Em bê zarok amadene jîyan bikin lê welatekî ku dagirker bikevinê da jibo jîyanê ne amadene

  • 2018 Adar 7 | Gotar

Ev peyvên dayîkê Efrîn’nêne gelo kîjan hêz wê bikaribe xwedîyê van gotina ku warekî ji kedê hatîye çekirin wê gelo kîjan hêz wana ji axa wan derxîne. Axaku dayîka kezebên xwe fedakirine ew dîyarî axê kirine erê evder Efrîne. Dewleta duyemîn ya nato ji 20 çile haya roja îro bi bangawazîya ezê sê rojada bigrîm eriş kir ser Efrînê Evbu 42 roj bi tevahî hêzaxwe êriş dike. Mal gund navçe bajar bi tevahî şopên xirakirina dagirkerîyêra rubi ru mane. Şerekî bi tevahî ser teknîkê dane pêşxistin jiber wê yeke xirabuna cîhe warê sivîlan pir dibe. Şerê wan şerê teknîkêye cudayê vê şixwe nikarin tiştekî bikin.Tevahî çeteyan dora xwe komkirine û binavê artêşê eriş dikin. Lê di rastîya xweda komeke mezin ya xwîn mijê gelan xwe dane kêleka feraseta faşist ya dewleta tirk û bi vî rengî êriş dikin. Di êrişên xweda tû zagonên ehlaqî yê mirovahîyê nasnakin. Jibo vê zarok kal pir tevahî nivşên civakê kirine hedef jiber hedafa dagirkerîyê tunekirina gelê Kurde ji destê wan were wê me ser erde nehêlin ewqas hemberî hebuna gele azadîxwaz bê tehmulin. Bi vê pêla faşîzane eriş dikin. Di vî şerîda hêzême weke QSD YPJ YPG HPC Asayîş Erkaxwe parastinê û gelêmeyî berxwedêr ku li gel zarokên xwe neqetîyan risteki bê hempa girtin ser mile xwe. Hêzênme bi bawerîyek mezin bi zanisteke dîrokî tev digerin. Ruxmê erişeke hovane pêk tê rojane gund mal xirab dibin bi tang top û balafirên dagirkrîyê lê dîsaji ev gel û şervanê vî gelî dest ji axa xweya pîroz bernade û berxwedanek bê hempa dide meşandin. Gelekî qasî şaxên dare zeytunê koka xwe berdane vê axê bi kedek mezin ev ax bedewkirine îro jî bi seknek efsaneyi bi berxwedanek dîrokî li ser axa xwene. Ruxmê bi sedan sivîl divan êrişanda şehit bun yek mirovîjî dest ji bajarêxwe berneda. Gelekî wisaye ku mirin bi binxistîye. Parazvantîya vî gelî ji berêva heya naha  vê hêza ji pola hatî avakirin gele xwe parastîye wê îroji hemberî tevahî êrişan biparêze wê rê nede dagirkeran.Di şerê Efrînêda keçikên 18 salî heya jinên 60 salî çek rakirin û çeperada li hemberî dewleta faşist û çeteyên wê şerkirin. Ku mirov hebuna xwe neparêze mirovê bibe parîyek hesan ji bo berazên serxoş. Ku jin xwevir bi rêxistin nekiriba nebuba hêza parastinê buyera şengalê da pêk hat wê vê carê dubare li Efrîn pêk bihata. Eger mirinek me hebe bila bê ser çavan lê bila mirinek bi rumetbe. Di vî şerîda windahîyên me tevahî jî bi karanîna çekên giran balafirên şer çêbun. Ji ber neyar bi mera nikare şerê singe sing bike. Dijmin li hember hêza gelan ya hatîyê rexistinkirî zuda têk çuye wunda kirîye. Wê tu hêz nikaribe vîna gele azadîxwaz bişkêne.