Em Bi Rihê Newrozê Berxwedana Serdemê Tacîdar Bikin Qomplogeran Têk Bibin

  • 2018 3 21 | Gotar

Ev 19 sale di ser tecrîd kirina Rêberê gelê Kurd Abdullah Öcalan de derbas dibe dikeve sala xwe ya 20. mîn. Dema mirov dîrokê digre dest mirov dibîne ku çima tecrîdekî bi vî rengî û li kêleka wê di vê astê de komkûjiyên dîrokî çêdibin. Dîrokekî gelê kurd û herêmê heye.  Piştî şerê cîhanê 1. û 2. bi beş kirina erdnîgariya Rojhilata Navîn re hêşt ku Kurd di nava xwe de bibin xwedî hêrsekî mezin, ne vê bi beş kirinê qebûl bikin û ne jî çewisandin û qirkirnê qebûl bikin. Di Rojhilata Navîn de dîroka gelê kurd dîrokekî wisa ye ku di nava vê dîrokê de gel her demê di nava qirkirin û qetlîaman de derbas bûne û her demê serhildan hatine çewisandin. Ev Sehildanên çêbûne di bingeh de ne qebûl kirina beş kirina erdnîgariyê ye. Ev ne qebûl kirin û dagirkeriya Kurdistanê hêşt ku her demê Rihê welatparêzî û berxwedanê di gelê Kurd de zindî bimîne û xurt bibe. Dema mirov li dîroka Serhildanên ku hatine çêkirin meyze dike tişta derdikeve pêşberî me sedemê êrîş kirina li ser gelê Kurd pir zelal derdikeve ber çavan. Di dîroka gelê Kurdistanê de cara yekem şerê ku tê meşandin li kêleka vê alternartîfa vî şerî tê ava kirin.  Ji bona vê jî dewletên dagirker di vê astê de li hember Rêberê Gelê Kurd bi hêrsin. Alternatîfa şer ava kirin û li hemberî pergala heyî şer kirin ji bona hêzên serdest tehdîda mezine. Ji ber vê jî tu carî, ti kes nebûye dostê Kurdan. Her demê li ser xwîna Kurda cîhê xwe çêkirine. Ji bona ku tevgera azadiyê ji naveroka wê derxin destpêkê di kesayate Rêber APO de tevgerê tine kirinê esas digrin. Ji ber ku tevgera azadiyê bi fikir û felsafe Serok APO de xwe nû dike.                        

Li hemberî planên dagirkeriyê ên li ser Rojhilata Navîn, Rêber APO projeya Konfederalîzma Demokratîk pêş xist. Serok APO bi pêş xistina vê projeye re da diyar kirin ku, em ê êdî şerê zihnî bikin.  Rêber APO pêngav da dest pê kirin ev pêngava Serokatiya Heqîqetê li beramberî her cûre desthilatdarî û tepisandina gelan bû. Vê pêngava Serokatî hêşt ku tevahî planên hêzên qirker vala derkevin. Serok APO dest pê kirina vê pêngavê di roja Newrozê de îlan kir. Di wê demê de armanca Serok APO hebû. Li hemberî pengava tasfiye kirina tevgerê, Serokatî pêngava berxwedaniyê pêş xist. Di vir de jî Serok APO bi ser xist berxwedaniyê bi ser xist. Hêşt ku planên tesfiye kirinê ber taraf bibin. Di rewşên bi vî rengî de berxwedanî dibe bersiva hemû hewldanên xirab kirinê. Di dema ku tecrîd li ser Serok APO hat pêk anîn an ji dema ku xwestin dengê Serok APO ji cîhanê qut bikin  tevahiya gelên  Kurdîstanê bertek nîşan dan. Dewlet dibêjin min Rêberê wan girt, min komkujî kirin bi vê re wê tirs ava bibe. Roja 5 Nîsana 2015’ an de dema hevdîtin qut kirin dengê Çiyagera bilind bû. Berxwedana ku wê demê derket esas bersiva tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd bû. Ew rih li tevahiya perçeyên Kurdistanê belav bû. Ev jî ji bona dewleta bû tirsekî mezin.  Ji bona ku ev rih belav nebe dewleta tirk û hêzên qomploger bi sedan ciwan, dayîk zarok û gelê me li bakûrê Kurdistanê qetil kirin. Ew şerê li Bakûrê Kurdistanê di dîroka berxwedaniya azadiyê de piştî Berxwedaniya Zîndana Amedê şerekî yekemîn bû. Wekî ku hevalê Çiyager jî  digot çi dibe bila bibe wê dawî muhteşem bibe.  Ew muhteşem pergala Erdoğan ya emperyalist ser û bin kir. Li Rojavayê Kurdistanê me ti astengiyên qomplogeran nas nekir. Ji ber ku hêzên desthilatdar elimîne ku her demê Kurdan di komkujiyan de derbas bikin. Bi vî awayî dixwazin her demê dîrokê dûbare bikin. Lê Serok APO dibêje min gelek ji nava pencên qirkirinê xilas kirin. Rûxmê ku Rêber APO di destê wan de ye lê bi berxwedaniyeke mezin wan vala derdixe. Di şexsê Serok APO de berxwedanî digihêje lutkeyê û digihêje nava gel. Ji bona vê jî, ji bona ku vê qomployê di Rojava yê Kurdistanê de û Bakûrê Sûrî de vala derbixin gavên pir mezin hatin avêtin. 

Li Bakûrê Kurdistanê piştî ewqas qetil kirin, şewitandina ciwanên Kurd û xirab kirina deverên dîrokî bi vê re nirxên civakê talan kirin bi gotina Hevalê Çiyager çi dibe bila bibe wê dawî muhteşem bibe di Newrozê de bersivekî mezin da. Bersiva ku Fermandar Çiyager da bersiv dayîna mîna Mazlum Doğan bû. Vê bersiv dayînê jî bi hezaran gel li derdora xwe kom kir.  Di Roja îro de şerekî di asta lûtkeya herî jor de li ser EFRÎN’ ê tê meşandin. Efrîn, Bakûrê Sûrî ji vê qomployê ne qutê.

Di hemû cîhan de tiştên ku li ser Gelê Kurd tê meşandin ji qomployê ne qutê. Dijmin bi awayekî vekirî ji Serokatî re dibêje eger tu ne bûna di roja îro de tevgera azadiyê di vê astê de pêş nediket û li Rojava yê Kurdistanê di vê astê de pêş ketin çênebûna. Em jî dibêjin ku bi Serokê xwe re heta dawî yê bi felsefe, birdozî, paradîgma û bi rêxistinî heta dawî van di warê jiyanî de em ê pêk bînin. Ji ber ku ez li hesabê dijmin nayêm bi me re hem dikeve têkiliyê hem jî dijbertî dike.

Tişta ku li EFRÎN’ ê tê jiyan kirin jî eve. Gelê Efrînê Zarokê Efrînê ne çetene lê dewleta tirk dibêje ez ê çeta bikujim.  Ew bi xwe çetetî dikin û li kêleka wê jî dibêje tiştê ku hun dikin ez tehemûl nakim. Çima me tehemûl nakin ji ber ku em guhdarî Rêber APO dikin û Projeya ku Serok APO ava kiriye em pêk tînin. Tişta ku di vir de carekî din derdikeve holê hêzên ku piştgirî didin vê qomployê û yên ku êrîşa didin domandin heman hêz in. Carekî din di şexsê berxwedaniya Serok APO û berxwedaniya Efrînê de ruyê cîhanê yê reş carekî derket holê. (spot dibe) Wekî gelê kurd em di pir qetlîaman de derbas bûn me netîce negirt lê em ê di şexsê Berxwedaniya Rojava de netîce bigrin ji ber ku me heta aniha pişta xwe neda hêzên derve û me ne hêşt ku hêzên cuda me bi rêve bibin. Li kêleka vê me her demê hêzên Rêberê xwe, felsefa û birdoziya xwe me esas girt. Di roja îro de em tên muxatab girtin û di çareser kirina mijaran de rola me jî heye.

Ji bo gelê Kurd û tevahî gelên rojhilata navîn Bihar bi hatina Newrozê tê pênasekirin. Newroz ne weke rojekî cejnê weke pêvajoyekî pêngavên dîrokî hatiye jiyan kirin. Ji dema Medan angu Kawa hesînkar  bigre heya Kawayê hemdemî û peyamên Rêber APO ya 2013 ji bo Newroza Amedê hwd. Newroz bi avakirina tevgera azadiyê re veguherî raperîna gel û roja bilindkirina tekoşîna Kurdê hemdemî. Meha Adarê mehekî berxwedaniyê ye û wisa tê bi nav kirin lê, di tevgera azadiyê de her roj berxwedane. Di meha Adarê de dagirkerên Kurdistanê bi komkujiyan xwestiye Kurdê tekoşîna azadiyê dide ji holê rabike. Komkujiya Helebçe, Hewlêr li ser endamên birîndar yên tevgera azadiyê û ya Qamişlo ku di meha Adarê de hatine li darxistin feraseta zihniyeta serdest û xwînxarên Kurdan radixe ber çavan. Ti carî mijokdaran bi van komkujiyan neghêştin armancên xwe û gav bi gelê Kurd paşde nedan avêtin.

Di vê mehê de jî pêngavên dîrokî hatine çêkirin û mohra xwe li dîrokê dane. Her salek bi bihar bûn û bi berxwedaniya xwe wateyekî xwe yê cuda heye. Serkeftina Efrîn wê bibe binkeftina komploya navnetewî. Dewleta tirk û hêzên qomploger di Efrînê de negihêştin armanca xwe û wê negihêjin, li ser berxwedaniya Efrînê wê her kesek biaxive.

Ji ber ku Gelek, civakek xwe bi xwe berxwedaniya xwe dike. Tevgera azadiyê xwe bi xwe ji tevahiya cîhanê re da nas kirin. Armancên dewleta tirk û hêzên qomploger çi bû bi hemû rûreşiya xwe carekî din nîşanî tevahî cîhanê daye.

                                                                                    Arşem Efrîn