Em ê bi rihê Newrozê Efrînê Rizgar bikin

  • 2019 3 18 | Daxuyanî

Berxwedana Serdemê, bi bedenên xwedî rihên azad, bi dilên xwedî evînên mezin, bi seknên berxwedêr û fedaî, di dîroka gelên Sûriyê de hate nivîsandin. Berxwedana destanî ya ku kêlî bi kêlî, bihûst bi bihûst bi xwîna şehîdan hate nivîsandin di 18 Adarê de salek li peyî xwe dihêle. Ev berxwedana ku xwedî qerekterê Egîdî ye bi rihê Newrozê re careke din meşaleya agirê Kawayê Hesînkar hat bilindkirin û zarokên vê xakê soza tolhildanê dan gelê xwe. Di şexsê rêhevalên me yên ku li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wî sekinînin û bûne pêtên ji agir em tevahî, şehîdên şoreşa Bakûrê Sûriyê bi rêzdarî bîrtînin soza tolhildana wan, careke din li hemberî gelê fedekar û gelê Efrînê nû dikin. 

Dagirkirina li ser Efrînê û Berxwedana Serdemê sala xwe 1 mîn tije kir. Dewleta tirk bi hevkariya hêzên nevnetewî êrişî Efrînê kir û di şexsê gelê me yê Efrînê de xwest pîlana qirkirinê, guhertina demografiyê bixê meriyetê. Ev pîlangeriyekî berfireh bû, armanc ji vê pîlanê tinekirina şoreşa gelên Sûriyê bû. Li hemberî vê pîlangeriyê, di serî de gelê me yê Efrînê û tevahî gelê Bakûrê Sûriyê di eniya berxwedanê de cih girtin û bertekek mezin li hemberî vê dagirkirinê raber kirin. Di roja îro de ev pîlangeriya dewleta tirk û hevkarên wî hîna bi dawî nebûye. Ev hişmendiya dewleta tirk îro li ser aramiya gelên Herêmê metirsiyek mezine. Dijminahiya dewleta tirk ne tenê li hemberî gelê Kurd e, li hemberî tevahî gelên sûrî û herêmê ye. Li hemberî vê hişmendiya tirkitiyê û xeyalên Osmaniya nû rêya yekane, hevgirtina gelan ya li ser prensîbên demoratîk û avakirina netewa demokratîke. Newroz di dema xwe de bi hişmendiya yekîtiya gelan bûye Newroz. Ev sal ji her demê zêdetir guncave ji bo hevgirtina gelan û yekîtiya jinên rojhilata navîn, li hemberî dagirkeriyê.    

Dewleta tirk, ji roja ku alozî li sûriyê destpêkir û heya niha bi îtîfaq û rêbazên cûr bi cûr cihê xwe di kûrkirina hebûna pirsgirêk û qirîzên ku bi taybet di sûrî de rû didin de girt. Têkiliya dewleta tirk ya bi çeteyên DAIŞ’ê re, di encama gelek belgeyan de hate eşkere kirin. Îro çeteyên ku dewleta tirk desteka mezin dida kom bi kom xwe radestî hêzên me dikin. Gelek ji wan têkiliya DAIŞ û dewleta tirkiyê bi hev re çiqas xurte bi awayekî eşkere radixin ber çavan.

Dibe di warê coxrafîk de, niha Efrîn di bin dagirkirina çeteyên hov yên dewleta tirk de ye. Lê vê êrişa dagirker nikarî bû vîna gelê Efrînê û şervanên wê teslîm bigre. Gelê Efrînê, bi biryardariyekî xurt, bi bawerî û hêrsekî mezin sekna gelê berxwedêr ji bo xwe kir bingeha berxwedanê. Îro gelê me bi heman ruhî û hêviyê li Şehba berxwedana xwe didomîne. Tevî hemû şertên zor û zehmetê jî gel gavek ji berxwedana xwe paşde neavêt.

Em weke yekîneyên parastina jin YPJ’ê baweriya xwe şerkirin û serkeftinê, çavkaniya xwe ya moral û hêzê ji şehîdên xwe û gelê xwe digrin. Şehîd Avesta, Karker, Barîn, Amargî, Rosyar, Tekoşîn Botan, Zîlan Efrîn, Avşîn, Rohenda, Bêrîtan, Jîn, Viyan Kobanê, Cudî, Deniz, Hêlîn Qereçox, Polat û îlanan bi seknên xwe yê bi biryar, bi rihê fedaî, bi girêdana xwe ya axê ji me re dane nîşandan rêya serkeftinê bi tekoşînê û rêya tekoşînê bi bedelên herî giran pêkane. Em di şexsê van hevalan de hemû şehîdên berxwedana serdemê bi hêrsa tolkirina wan bibîrtînin. Bersîva me ji bo tevahî şehîdan û gelê me wê bibe rizgarkirina Efrînê.

Li ser wê bingehî em carekî din şehîdên berxwedana serdemê bi rêzdarî bîrtînin, gelê me yê ku di berxwedana serdemê de bû mertal û gihîşte şehadetê em minetdariya xwe tînin ziman û bejna xwe ditewînin. Em soz didin gelê xwe, soz didin gelê Efrînê û dibêjin heya ku em bihûst bi bihûst xaka Efrînê rizgar nekin wê tekoşîna me berdewam bike.  

 Fermandariya Giştî ya YPJ