HÊZA ÇARESERIYA ALOZIYA CÎHANÎ TEKOŞÎNA JINA YE

  • 2018 8 1 | Gotar

 

Polîtîkayên dewletan li gorî berjewendiyên demê tê gûhertin, ne polîtîkayên demdirêj in ji ber ku ne li gorî pêwîstiyên civakê ne. Rewşa siyasî yê cîhanê dema ku were nirxandin pêwîste bi çavê jin were mêyze kirin ger ku siyaset, polîtîka, şer, çalakî û hwd. were nirxandin ji bo ku bi çavderiyeke rast were dest girtin pêwîstî heye ku bi çavê jin, di çerçoveya pîvanên exlaqî û polîtîk de were nirxandin, bê gûman ev mijareke girîng e. Gelekî bal tê kişandin li ser rewşa civakî ya Rojava, Rojhilat, Başûr, Bakûr û tevahî netewên ku li ser rûyê cîhanê yên têne bindest kirin. Li ku derê berjewendî û polîtîkayên dewletan hebe li wê derê dest avêtina civakê tê jiyan kirin, civakên ku pir zêde dest avêtin tê jiyan kirin û li gorî vê yekê dibin qûrbanê polîtîkayên berjiwendîparêz bê gûman ew civaka me ya Kurd û Ereb e ji ber ku di bingeha tekoşîn kirina van civakan de Netewa Demokratîk heye. Di aliyê leşkerî de heta roja îro planên dewletan pêş dikeve ji ber ku aliyê siyasî ya civakê jî polîtîkayên xwe li gorî xeta leşkerî diyar dikin. Ev ne tenê mûdaxaleyekî zîraat ango ekolojîk û tendûristî ye gav avêtina dest pê kê leşkerî ye û piştî mûdaxaleya leşkerî pê re girêdayî sîyaset û polîtîka ava dibe. Ji bona vê dema ku em rewşa siyasî ya civaka Kurd û Kurdistan an jî Netewa Demokratîk digrin dest wê demê piranî aliyên leşkerî têne dest girtin ji ber ku mûdaxeleyên derve piranî di aliyên leşkerî de tê jiyan kirin.

Civaka me bi berxwedanê dixwazê xwe biparêze û xwe parastin ne tenê şer, pevçûn ango tekoşîneke çekdarî ye, xwe parastin; berxwedan, çand, dîrok, hebûn, ax û nasnama tê wateya xwe parastinê. Ji ber vê heta roja îro di nav bera dewlet û gelê bindest de şerekî diqewime. Yek; şerê desthiladarî yê zilmê ye, bi armanca girtina çanda civakê êrîş dike, yek jî; çanda civakê ya berxwedanê ye ew jî aliyê berxwedanê ye. Di asta cîhanê de bi taybetî li Kurdistanê berxwedaneke mezin heye. Berxwedana Kobanê, Efrîn, Cizîr û heta niha di Bagera Cizîrê de jî tê dîtin. Bi lehengî û qehremaniya jin dest pê kir û heta niha berdewam dike. Ev berxwedane, ne êrîşe di ax û welatê xwe de dîrok, kêlî û hebûna xwe parastin e. Êrîşekî berfireh yên hêzên dewletbûyî li ser berxwedana dîrokî ya gelan pêş dikevin. Bi polîtîkayên cûr be cûr ango bi gûhertina teqtîkên şer re berê xwe didin berxwedana gelan. Bi dest pê kirina şer heta roja îro li gorî berjewendiyan serî li her cûreyên êrîşê tê dayîn. Dijberiya gel û civakan di asta herî jor de tê jiyan kirin. Dest pê kê di mêjiyê de şer ava dikin û dixwazin di nava civakê de tevlîhevî çê bikin. Rewşa şer di dema niha de dest pê kê di mejiyê de, aliyê psîkolojîk de tê meşandin ji ber ku mêjiyê mirovan dest pê kê bi tirs re rû bi rû tê û dûvre jî li gorî wê tirsê ra dibe. Bi taybetî hêzên desthiladar yên dewletbûyî dixwazin vê tirsê li ser Rojhilata Navîn bidin çê kirin. Dewletên desthiladar parêz di dest pê kê de jî faşîzma Tirk û hêzên navdewletî ku wekî dûvikê wan dixwazin li Rojhilata Navîn bibin xwedî hêz ji ber vê bi her awayî êrîşê nirxên civakî dikin. Bi destê Amarîka, Gladîo û DYA re Serokatiya me hate girtin û bi vî awayî bi destê Amerîka, Fransa, Îngîltere, Holanda, Almanya re bi rêyên pir zirav û eşkere komploya navtewî hate pêş xistin. Bi armanca tekîliyên dijminahî ev hêzên dewletbûyî ketin nava xakên Rojava bê gûman ev şerekî ye. Ne tenê di aliyên leşkerî de tê meşandin bê gûman bi rêbazên pir zirav şerekî li hember hebûna civakî tê pêş xistin.

Li Bakûr hilbijartina pêş wext çê bû lê çi aliyê vê hilbijartinê ne mafdar bû ji ber ku zîhniyeta faşîst yê Tirkan de navê demokrasiyê derbas nabe ji ber ku ew li gorî berjewendiyên xwe polîtîkayên xwe diyar dikin. Û tenê li ser esasî bindest kirina civakê tevdigerin. Bê gûman li hember hemû polîtîkayên faşîst gelê Kurd û di refên pêş de jî jin berxwe didin. Dewlet bi xwe rêbazên faşîst bikar tîne ji ber vê ew terorîst in ne mirovên ku bi rayên civakê têne hilbijartin in. Civaka azad bi destê hêzên serdest tê qedexe kirin. Mirovên ku dengê xwe dan aliyê demokratîk ew bi destê faşîzmê Tirk têne girtin. Li kêleka vê faşîzma ku bi navê Komara Îslamî ya ku li Îranê li Rojhilatê Kurdistanê tê meşandin her mehê nêzî pazdeh ciwanan dibin sêdarê, li ber çavên dayîk û bavên xwe têne darve kirin. Di rojeva niha de dagirkeriya Tirk li ser Minbicê li pêşe bê gûman Tirk di bin vê dagirkeriyê de dixwazin zîhniyetê xwe yên dagirker bidin veşartin. Dewleta Tirk li cîhên ku dagir dikin de nikarin pergala jiyanê bidin ava kirin ji ber ku hemû kiryarên faşîzane li ser civakê ferz dikin. Dema ku zihniyet ne li ser ava kirina jiyana rast be û li ser esasê dagirkirinê be wê demê nikarin pergala jiyanê ava bikin. Jin, zarok û ciwan têne revandin ji ber ku di zîhniyetê wan de cîhê civaka bi rêxistin kirî tine ye ji ber ku tine em dibêjin ev dagirkerî ye. Tirk dibêjin; em ketine Minbicê, bê gûman ger îttîfaqa Tirkiyê bi hêzên derve re tine be Tirk nikarên nêzî van herêman bibin. Bi îtîfaq, dek û dolaban dixwazin dagir kirina Minbicê jî bikin rojevê, sînora xwe li wê derê diyar bikin. Li tevahiya sînorên Rojava de artêşa Tirk xwe bi cîh kirine, kalekolan çê kirine û hwd. lê ev nabe sedema meşrû kirina dagirkeriya Tirk. Di zîhniyeta Tirkan de cîhê netewên din, civakên din tine ye. Bê gûman ew dîwarên ku hatine çê kirin nabe cîhê parastin û ewlehî yê. Gelê Minbicê li hember faşîzm û dagirkirinê bê deng neman dengê xwe bilind kirin û çalakî pêk anîn lê dewleta Tirk xwe li hember vê yekê negirt û êrîş bir li ser vê kombûnê di encam de jî gelek windahî di nava gel de çê bû. Gelê Tirkmen yên ku li Minbicê jiyan dikin li hember êrîşên dewleta Tirk rabûn ser piyan. Civaka Tirkmen xwedî li çanda xwe derdikevin û diparêzin. Civaka Ereb û Tirkmen li hember êrîşên dewleta Tirk bê deng neman û rabûn ser pîyan bi vî rengî devleta tirk vala tê derxistin. Teqîna Minbicê bi destê MÎTê Tirk hate çê kirin û li wê derê di encama vê êrîşê faşîst de herî zêde jin û zarok zirar dîtin. Çawa ku li Cizîr, Nusaybîn, Sur û li Efrînê dagirkerî pêş xistin niha jî dixwazin li Minbicê heman tiştî pêk bînin. Gelê Minbic li hember vê yekê helwesta xwe diyar kirin û di refên pêş de jî jin rabûn ser piyan.

Li Başûr; bi salane Tirkan li qampên Başîka de xwe bi cîh kirine, çiyayê Zengil û gelek cîhên din de Tirk hatin bi cîh kirin, bi rêya Mesut Berzanî, Nêçîrvan Berzanî ev polîtîka tên pêş xistin. Dibêjin; kûrmê darê ji darê ye û bi vê re dijminahiya Kurdan di nava civakê de çandin heta niha mirovên berjewendîparêz li pişt wana diçin. A niha sê mîlyon koçber di hindirê Başûr de jiyan dikin, wê demê ji bo wana alîkarî pêwîst dike an jî pêşwazî kirina dewleta Tirk yên ku artêşa xwe anîn hindirê Silêmaniyê, Hewlêr, Ranya û Qendîlê de bi cîh kirin. Bi zîhniyeta zilamtî yê Nêçîrvan Berzanî polîtîkayên ku ewqasî ji rastiyê dûr tê meşandin.Pergala Modernîteya Demokratîk ya ku jiyana azad dike armanc bi pêş dîtina jinan re wê ew polîtîkayên zîhniyeta serdest vala derxîne. Di nava Başûr de tîcareta jin û zarokan tê kirin, dema ku Misûl hate dagir kirin fihûşa li ser jinan pêş ket, heta niha ev hatine îspat kirin. Zilma ku li ser civaka wê derê hate kirin ji aliyê hûkûmeta herêmê ve ji nedîtî hate dest girtin, çeteyên Tirkan dema ku derbasî herêmê bûn bi

 

qasî ku ew çete hatin parastin lê mixabin gelê wê derê nehatin parastin. Heta niha jî êrîşên li wê derê berdewam dikin. Her rojê herî kêm sê jin xwe dişewitînin bê gûman ev êrîşekî ye. Li Minbicê êrîş û pevçûnekî berçav derdikeve holê lê belê êrîşên nerim, polîtîkayên civakî yên zirav li Başûr tê meşandin û ev bi qûştina jinan, bi tecawûz kirina zarokan bi dawî dibe. Di vê dema dawî de çete û şebeke yên Tirkan derketî ye. Şebeke yên wan jî bi navê îslamî dixebitin bi navê şêxan derdikevin nava civakê. Keçikên biçûk tên revandin, tecawûz kirin û di vê bingehê de li ser jinan şerekî bê sînor û bi her aliyan ve tê meşandin. Şerê a niha li ser jinan tê meşandin. Şer û pevçûnên ku li ber çavan tê meşandin yên çekdarî ne lê şerekî pir zirav û nerim kirî bi rengekî pir zirav di aliyê siyasî û polîtîk de li ser jinan tê pêş xistin. Çeteyên Tirkan yên ku derdikevin her yek ji wan li gel xwe nêzî 130 jin kom dike, di dest pê kê de tecawûz dikin, li gorî berjewendiyên xwe bi kar danîn û bi rengekî eşkere fihûş pêş dixin, piştre jî bi hindek zilamên din didin zewicandin. Ev şebeke yên ku behsa wan tê kirin li gorî daxûyaniya Tirkan dibêjin; şebekeyên masonîk bi Yahûdiyan re girêdayîne û bi navê Yahûdiyan didin xûya kirin. Ev şerekî navnetewî ye. Tirk di dest pê kê de wan didin şixûlandin û piştre jî wekî ku agahiya wan jê tine be didin diyar kirin. Lê belê ev şebeke derbasî Başûr hatiye kirin, şebekeyê bi navê îslamiyetê dest pê kê bi navê Daîş zîhniyeta kor, faşîst, dagirker û ne mirov vê yekê li Başûr dan bikar anîn niha jî bi rêbazekî îslamî ya nerm li Başûr bi navê şêx û mele yan dixwazin bidin bikar anîn. Di vê mijarê de parastin dibe xalekî girîng. Fihûşên ku li herêmê tê kirin bi navê şêx û mele yan tê kirin, tarîqatên veşartîne û rêbazên wan cuda ne.

Dewleta Tirk, Başûr û Îran bi hevre li ser esasî leşkerî û siyasî îtîfaq pêş xistin. Di encama van îtîfaqan de wê li Efrînê rejîma xwe bidana rûnişkandin, êrîşê Minbic bihata pêş xistin, petrolê li vir bi rêyên veşartî hatiba girtin, li aliyê Îranê wê sîstema enerjî bidana ava kirin, xeta Biradostan çawa bi dest bixin hatin nîqaş kirin û di vê bingehê de îtîfaq hatin pêş xistin. Lê di dema niha de bi şerekî artêşan ve ev deverana nikare were girtin, bi zîhniyeta dagirkeriyê çareserî pêş nakeve. Ji bo çareseriyê nirxên civakê sereke ne.

Ya ku li hember van polîtîkayan berxwe dide, şiyar e, bikaribe hêza çareseriyê derbixe Tevgera Jin ya azadixwaz û Kurdistanî ye. Li ser kûştina jinan, tecawûz kirina zarokan, zexta li ser civakan, êrîşên li ser îktîsadê, êrîşên li ser tendûristiya însanan tevgera jina azad xwedî helwesta rizgarî yê ye. Berxwedan hem di aliyê leşkerî de bi navê YPJ-YPG-QSD’ê re bersivê xwe dide, bi beşên xwe yên siyasî weke Kongre Star, PAJK gelek saziyên bi navê cuda cuda re cîhê xwe di nava berxwedaniyê de digrin. Bi vî awayî em dikarin bersiv bidin. Ji bo ku siyaseta dewlet parêz were tine kirin pêwîste planzasiyên demê pêş baş werin kirin. Li hember siyasetên derve hîşyarbûn girîng e.                                                                                             Rûmet Heval