Evîna Mezin Hevaltiya Bi Şehîdan Re Ye

  • 2018 12 16 | Gotar

 

Her demê pêwîste wîjdanê mirovan, beriya ziman biaxive. Ji bo dema gotin, ji devê mirovan derket derdor sar nebin. Gotinên mirov li hemberî jiyanê, di çi astê de xweş bin, heskirina mirov ya ji jiyanê re zêde bibe. Ji ber ku, fikirandina mirov çi be gotinê mirov jî ewe. Pêwîste axaftin pênaseya jiyanê bikin. Ji ber vê jî mirov, çi û çawa jiyan bikin heqîqeta jiyana wan derdikeve. Pratîka rast çibe pêwîste ew werê kirin ku em bikaribin di riya şehîdan de bimeşin. Manewiyata me ya ku di roja îro de dihêle em bijîn rastiya şehîdane. Şehîdên me bi qehremanî têkoşîn kirin û ew mîrasa têkoşînê ji bo me hiştin. Ez bi xwe jî ji ber girêdana bi şehîdan re tevlî bûm. Heta ez tola wan hildim, ezê têkoşîn bikim. Ji bo min soze heta ez tola wan hilnedim pêwîste ez şehîd nekevim. Mafê şehîdan nedayîn, li gor rastiya wan tevnegarindin bê pîvanbûna herî mezine. Ji ber vê jî ez deyîndarê şehîdan me. Çi dibe bila bibe dara ter û hişk bi hev re nayên şewitandin. Di dorhêlên şer de, mirov rastî gelek rastiyên bi êş tê. Derfetên ku ev şer di nav de tê meşandin, pêwîste werê zanîn. Ji bo vê jî bi taybet di nava şer de, bi hev re mijûlbûn û nîqaş kirin pêwîste.

Hevaltî, hevalê derdora xwe nas kirin, rexne kirin û hêz dayîne. Mafê her kesekî yê rexne kirinê heye lê ew mafê me nîne ku em hinek mijaran ji dûr de tenê temaşe bikin û bibin temaşevan. Dema mirov di derbarê mijarekê de nirxandin kir ew nirxandin yê/a pêşberî me pêwîste bixe nava lêhurbûnê. Di heman demê de herdemê rastiya hevala/ê pêşberî xwe li ber çav girtin û wisa nêzîkatî dayîna raber kirin girînge. Pîvanên me yê hilbijartina rastiyan pêwîste li gor rastiya Rêber APO be, ne li gor kesayetan. Gotina ‘’tiştek nabe’’ wê bi xwe re gelek tiştan bîne. Pir caran ji ber ku gotina tiştek nabe hatiye bikar anîn rê li ber encamên gelek xeter vekiriye. Di dorhêlekê de axaftina yek kesî dikare xira jî bike û dikare ava bike. Axaftinek dikare mirovan ji jiyanê qut jî bike û bi jiyanê re heta dawî jî bide girêdan.

Ev şeş mehe ez li Rojava me. Rastî jî gelek rojên xweş, tijî û zehmet me jiyan kirin. Mirov ji xwe re û ji derdora xwe re bibe hêza çareseriyê gelek grînge. Min bi xwe gelek mijarên ku bi derdor re parve nekir û bi xwe derbas kirin çêbûn. Ji ber ku min dizanî ez çidikim û ezê çi bikim. Ji ber vê jî ji xwe bawer bûn hêza herî mezin dide mirovan. Ji bo ku mirov ji xwe bawer be jî pirsa ‘’ez çima jiyan dikim’’ pêwîste her tim însan ji xwe bike. Kî dibe bila bibe ferasetên ku kedê vala derdixe ne rast in. Kesayet ne pîvanên me ne. Pîvanên me diyar in. Ezê tim rastiyan biparêzim û ji şaşitiyan re bêjim na. Ezê bibim xwedî sekneke ku layiqî keda şehîdan derkeve.

Belê heval, nebûna we ya li kêleka min, min pir xemgîn dike. Lê ez hêza xwe ya jiyanê û rihê hevaltiyê ji we digrim. Ez dixwazim her kêliya jiyana xwe bi himbêz kirina we derbas bikim. Her çiqas fîzîkî em li cihên cûda bin jî ez her demê li gel we me û di dilê xwe de, we himbêz dikim. Di dil û mêjiyê min de, cihekî we yê pir giranbuha heye. Ji ber ku ez dizanim bingeha hevaltiya rast ji têkoşîna rast dest pê dike. Ezê jî bibim xwedî vê rastiyê û rastiya ku ez ji xwe re weke pîvan jî dibînim û digrim dest eve.

 

Ji Bo Şehîd Gûlan û Şehîd  Têkoşîn

19. 1. 2014