Gelê Reqqa Ji Hêza Jinê Bawer Kir

  • 2018 10 22 | Gotar

Zagros Qamışlo

Ji bona pêngava Rizgarkirina Bajarê Reqqa, dema ku behsa Reqqa yê dihat kirin her kesekî gavên xwe paşde davêt, lê belê em wek hêzên YPG û YPJ me pêngava rizgar kirina bajarê Reqqa yê ku navenda çeteyan bû da. Bi taybet wek jin me cihê xwe di nav de girt. Pêngava Reqqa bi rengekî sê merheleyan pêş ket. Merheleya yekemîn heta “kerêma” merheleya duyemîn “kerêma heta bajar” di merheleya siyemîn de jî em derbasî bajar bi xwe bûn. Weke rêxistin bajarê Reqqa’yê rizgar kirin ji bona tevgera me serkeftineke pir mezin bû, di heman demê de ji bona civaka ku di bin zextên Daîşê de mabûn jî dihat wateya rizgarî û azadiyê. Çeteyên Daîşê bi salan xwe di Reqqa yê de bi rêxistin kiribûn lê di pêşengtiya jinê de tekoşîneke pir mezin hat meşandin. Bi dehan jinên Kurd û Ereb di bajarê Reqqa de hatibûn firotin, qetil kirin û hatibû bê vîn kirin. Lê me weke jin di vê pêngavê de cihê xwe girt û em bi ser ketin. Dema ku dayîk û keçan bi hêviyên mezin gavên xwe ber bi me ve davêtin ew gav avêtinên wan ên bi hêvî ji bona me dibû çavkaniya hêzê. Hevalên me yên jin di pêngava Reqqa de rolên xwe leyîstin. Ji koordînê bigre heta weke fermandarên grûba di nava şer de, bi erka xwe rabûn. Me bedel didan şehadet û birîndarên me çêdibûn lê her gavekê dema ku em pêş de diçûn ji bona me kelecana rizgarkirina her bihostek axê pir mezin bû. Careke din di Reqqa’yê de tevahî cîhanê di şênberiya sekna jinê de rastiya jina bi rêxistin kirî dîtin. Gelê Reqqa ji hêza jinê bawer kir. Çeteyên Daiş’ê bi tevahî teknîka xwe ya ku di destê wî de heyî êrişî me dikir lê bele, hêza jinê tu sînor nas nekir. Ji ber ku me

xwe di serkeftinê de mifte kiribû. Rizgarkirina bajarê Reqqa di aliyekî de hişmendiya zilam bi bin xisti bû. Di tevahî eniyên heyî de jî jinê cihê xwe tê de girt. Em bi xwe jî di wê zanistê de bûn ku ew pêngav di her alî de ji bona jinê wê sesrkeftinan bi xwe re misoger bike. Şehîda yekemîn hevala jin ku şehîd bû şehîd Hebûn bû. Dema ku heval Hebûn şehîd ket min hîn zêdetir hêrs girt. Piştî ku bajar hat rizgar kirin dema ku em çûn Reqqa gel xwe bi hêz kiribû û li hemberî şervanên xwe bibûn xwedî baweriyeke pir mezin. Piştî ku me bajarê Reqqa ji çeteyan paqij kir, tişta ku me dixwest em di civakê de pêş bixin; her demê em di nava hewldanên jin bi zanist kirin û bi hêz kirinê de bûn.

Armanca şehîd Hebûn ew bû ku jin xwe bi xwe bi rêve bibin, bibin xwedî vîn. Her dema ku grûbek pêş de biçûna şehîd Hebûn bi kelecana rizgar kirina gel û jinan xwe dixist nava grûbê de. Şehadetên ku hatin jiyan kirin li ser me bandorî dan ava kirin lê bele, di aliyê din de li hemberî çeteya hêrsa me ya tolhildanê mezin bû. Ew hêrsa me ya ku mezin bû hişt ku em di roja îro de bajarekî weke bajarê Reqqa ji çeteyan paqij bikin û dayîk, zarok û gelê wê de rê bigihîjînin azadiya wan. Ev tevahî jî di encama keda rêhevalên me yên şehîd de hat   bi dest xistin.

Revan Reqqa

Ez li bajarê Reqqa mezin bûm. Di sala 2013 an de çete derbasî Reqqa bûn. Min rastiya çeteyan bi xwe dît û ez bûm şahidê nêzikatiyên wan ên ku li hemberî jinê dikirin. Li ser van bingehan min biryara tevlîbûna nav refên YPJ’ê da. Pêngava Xezeba Firatê gelek grîng bû, ji ber ku ew gelê li wir her roj dihatin qetil kirin û bi zilma çeteyan re rû bi rû dihatin.

Weke jin di nava wî şerî de cihê xwe girtin û di şahidiya tevahî cîhanê de di navenda çeteyan de li hemberî wan sekinandin û şer kirin ji bona me kelecaneke pir mezin bû. Ev ne tenê di aliyê me de wiha bû di heman demê de ji bona tevahî gelên ku li benda azadiya xwe bûn jî kelecan û hêviyeke pir mezin dida ava kirin. Şervanên YJŞ’ê jî tevlî pêngava rizgar kirina Reqqa bûn. Sedemên tevlîbûna şervanên YJŞ’ê ji pêngava Reqqa’yê re; di bingeh de tolhildana jinên Êzîdî bû. Ji ber ku çeteyên Daîş piranî jinên Êzîdî di Reqqa de firotin û qetil kirin. Ji ber vê jî şervanên YJŞ’ê û YPJ’ê hêza xwe kirin yek û li hemberî dijminekî weke Daîş sekinînin û bi bin xistin. Daîş ji hêza jinê pir ditirsiya. Heta ewqas ditirse ku naxwaze bi çeka şervaneke jin werê kuştin. Axeke ku werê dagir kirin an jî gelekî ku di bin zextan de werê hêştin em weke şervanên YPJ’ê ji xwe re qebûl nakin. Bê gûman gelek pêngav hatin li dar xistin û gelek serkeftin hatin bi dest xistin lê belê, bandoriya pêngava Reqqa’yê li ser civakê da ava kirin cûda bû. Ji derveyî şervanên YPG û YPJ tu hêzî nikarî li hemberî çeteyên Daîş bisekine û bi wêrekiyeke mezin şerê hebûnê bide meşandin.

Me gelek bedelên giran biha dan lê bele, ji bona azadiya gelan emê heta dawî tekoşîna xwe bidin domandin û bibin şopdarê Şehîdên xwe. Jin ji bona ku xwe biparêzin û bibin xwedî hêz pêwîste xwe bi rêxistin bikin.

 

Ronahî Kato

Sedemê dest pê kirina me ya rizgar kirina bajarê Reqqa di bingeh de dawî li zilma ku li ser gel tê meşandin anîn bû. Piştî ku pêngav hat bi dawî kirin mirov di kêfxweşiya gel de jî didît ku ji bin zilmeke çawa hatine xilas kirin. Gel bi xwe jî ew kêfxweşiya xwe dianî ziman. Ji bona ku jin bikaribe li hember dijminekî weke Daîş bisekine dest pê kê pêwîste xwe bi rêxistin bike û tişta ku me jî kirin ev rastî bû. Ev hêza xwe bi rêxistin kirinê dihêlê ku jin di vê astê de serkeftinan bi ser bixe. Di roja îro de jî ji bona ku em bikaribin jinên di bin zilmê de mane xilas bikin bê teredût bi ser dijmin de diçin. Tişta ku di vir de derdikeve, rastiya jinê ye. Gelê Reqqa ji hebûna jin ya di nava şer de kelecan û hêzeke mezin digirtin. Piştî rizgar kirina bajarê Reqqa’yê tevahî cîhan hîn zêdetir li hemberî şervanên YPG û YPJ’ê bi hesab nêz bûn. Ji ber ku wan bi xwe jî hêza jinê ya rastî dîtin.

Di roja îro de dema ku em kêfxweşiya li ser rûyê dayîk, zarok û gelê Reqqa dibînin em encamê keda xwe dibînin. Ev jî bi saya keda ku di pêşengtiya şehîdên me û jinê de hat dayîn hat bi dest xistin.

Gelek hevalên me yên şehîd, birîndar û gazî çêbûn lê her dema ku hevalekî/ê me xwîna xwe dirijand ji bona me dibû hêza ku em hîn zêdetir bi awayekî çalak li hember dijmin tekoşîn bikin.

                              Navenda Ragihandina YPJ