Fermandara Dilnizim Rêheval Zozan

  • 2018 Adar 5 | Gotar

Pêşxistina xwesertiya jin di nava rêxistinê da bi kedên pir mezin ve hatiye serxistin. Di dest pê kê de ji bo ku jin hêza xwe nasbike û bi rengê xwe tevlî tekoşînê bibe  pir zehmetî û êş  hate kişandin. Ji bo rêxistinbûna xweser ; bedel û hewildanên mezin hate dayîn. Dîroka yekîneyên xweser ya hevalê jin, bi keda hezaran jinên tekoşer ve  tê nivîsandin. Yekîneyên dest pê kê di hevalên jin de moral û heyacanekî pir mezin dide çêkirin. Hemû hevalên jin dixwastin da ku di nava yekîneyên xweser da jiyan bikin. Ez û heval Zozan  jî di nava tabûrê xweser da li gel hev bûn. Gelek hevalên wê yekîneyê jî di dem û cîhên cûda de şehîd ketin. Weke hevalê jin em ê xwe çawa rêxistin û perwerde bikin, fikrandinê me gelek di vê mijarê de çê dibû.Giştî hevalê jin di mijara xwesertî de pir bi biryar bûn taybet jî heval Zozan di vê mijarê de xwedî seknekî pir xurt bû ji ber ku bawerî û hezkirina jin di asta herî jor da bû. Ger ku di roja me ya îro de weke hevalê jin em dikarin di her mijarê da biryar bigrin, di her qadê da rêxistinbûnê me ya xweser heye bê gûman di vê serkeftinê de kedê heval Zozan pir mezine.

Mirovên ku rastiya xwe nas bike û li gorî wê jî tevlîbûnek xurt bide çêkirin tê fêhmkirin ku ew dixwazê bibe şervana rast ya Rêber Apo. Şervantiya rast erkên xwe pêkanîn û gav bi gav nêzî serkeftinê bê navber meşandine. Rêheval Zozan bi dilnizmiya xwe di dilê hemû hevalan da xwe bi cîh kiribû. Hevaltiya rast ya Tevgera Azadiyê di kesayeta wê dê roj bi roj mezintir dubû. Her ku mezin dibû  bi xwe ra rastiya Tevgera Azadiyê jî di her gavekî xwe de parve dikir. Pir hevalên ciwan jî  di tabura me da cîh digirtin. Heval Zozan bi hemû hevalan ra yek bû. Her tim ji bo her tiştî mêyzekirina wê li ser esasê tehlîlkirinê bû ji bo wê jî li beramberî bûyeran pir xwînsar bû. Ji ber ku rêhevalekî pir dilpak bû ji bo wê dilê yek hevalê jî ne dêşand ne jî dilê hevala dihîşt. Rêya çareseriyê di nîqaşan de didît. Ji ber ku hevalekî pir xwezayî bû ji bo wê jî hemû heval pir jê hezdikirin. Hezkirina jiyanê bi kedkariya wê pêş diket, qasî ku ji jiyanê hezdikir ewqas jî heqîqeta jiyanê xurt dikir. Qasî xwezayî, dilnizm bû ewqas jî di milê leşkeri de hessas bû ji ber ger ku di milê leşkeri de kêmesiyeke pêş bikevê wê demê  bibe sedema gelek hûndahiyan jî. Ji bo wê, sereke mijarên ku pir zirav nêz dibû milê leşkeri bû.

Xweşikbûna Wê Ya Cewherî Teyisandina Xwe Di Rûyê Wê De Dabû Çêkirin

Serokatî di pir nirxandinê xwe de ji bo xweşikbûn û estetîka jin nêrînê xwe pêş xistiye. Di rastîyê de her jin xweşike ji ber ku cewhera jin da xweşikbûn ticar tine nabe. Bi vê cewhera xwe xweşikbûna civakê ji taritiyê xilas dike û ber bi rohnîbûnê ve diherikîne. Weke jin  qasî ku cewhera heval Zozan xweşik bû  ewqas jî sekin û tevgera wê jî xweşik bû. Jina Kurd bi xweşikbûna xwe ve tê nasîn. Rêheval Zozan jî xwedî; çav, birî, pora reş û bejin bilind bû. Weke Edulê bi pora xwe ya dirêj gav bi gav rêyên herî zehmet derbas dikir û berê xwe dida rojê, porê wê ya kezî kirî ber bayê dihêjiya û mirov dibû heyrana porê wê.

   Slav û Rêzên Şoreşgerî

                                  Solîn Kobanê