Em Dizanin Tu 24 Saetan Bi Me Re Jiyan Dikî

  • 2018 8 26 | Gotar

 

Di serî de ez wek jineke ciwan slav û heskirinên xwe ji bona we dişînim. Serokê min te rojên ku li ser me hatibûn tarî kirin ronî kir û te rêya jiyana rast nîşanî me da. Mirovek, jinek çawa di rêya heqîqetê de bimeşe te nîşanî me da. Weke dareke ku hişk bibe te ji nû de ew dar şîn kir. Ez weke şervaneke ku di xeta te de dimeşim dixwazim rastiya Arînan, Barîn, Bêrîtan û Zîlanan bidim jiyan kirin. Ji bona vê jî ezê xwe di fikir û felsefa te de kûr bikim. Ji ber ku fikir û ramanê te mirov bi hêz dike û mirov dizane ku çawa jiyan bike. Ji bona ku ez weke jinekê rast jiyan bikim ev ji bona min pêwîste. Serokê min weke ku Ş. Zîlan jî dide diyar kirin eger ku ji canê min zêdetir tiştek hebûna minê ji bona te û Şehîdan feda kiribûya.

Ey Serokê min weke ku ez dixwazim ez nikarim binivîsînim. Ji ber ku ji bona te hestên xwe anîna ziman ne tiştekî hêsane. Serokê min ez gelek caran ji xwe re dibêjim gelo ezê kengî dengê te bibihîsim. Dibe ku di warê fizîkî de tu ne li gel me yî lê em dizanin ku 24 seetan tu bi me re jiyan dikî. Em jî weke şervanên te her demê fikir û felsefa te dişopînin û didin jiyan kirin. Tişta ku li ser me jî dikeve eve. Xwesteka me ewe ku em rojeke te di ronahiya rojê de bibînin. Hevalên ku bi te re jiyan kirine ez dixwazim wan hevalan bibînim. Di dîroka şerên me de ewqasî berxwedanî çêbû, jinan li ber xwe dan û di Efrînê de ev berxwedanî gîhişt lûtkeya herî jor. Me gelek berdêl da lê ev berdêlên ku em didin ji bona me dibe hêza herî mezin. Herî dawî şerê ku li beramberî hovîtiya dijmin du mehan li Efrînê hat jiyan kirin, berxwedaniya ku hat meşandin li tevahiya cîhanê deng da. Îro keç û xortên Kurda bi rihê fedaî li berxwe didin. Berxwedan her demê jiyane. Berxwedanî mirovan ber bi serkeftinê ve dibe

Jiyana min her demê şer bû.

                                   Ş. Sara