Em ê bi rihê Avêsta Efrînê biparêzin

  • 2018 Sıbat 13 | Nûçe

Şervanên YPJ’ê yên di çeperên berxwedana serdemê de ne axivîn û biryardariya xwe ya ji bo serkeftina berxwedana Efrînê anîn ziman. Şervanan got em ê bi rihê Avêsta Efrînê biparêzin.

Navê min Nujîn ararat: Ev 24 çar roje ez weke şervaneke YPJ’ê cihê xwe di berxwedana serdemê de digrim. Em şahidiya berxwedaniyek girîng dikin. Armanca dewleta dagirker ya Tirk qirkirin pêk bîne. Ev 40 sale dewleta dagiker bûye nêçîrvana Kurdan. Lê, em bi fikir û felsefa Rêbertî bersîvan van êrîşên qirker didin û welatê xwe diparêzin. Em ê heya dawî li ser şopa şehîdên xwe bimeşin û heya dawî şer bikin. Heya dilopekî xwîn di canê mede hebê em li ber xwe bidin û nahêlin bihostek axa Efrîn nekeve destê wan.

Navê min şervîn Çiya ye: Em bi rojane div an çeperande şer dikin. Berxwedana heval Avêsta û heval Barîn nişan daye êrîşên dagirker û teknîka dagirkeran pûç kirine. Em weke jin cihê xwe di vê şerî de digrin. Erdogan û artêşa wî ya dagirker ketine peyî mirîşkan peyî lawiran. Em ji xwe bawerin em ê van êrîşan bişkînin û berxwedanê hîn bilindtir bikin.

Navê min Bêrîtan Kobanê: berxwedaniya li Efrînê gel û şervan didin meşandin berxwedaneke pir mezin û dîrokiye. Ev berxwedan bi çalakiya heval Avêsta deng veda û dawî wê bibe serkeftin. Em ê bi rihê Avêsta Efrînê biparêzin. Ew teknîka xwe bi kartînin lê ya me felsefe û vîna me heye. Em li hember van êrîşan bibin bersîv ewqas em ji vê pêvajoyê re xwedî li erkên xwe derên. Dewleta dagirker wê nikaribe bikeve Efrînê ji ber ku berxwedaniyek mezin heye. Ev berxwedan li ti cihan nehatiye kirin. Em bedelan dikin lê rastiyeke ebedî ya azadiyê tê nivîsandin. Ez dawî dibêjim serkeftin ya Efrînê ye, serkeftin ya Efrînê ye.