Ev Pêngav Ji Bo Tevahî Gelên Sûriyê Dîrokî Ye

  • 2018 9 17 | Nûçe

 

Pêngava Bagera Cizîrê ya ku ji 11 Îlonê ve dest pê kirî berdewam dike. Fermandarên Yekîneyên parastina jin YPJ’ê Aryen Qamişlo û Roj Dêrsim yên ku beşdarî pêngavê bûne li ser pêşde çûna pêngavê axivîn.

Fermdan Aryen Qamişlo nirxandina xwe kir û wiha got; “Ev çend roje Pêngava Bagera Cizîrê berdewam dike. Heya niha pêngav bi serkeftî didome. Ev pêngav xwedî girîngiyekî dîrokî ye. Serî de armanca me ya vê operesyonê ewe em êdî cixrafîk, hebûna Daiş’ê ya leşkerî biqedînin. Her wiha ev operesyon, li hemberî feraseta hêzên ku dixwezin xwe di Suriyê de serwer bikine. Şerê me li hember desthilatdariyê ye, li hember dagirkeriya ser ax, welat, gel û jin tê meşandine. Em wek hêzekî li hember vê disekinin. Bi taybet li hemberî hişmendiya ku jinê wek hêz nabîne zilm û zorahiya dimeşînê ye. Em weke hêzên yekîneyên jin YPJ xwe di ber tevahî parastina pekhateyên Suriye û azadiya jinan de berpirsyar dibinin. Emê her tim li hemberî tevahî hêzên ku êrişî nirxê gelan dikin têbikoşin. Heya li suriyê jiyaneke bi reng û dengê jina azad werê afirandin ev tekoşîna me wê li gelemperiya Suriyê hemberî grûpên çete berdewam bike.”

Fermandara bi eslê xwe Ereb Roj Dêsim jî axivî û bal kişand ser armanca keçên Erebe ya pêngavê; “Dêre zor navenda çeteyan bû, ev jî hişt ku jinên li wir jiyan dikin baweriya wan bi tevlîbûna nava refên YPJ'ê xurtir bibe,  bi riya tevlîbûna nava yekînayan re herêmên xwe biparêzin, û ew heşmendiya desthilatdar ya çeteyan, yê ku mafê jinê hemû tunekirine û ew zilma ku jin pêre rû bi rû dimîne, û jinê di bin çarşefên reş de vedişêrin ev 7 salin ku li Dêr Elzorê tê meşandin, bi dawî bikin. Parastina jinên Kurd, Ereb, Siryan û ji hemû pêkhateyan, şerkirina wan li hember çeteyan, hêza jinê da îspat kirin. Ev jî bi rêya tevlîbûna jinê ya hemû pêngavên ku li Rojava hatine pêk anîn wek (Efrîn, Cizîn û Xezeba Firatê) rola jinê di van pêngavan de pir girîng bû û dan diyar kirin ku jin ne tenê ji bo zarok anînê ye, lê hêza wê ya ku li hember hemû êrîşên derve û hundir ku ewlehiya herêmên wê dixe metirsiyê, bisekine heye. Her wiha yekîtiya hemû jinan dide avakirin ku li hember çeteyan şer bike. Gelên Dêre zorê jî niha di pêngavê de cih digrin ku çeteyan ji herêma xwe derxînin".                                                        

                               Navenda Ragihandina YPJ’ê