Ez Her Kêlî Bi Hêvîya Dîtina We Dijîm

  • 2018 12 22 | Gotar

 

Ez evîndara jiyana azad im. Hêviyên min bi fikirên we mezin bûn, jiyana min bi hebûn û ramanên  we mezin wateya rastîn ava kir. Em weke jinên ciwan, erka me ewe em xwe di fikir û ramanê we kûr bikin. Em çiqas rastiya we fêm bikin û pêk bînin, emê ewqasî bikaribin bibin xwedî hêz û jiyaneke nû. Em hêj azad nebûne, me hîna xwe ji zincîrên koletiyê rizgar nekiriye. Evîna me hatiye qirêj kirin. Dijmin li ser navê jiyanê tu tiştek ji me re nehêştiye. Serokê min, em di dibistana we de fêrî van rastiyan bûn. Bi derbas bûna demê re eşqa azadiyê di dilê min de mezintir bû. Ez dixwazim ji kûrahiya hest û mêjiyê xwe de hîs bikim û bidim hîs kirin. Di nava agirê azadiyê de, ezê xwe ji nû de ava bikim. Kêlî bi kêlî, pêwîste em xwe li hember hebûn û rastiyê lêpirsîn bikin. Ez weke şervaneke ciwan di hebûn û rastiya we de lêpirsîn dikim da ku ez xwe bigihînim we û bibim şervaneke rast ya dozê.

Serokê min, we jiyana herî bi wate teslîmî me kir. We ji me re jiyaneke nû ava kir. Ji Bona parastina vê jiyanê têkoşîn û berxwedan ji me tê xwestin. Ji bona vê jî çi ji destê me werê pêwîste em bikin. Fikira we da ye me têr dike em bê teredût destê xwe bavêjin bin her kevirekî. Ez dixwazim bibim milîtaneke we ya rast jiyan dike. Ji bo ez hêvî û xwestekên xwe bi cîh bînim pêwîste ez bibim xwediyê ked û hewldanê. Tevahî milîtanên Apoyî pêwîste bikevin nava vê hewldanê. Ji ber ku erkên pir mezin ji me tên xwestin. Ji bo pêk anîna van erkan em tevlî bûne. Ji bo ku ev rast werê pêkanîn bingehên xurt ji me re pêwîstin.

Di nava jiyeneke ku zordest lê serdest bûne de, tekoşîn kirin dilsoziyeke mezin ya bi gel re dixweze. Ji bo heviya kenên zarokan bi cîh werin emê tekoşîna xwe bidomînin. Ji ber vê yekê ez her tim li hember rastiya we serî çemandî me. Serokê min, ezê heta dawiyê di vê riya pîroz de li ber xwe bidim û tekoşîn bikim. Armanca min ya sereke roj bi roj hin zedetir di felsefe we de xwe kûr kirine. Ji bo ku ez bigihîjim armanca şehîdan, ezê heya dawî bibim xwediyê tekoşînek rast. Tekoşîn, mezin kirina kesayet ava dike û lêgerînên azadiyê bi wate dike. Ez her kêlî, her roj bi hêviya dîtina we re jiyan dikin. 

                                                                                                                                                                                        Çarçella CILO