Hêvîyên Rojê

  • 2018 10 4 | Gotar

 

Heval Newroz, Amara û Rojava… Ev her sê lehengên Kobanê ne. Di dest pê ka şerê Kobanê de dema ku heval Newroz dibihîse ku Daîş ketiye Kobanê wê demê ew biryara xwe ya tevlîbûnê dide û berê xwe dide nava çeperên herî pêş yê şer. Bi bîr û baweriya xwe ya riya heqîqetê de, bi hêviya xwe ya tekoşînê re ber bi me ve dihat. Bi wê rûkeniya xwe ya ku li ser rûyê wê yê çeleng qet xwe venaşêre, ji axa Efrînê ya nermîn û narîn berê xwe da bajarê berxwedanê Kobanê. Ew bi serkeftina doza jinê, doza gelê Kurd bawer bû û di demê ku her kes destê xwe dabû ser dilê xwe û hêviya xwe ji serkeftina şervanên azadiyê qutkiribû, wê berê xwe da axa Kobanê. Ew bi heval û hogirê xwe bawer bû, lewma rûyê wê her bi ken bû. Keça Efrînê, keça rûbiken bû Newroz û li Kobanî vêket. Şer ji bo wê ne tenê rewşekî tûnd bû, wê di şer de hêza xwe nas dikir. Ew bi riya xwe bawer bû û rêwiyekî ku qet ranediwest, qet westandinê nas nedikir. Di vê tekoşînê de xewn û xeyalên xwe ya riya heqîqetê bi wate dikir. Newroz navê me yê berxwedanê ye, Newroz navê me yê tekoşînê ye û Newroz navê me yê serkeftinê ye. Newroz roja gelê Kurd e.

Heval Rojava jî bi heman awayî qebûl nake, ku dijmin bi hêsanî werê û axên pîroz dagir bike.  Ji ber wê bi hêrsekî mezin berê xwe dide nava refên YPJ’ê.

Hevala Amara bi eslê xwe ji Rojhilatê Kurdistanê bû lê, dema ku dijmin bi hovane êriş bir li ser herêma Kobanê ew jî nedikarî li hember vê yekê bêdeng bimîne ji bona vê ew jî cihê xwe di berxwedana Kobanê de digre û wek bi sedan rêhevalên xwe ew jî di destana berxwedana Kobanê de navê xwe bi qehremantiyê xwe ve dinivîsîne. Amara ku her roj bi mirinê re rû bi rû bû li hember mirinê jî serî rakiribû yan wê jiyanek bi rûmet jiyan kiriba û bida jiyan kirin an jî wê mirinek bi rûmet hembêz kiriba. Mirin ji kur dihat bira bata Amara û hevalên wê ji bo jiyanê dixebitîn. Ew li ser axa jiyanê çanda jiyanê girtibûn. Çeteyên Daîş’ê çiqas hov bin, Amara û hevalên wê ewqas mirov in. Amara di şer de birîndar dibe. Piştî ku birînên wê tên hev car din derbasî qadê şer yê giran dibe. Bê ku birînên wê ji bo wê bibe asteng tevlî jiyan hevalan dibû. Bajar bi hevalên xwe re ji çeteyan paqij kir û derbasî pêngava rizgar kirina gundan bû. Gund bi gund li pêşiya hevalan bû. wêrekiya wê û ezmûnên wê yê rêxistinî ji bo hevalan dibû alîkar.

Heval Newroz, di malbatê de her tim ji ber destê hişmendiya zilam êşên mezin kişandibû. Weke meleka bû ti carî tirs di dilê wê de tine bû ji ber ku weke jin heta dawî ji xwe bawer bû. Di şerê Kobanê de jî di dilê dijminê xwe de dtirsêkî mezin ava dikir. Naskirina min ji heval Newroz re di dema çûyîna min ya akademiyê li gel xuşka min de bû. Dema min wê dest pê kê dît ewqasî rûken bû ku mirov dixwest nêzî wê bibê, me bi hevre nîqaş kir, ew her tim di nava nîqaşên xwe de digot; “Pêwîste ez biçim şer, ez nehêlim Daîş zêdetir nêzî axa me bibê û li kêleka hevalên xwe şer bikim.” Her dema ku heval Newroz tê bîra min ew sekna wê li berçavê min e ji ber ku ew bi vê rihê xwe yê germ re ji bo me jî dibû sedema baweriyê. Ew bi hêza xwe ya cewherî ji bo dorhêla xwe jî dibû çavkaniya hêzê, dema ku mirov cîhê ku heval Newroz lê jiyan dikir dinere wê demê me didît ku ew tevahî derdora xwe de kulîlkan çandibû ji ber ku ew pir ji xwezayê hez dikir. Min jê re digot; “heval Newroz tu her bi vî kenê xwe di bîra min de bimînî û ezê te bi herkesî bidim nasîn” heval Newroz bersiva min da û got; “Heta ku hevala Amara hebê ezê, ti carî neyêm ji bîr kirin ji ber ku Amara, jiyan û hevaltî li ber dilê min mezin kir.” Bi rastî jî heval Amara weke; dayîk, bav û xuşk bi hevaltiyeke rast nêzî her hevalê xwe dibû, her tim hêvî bawerî moral dida derdora xwe, her tim di şerê xwe de pêşeng bû. Bi rastî fermandar û hevaleke fedayî bû. Di dilê xwe de hêrsekî mezin li hember dijmin jiyan dikir, her şerekî ku tevlî dibû ti carî ji bo xwe binketin qebûl nedikir. Her hevalekî ku şehîd diket li kêleka wê biryara tolhildanê di dilê wê de mezintir dibû. Carekî em bi hev re çûn li ser nûqteyêkî  dijmin, me xwe ji erdê ve dixijikand, heya nêzî 30 metre mabû tirsekî kete dilê min,  heval Amara li min mêyze kir, keniya û ji ber rewşa min wisa got; “heval Bangîn pêwîste ez yan şehîd bim yan jî Egîd bim ji derveyê wê ez qebûl nakim.” Piştî çend deqeyan şerekî dijwar dest pê kir û heta 12 saetan ev şer dewam kir, di wan kêliyan de jî digot; “em neviyên Edûlê, keçên Bêrîtan, Zîlan û Sakîna ne. Pişta xwe bi ti kesî gerim neke heval, emê bi hêz û baweriya xwe bi ser bikevin.” Heval Amara evîndara jiyana Rêber APO jiyan dikir ji bona wê digot; “Pêwîste em wekî Serokatî dibêjê em jiyan bikin” ew di şerê xwe de weke agir bû li cîhê xwe nedisekinî. Hevala Amara jineke bi hêz bû, dixwast wê hêza xwe di çeperên herî pêş de derxîne holê. Bi îsrara xwe dev ji karê şofêrtiyê dike û derbasî çeperên şer bû. Wê demê em li eniya Xerbî (Rojavayê Kobanê) bûn û êrişên giran yê çeteyan li Xerabato dest pê kir. Şert û merçên hewayê gelek zehmet bû. Em diketin dawiya sala 2013’an. Girên gundên Kobanê bilind nebin jî, lê li kaşên wê dîlana ba û bahozê heye. Li ser wan giran hewa gelek hişke. Derfetên me yê xwe ji wan şert û mercan parastin jî gelek kêm bû. Çemê Firatê nêzî me bû, yê ku ji çem diket şansê me bi tenê serma wê bû. Hevala Amara li wan giran gelek zehmetî kişand, lê li berxwe dida û tiştê ku dixwest bi ser dixist. Bi îsrara xwe di nava wan şertan de ma.  Piştî agahiya şehadeta heval Newroz bihîst pir pê bandor bû. Daiş’ê ku nikaribû serkeftinên şervanên YPG û YPJ’ê tehemûl bike, car din serî li çanda kuştina sivîlan da. Di berbanga roja sêyemîn ya rojiya Remezanê çeteyên Daîş’ê bi alîkariya dewleta tirk ket bajarê kobanê û dest bi kuştina sivîlan kirin. Ji zarokên di landikê bigire heta kal û pîr çi kete pêşiya wan di komkujiyê re derbas kirin. Gelek kes esîr girtin û weke mertal bi kar anîn. Hevala Amara nikaribû vê rewşê bi hesanî qebûl bike, ji ber çi ji destê wê dihat ji bo ku wê gelê me ji destê çeteyan derxîne dikir. Dema ku dengê zarokan tê guhê wê çeka xwe radike û berbi wan ve diçe. Wê demê hevala Amara tê sukast kirin. Heval tevahî çeteyên ku derbasî Kobanê bûn dikujin û tola hevala Amara li erdê nahêlin. Herî dawî beriya şehîd bikeve got; “Ez evîndara axa Kobanê me,  em ti carî dev ji Kobanê ber nedin, emê bi ser bikevin. Heval Rojava her tim bi heval Newroz û Amara re bû, dilê heval Rojava weke zaroka paqij bû, ew di şer de her tim bi hevala Viyan Kobanê re bû, di dema komkujî çêbûyî de heval Rojava û heval Viyan dîsa bi hev re bûn. Ew li ser girêkî heya deqa dawî şer dikin, 12 çeteyên Daîşê dikujin û piştre digihêjin asta şehadete. Wê wextê heval Amara hîn şehîd neketibû, ez pir tirsiyam ku bibihîse û ji ber vê bêdeng mam, piştî çend deqe li ser derbas bû şûnve bê ku xebera şehadeta rêhevala xwe Rojava bibihîse heval Amara jî şehîd ket. Ev her sê xwedavend wê her di bîra min de bin her xwesteka min wekî wan jiyan bikim, bi riheke fedayî heya dawî tekoşîn bikim be. Ez soz didim her sê rêhevalên riya heqîqetê Newroz, Rojava û Amara ez her tim rêya wan berdewam bikim.             

 

                                                     Bangîn Kobanê