Em azadiya fizîkî ya Rêber APO mîsoger bikin

  • 2019 2 16 | Gotar

  Bi Komploya navdewletî re  di kesayeta Rêber APO de xwestin vîna gelê Kurd bişkînin lê belê bi komployê re gel jî ji xewa giran hişyar bû. Dema destpêkê ku komplo pêş keti jî ji her çar aliyên cîhanê gel rabû serhildanan. Li gelek zîndanan de çalakî hatin li dar xistin. Di roja îro de jî dewletên dagirker bi tecrîda girankirî ya ku pêş dixe re dixwaze berdewamiya komployê bîne. Lê belê çawa ku di destpêka komployê de li beramberî komployê hêrseke mezin hat ava kirin di roja îro de jî li beramberî tecrîdê jî heman bertek ji her çar aliyên cihanê tên nîşandayîn. Di pêşengtiya Leyla Guven de li zîndanan çalakiyên girêvê destpê kirin, heta niha jî didomin. Cardin ji her derê cîhanê gel bi taybet jî jin li beramberî vê tecrîdê çalakiyan li dar dixin. Ji ber ku di roja me ya îro de fikir û ramanê Rêber APO li her derê cîhanê belav bûye û tevahî jinên ku rastiya birdoziya Serok APO fêm kirine ne komployê û ne jî tecrîda ku di roja îro de li beramberî Rêber APO tê meşandin qebûl nake û wê neke. Em weke şervanên YPJ'ê jî ji bona vala derxistina komployê emê hêza xwe bi dehan qat zêdetir mezin bikin û armanca me jî her demê jî ewe ku em azadiya fizîkî ya Rêber APO mîsoger bikin.   

Zozan Ciwan