Fîraz Dax: Min bi ala PKK ê bipêçin

  • 2017 cutmeh 4 | Pekrewan

Îro li Bakûrê Sûriyê endamê ragihandina YPG Fîraz DAX û 3 şervanên YPG yên bi navê Şiyar Til Koçer, Egîd Cûdî û Dilgêş Zana bi merasîmekî bi heybet hatin veşartin. Lehengên welatê medyayî bawerin, wê di demekî nêz de çeteyên daiş’ê li tevahiya Sûrî paqij bibin. Bi şervanî, egîdî û qehremanî dîroka mirovatiyê ji nû de dinivisînin. Li ser xaka rojava her roj canên ciwan dibin mêvanê xaka pîroz. Dibin tov û dibişkivin. Ez îro bûm şahidê wan tovên bi xwîna cangoriyên vê welatî têne çandin û dibin jiyanên nû. Rastiya gelên Kurdistanî, êdî heqîqeta jiyana xwe li ser dibendiya jiyan û bêmiriniyê strandiye. Ev heqîqeta bêmirinî êdî bûye nav û nasnemeya gelekî li gel ewladên xwe şerê însanyetê didêye. Rastiya şoreşa rojava ango Bakûrê Sûriyê jî bi beşdarbûna her netewî bûye îlhama tevahî cîhanê.    

Endamê ragihandina YPG, Fîraz DAX, li gel sê rêhevalên xwe ku yek ji wan bi eslê xwe Ereb bû îro li goristana Şehîd Xebat Dêrîk hatin veşartin. Bi hezaran şêniyên bajarê Dêrîk herikîbûn berbi goristanê ve, ji bo ku şehîdên xwe hembêz bikin. Rojnemevan û rêhevalê rojên zor Fîraz Dax, di dest pê ka sala 2017’an de ji bo ku heqîqeta şoreşa gelên li Bakûrê Sûrî ji cîhanê re ragihîne li welatê dûr û biyanî Biritanyayê berê xwe dabû welatê xweyî ku her tim birçiyê dîtina wî bû. Fîraz Dax, weke xelîl Dax xwe bi şervan û şerkerên ku di oxira welatê xwe de can didin û dibin avakerên pêşerojekî nû re gîhande însanê kamil. Çiyayîbûn di dîrokê de û heya roja îro bûye nasnameya gelên Kurdistanê. Lewma ew çiyayî bûn ta ku xwe bighînin heqîqetên ebedî yên li ser erdnigariya Kurdistanê têne jiyan kirin. Heval Fîraz bi tekoşîn û rihê xweyî fedaiyane bû navnîşana yek ji ferdê çapemeniya azad. Rêheval Fîraz Dax di dilê her rêhevalekî ragihandinê de navê xwe bi herfên zêrîn nivîsand. Asoya wî ya azadî û jiyanê wê timî bibe ronahiya şiveriyên.

Rêheval Fîraz ji bo ku hovîtiya çeteyên daiş’ê, ji raya giştî re raxe ber çavan, berê xwe dabû cenga mezin ya bajarê Raqqa yê. Lê hovên serdema 21. Yên ku êrîşî hemû nirxên gelan dikin bi awayekî nemerdî berê guleya xwe dan şopdarê heqîqetê. Dîtina heval Fîraz nebû şansekî lê me şahidiya heqîqeta wî ya ku di dilê rêhevalên xwe de dabû çandin kir. Îro makîne, pênûs û çeka wî di destê rêhevalên wî de bûn û ew bi xatir xwestinekî ebedî berbi rêwîtiya rêya şoreşgeran ve şandin. Min şahidiya çawa Fîraz bû gel û gel jî bûye Fîraz kir. Gava ku Law û keçên gelekî, di oxira welatê xwe de şer dikin, her tim xweşikbûn dibin para wan. Heval fîraz jî yek ji wan lawana bû xweşikbûna wî di çavên wî de hatibû neqişandin. Mirov hema bi heyîranî dixwest li wêneyê wî temaşe bike. Reva di peyî heqîqet û dîtina rastiyan de ew xweşik kiribû. Ew mîna dilovanekî bighîje evîna xwe bû. Wî dilê xwe, hizir û çalakiya ya gîhandina hevjiyana azad di heqîqeta APO’yî de strandibû. Wî lewma di wesiyeta xwe de gotibû dema ku ez şehîd bibim min bi ala PKK’ê bipêçin.       

  Em weke rêhevalên heval Fîraz sos didin ku em ê çeka wî, kamera û pênûsa wî tu carî nehêlibin bi tenê bimînin. Em ê wî di her kêliya neqişkirina şoreşa gelan de bihunin. Em ê pênûsa di destê wî de yê ku li ser rûpelên heqîqet dinivîsand qet ranekin, qet ranekin.