokratîk re em ê serkeftina gelan misoger bikin. Em weke hêza jin amadene ku li her qadê taybet jî herêma Efrînê ji dagirkeriyê biparêzin. Ji ber vê jî berxwedana ku li Efrîn’ê bê meşandin wê berxwedanekî dîrokî be, dîrokekî nû wê Konfederalîzm demokratîk bi xwe re bînê û Netewa Demokratîk serbikeve.

Ji Fermandarên YPJ ê ya herêma Efrînê

Sosin Bîrhat