Em hevrê Dilovan Şêran bibîrtînin

  • 2019 3 31 | Daxuyanî

Rêhevala me Dilovan, li Dêrîkê di encama qezayê de, tevî hemû hewldanan gihîşt şehadetê. Em di kesayeta rêheval Dilovan de, hemû hevalên ku di tekoşînê de bi fedekariyên mezin rabûn û gihîştin şehadetê bi rêzdarî bîrtînin û soza dewamkirina rêya wan nû dikin.

Tekoşîna me di encama kedên mezin û berdêlên giranbuha de gihîşt vê rojê. Em her roj li qadên cuda, yên tekoşînê şahidiya fedekarî, xwestek û tekoşîna ji bo azadiyê tê dayîn dikin. Her şervaneke me bi vê ferasest û nêzîkatiyê tevlî dibe tekoşînê dimeşîne. Hevrêya me heval Dilovan, ya di temenê xwe yê ciwan de tevlî nav refên tekoşînê bû yek ji wan rêhevalan bû.

Hevala me Dilovan hevaleke ji Kobanê bû, bi hestên şoreşê di malbatek welatparêz de mezin dibe. Bi berxwedana li Kobanê hat meşandin bandor dibe û beşdarî nav refên YPJ’ê dibe.

Heval Dilovan, li Dêrîkê di encama qezayê de, şehîd bû. Tevî hemû hewldanan di 18 Sibatê 2019’an de li Dêrîkê gihîşt şehadetê. Em ji malbata heval Dilovan û hemû gelê me re sersaxî dixwazin û xemgîniya malbatê parve dikin. Em soza xwe ya şopandina rêya şehîdan nû dikin û careke din rêheval Dilovan û hemû hevrêyên me yên ku şehîd bûne bi rêzdarî bibîrtînin. 

Nasnameya heval wiha ye;

Nav û Paşnav: Dilovan ŞÊRAN

Navê rast û Paşnav: Ocelîn KALO

Navê dayîk: Zelîxa

Navê bav: Mehmûd

Cih û dîroka tevlîbûyînê: 2016 KOBANE

Cih û dîroka şehadetê: 18.2.2019 DERÎK

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê