Em bi rihê 8’ê Adarê berxwedana Serdemê Bibin serkeftinê

  • 2018 adar 8 | Daxuyanî

Bahar; serî rakirin, berxwedan û rihê azad jiyan kirine. Di nava berxwedaniya herî bilind ya Efrîn’ê de tevahiya jinên cîhanê 8’ê Adar’ê pêşwazî dikin. Roja 8’ê Adarê li rêhevalê jinan Rêber APO, li jinên cîhanê, jinên Kurdistanê, Bakûrê Sûrî û şervanên di çeperên berxwedana serdemê de cih digrin pîroz dikin. Di şexsê berxwedanvan û têkoşerên Efrîn’ê de hemû şehîdên şoreşê bibîr tînin, soza bilind kirina tekoşînê dûbare dikin. Di şexsê şoreşgerên demê de; Amargî, Barîn, Avêsta, Şayan û gelê berxwedêr ku heta dawî cîh û warên xwe bernedan, dijî dagirkeriyê rihê serdemê jiyan kirin û di oxira parastina welat de gihîştin şahadetê bi bîr tînin û di şexsê kesayetên serhildêr yên demê de soza xwe ya serkeftin û tolhildanê dûbare dikin.

Jin; di her dema dîrokê de bi rihê serhildêr li hember desthildariyê û dagirkeriyê berxwe daye û ti carî rê nedaye tinebûna nirxê civakê. Ji dîroka mirovahiyê heta roja îro jin her tim ji bo parastina nirxên civakê di refên herî pêş yên serhildanan de cîhê xwe girtiye, li hember hemû qirêjbûnên netew-dewlet, di avakirina civaka wekhev û demokratîk de berdêlên pir mezin daye lê ti carî rastiya afirandinê ji bîr nekiriye, berovajî di parastina xweza, civak û mafên mirovî de rûxmê hemû nêzîkatiyên paşverû serî netewandiye. Jinên pêşeng yên ku di afirandina civakbûnê de rista herî diyarker leyîstiye bi destê tarî yê zîhniyeta serdest ve di nava dîroka mirovahiyê de hatine winda kirin. Lê heqîqet ti carî nayên windakirin. Bê guman sekna jina azad; ji Clara Zetkîn heta Roza Luxsemburg, ji sê xuşkên Mîrabell heta Zarîfe, Besê û Sara’yan, ji Bêrîtan heta Zîlan û Gulanan, ji Nalîn û  Şervînan heta Delal û herî dawî Avêsta, Barîn û Amargî’yan bê navber berdewam dike. Ronahiya jiyana azad bi rihê pêşeng yê jinan re digihîje serkeftinê. Li hember hemû bêdengî û hevkariya dijmirovî ya hêzên navnetewî, tevahî jinên azadixwaz yên cîhanê bi rengê jinê 8’ê Adar’ê pêşwazî bikin, bi xwedî derketina berxwedana Efrîn’ê re dewleta tirk ya dagirker têk bibin û pêşerojên azad diyarî gelên berxwedêr bikin.

Artêşa tirk teknîkên herî pêşketî bi şêwazên herî hovane li hember gelên Efrînê bikartînê, di encamê de zarok, jin, kal û pîr şehîd dikevin. Ev qirkirina ku li ser gelê me yê Efrîn’ê tê kirin encama ittîfaqên qirêj yên dewletên dagirkere. Carekî din di şexsê gelê Efrîn’ê de gelê Kurd bi îxanetekî mezin re rû bi rû ye, îro bêdengiya li hemberî dagirkeriya dewleta tirk ispata vê rastiyê ye. Li hemberî vê dagirkeriyê gelê me û mirovên alîgirê azadiyê bi rihê hevgirtî yê gelan bi coşa baharê berxwe didin. Tekoşîna gelan ya yekbûyî wê bihêle ku ittîfaqa qirêj ya hêzên navdewletî têk biçe û dagirkeriya faşîst ya erdogan tine bibe. 8’ê Adara îsal bi yekbûna jinan ve di tevahiya cîhanê de bi rengê raperînên jinan wê werê pîroz kirin. Bi şîara; “ Berxwedana serdemê bibe dawî kirina dagirkeriyê” ve hemû jin dadikevin qadan, li hember serdestiya zihniyeta netew-dewlet bi rengê jin tekoşîna azadî û wekheviyê bilind bikin, pêşerojên azad dîyarî civaka berxwedêr bikin. Xwedî derketin û peşengtiya jinan ya 8’ê Adarê wê bibe tolhildana serdemê.

Weke yekîneya hêzên parastina jin YPJ’ê ji bo parastina nirxên şoreşa gelan û civaka demokratîk di ava kirina Netewa Demokratîk de xwedî ristekî mezin bûn. YPJ’ê li hemberî çeteyên daîşê yên hov û îro li hemberî dagirkeriya tirk, li ser navê tevahiya jinan tekoşîneke bê hempa dimeşîne. Ev tekoşîn, berxwedan û berdêlên  tê dayîn bûye perçeyeke ji mîrasa dîroka jinê. Em ê heta dawiyê xwedî li vê mîrasê derkevin û em soza berxwedan, tekoşîn, tolhildana serdemê di serî de ji bo hemû dayîkên afirîner, tevahî jinan, şehîdên xwe yên pêşeng û şoreşa gelan re didin. Wê sekna tekoşerên jin yên pêşeng bibe ronahiya rêya azad û di vê rêya pîroz de heta ku bigihîjin serkeftinê, berxwe bidin û bi rihê tolhildana serdemê re serbikevin.

Careke din roja 8’ê Adarê li rêhevalê jinan Rêber APO, li jinên cîhanê, jinên Kurdistanê, Bakûrê Sûrî û şervanên di çeperên berxwedana serdemê de cih digrin pîroz dikin û wan bi dilgermiya hestên jin silav dikin. Û dibêjin wê berxwedana jinan bibe temînata jiyana azad ya serdemê. Em bi boneya roja 8’ê Adar’ê bang li tevaî jinên cîhanê dikin; “ Bibin xelek li derdora berxwedana serdemê”.

                                            Fermandariya Giştî Ya YPJ