Hêza YPJ ê Ji Bo Jinên Rojhilata Navîn Hêviya Serkeftinê Ye

  • 2018 kenon 3 | Daxuyanî

Weke YPJ ê bi taybet di sê salên dawî de tekoşînên pir mezin hate meşandin û gavên girîng hatin avêtinHem di milê rêxistin kirin hem jî milê tekoşîn kirinê de YPJ ê ji bo jinên Rojhilata Navîn bû mînaka xeta azadiyê. Pêngavên pir girîng hatin avêtin. Di nava şer de danehevên pir girîng hate dest girtin her çiqasî bedelên giranbûha hatibe dayîn jî serkeftinên xurt jî derketin holê. Bi taybet danehevên ku di salê dawî de pêşket di her milî de rêxistin kirina YPJ ê de encamên diyarker derxist holê bi van pêşketinan re girêdayî YPJ ê ji bo tevahî jinên Suriyê bû hêvî. Sala 2017 an jî em dikarin bi vî awayî pênase bikin. Hêza YPJ ê ji bo azadiya gelên heremê di bin banê QSD ê de cîh girt, li hember çeteyên daîş ê tekoşîneke bê hempa da meşandin. Demên derbasbûyî de jî pêngavên girîng hatibûn pêş xistin lê bi taybet pêngavên dîrokî ya ku di sala 2017 an de hate rêvebirin encamên xurt ji bo gelê heremê da ava kirin. Li gorî aramancaa ava kirina xwe tevger kirin û piratîk kirina YPJ ê bi taybetî ji bo jinên Suriyê hêza jiyan kirinê ava kir. Weke hêzên herî bi rêxistin kirî û teqtîkên xulûqdar re hêza YPJ ê di pêngavan de aktîf cîh girt. Di pêngava Tebqa, Rizgar kirina Reqqa yê û herî dawî jî di pêngava Dêre Zorê de tevlîbûna jin di asta pêşhengtiyê de bû. zehmetiyên  ku di nava pratîkê de pêş diketin heman demê de bedelên ku dihatin dayîn ji bo me perspektîfên demê jî diyar dikir û di vê bingehê de jî tevlîbûna herî xurt dihat armanc kirin. Bi kesayetên mezin ya şehîdan re fermandariya rast û serkeftî dihat esas girtin. Bi taybet heval Şevîn, Rêheval Sozdar û bi sedan şehîdên me yên din di pêngavên dîrokî de di asta pêşheng de cîhê xwe girtin û gihîştin şahadetê. Bi şahadetmn xwe re jî hêza manewî ya şer kirinê, armanc da netbûn û asta moralê di herî jor de dan ava kirin. Em dikarin bibêjin ku saleke pir dagirtî û bi serkeftinên mezin re em dû xwe dihêlin û bi biryareke xurt sala nû pêşwazî dikin.

Di dest pêka salê de komcivîna jin ya leşkerî çêbû hêza YPJ ê pêşhengtiya vê kir. Armanca komcivînê çi bû û bi taybetî ji bo hêzên leşkerî giringiya wê çiye?

Hêz û danehevên ku bi pêşketina şoreşê re li Rojavayê Kurdistanê hate ava kirin encama tekoşîna jinan ya dîrokiye. Em dikarin bibêjin ku hêza YPJ ê ji dîroka tekoşîn û berxwedana jin ne qûte. Jin di her demê dîrokê de ji bo azadiya xwe têdikoşê û dixwazê di nava berxwedanê de aktîf cîh bigre. Tekoşîna rizgariya netewş de di dest pêkê de xwe azad kirin serekeye. Bi rihê azadiyê re tevlîbûna jin di nava şoreşê de di asta herî jor de pêş ket. Hest, fikir û daxwaza jinan giştî yeke li ku derê dibe bila bibe rihê azadiyê parve kirin di cewhera jin de heye. Em di wê baweriyê de ne ku ji bo tevahî  jinên cîhanê hêza YPJ ê hêviyên mezin ava kir. Danehevên ku li Rojavayê Kurdistanê hate ava kirin tenê li vir ve ne sînordare. Di vê bingehê de danehevên xurt ya ku li vê derê pêş ket ji bo tevahî rêxistinabûna jinan bû bingeha yekîtiyê. Ji bo ku parastina jin werê xurtkirin kombûneke bi vê şeklê hate plansazî kirin. Wê parvekirina jinan hêza heyî hîn xurttir bike û rihê yekbûyî werê ava kirin. Ji ber vê yekê kombûnê ku hate çê kirin di avahiya me da asta moralê pir bilind kir. Me dixwast hemû jinên ku tekoşîna azadiyê dimeşînin cîhê xwe di vê kombûnê de bigrin ê derfetên heyî têr ne dikir. Lê dîsa bi tevlîbûna jin ya di vê astê de ji bo me bû çavkaniya hêzê. Em dikarin bibêjin ku asta biryarbûnê, perpektîfa demê ya ku derket mohra xwe li pratîka me ya salê û heman demê de jî dîroka jina da. Ev hêza pêşketiyê biryara tekoşîn kirinê nû kir. Pêwîste asta tekoşîn kirinê ji her demê bêhtir were mezin kirin. Ev kombûn bi serkeftî gihîşt  armanca xwe. Li gorî derfetan pêş xistina vê xebatê jî weke erkekî sereke li pêşiya me ye. zanista parastina jin tenê di ware leşkerî de sînor kirin şaşe. Xwe parastin; di her milî de xwe xurt kirin û pêş xistine. Belav kirina Birdoziya Rizgariya Jin di nava civakê de pir girînge. Di pêngavan de hate dîtin bi hejmareke zêde tevlîbûna jinan tê jiyan kirin ji ber ku hêxs parastinê di pergala tevgera Azadiyê de tê dîtin. Jin ne aîdê çi kesê ye jin ya xwe ye. Di her qadê de xwe bi cîh kirin, hemû pêkhateyên heyî bi taybetî yên ku li Suriyê dijîn rêxistin kirin weke erkên demê li pêşiya me ye.

Piştî komcivînê êrîşên dewleta tirk li sser çiyayên Qereçox’ ê hate pêş xistin di wê êrîşê de şervanên YPJ ê jî gihîştin şahadetê. Armanca vê êrîşê çi bû?

Komcivîna jin asta biryarbûna herî xurt derxist holê. Tekoşîna azadiya jinan ya ku roj bi roj pêşdikevê di pergalên serdest de xitimandin ava dike ji ber ku di pêşketina hêza jin de tinebûna xwe dibînin. Ji ber ku her jina ku azad dibe pergala kolebûnê hildiweşînê, xwe nas dike bi xwe re tinebûna pergala serdest pêş dixe. Di vê êrîşê de sereke hêza jin hate hedef girtin û lê kêlaka vê me rêhevalên xwe yên tekoşînê ya pir bi nirx jî di wê êrîşê de hûnda kir. Weke Tevgera Azadiyê her ku deskeftiyên mezin û xurt derdikevê holê şûnve êrîşên bi vî rengî ji aliyê dagirkeran ve tê pêş xistin. Ji bo ku em paşde gav biavêjin û tekoşîna me lewaz bikin êrîşên hovane ya Qereçox’ ê dan çê kirin. Hevalên me yên pir bi nirx û pêşheng şehîd ketin lê bi şahadeta xwe ve perspektîfa jiyana rast derxistinn holê û asta biryardariya me hîn xurttir kirin. Bê tereddût tevlîbûna tekoşîna azadiya jinan ve û tolhildana şehîdan re em dikarin bersivê êrîşan bidin. Jiyana azad mîsoger bikin. Bi tekoşîna jin re êrîş vala hate derxistin. Emê kombûna jinan hîn xurttur bikin. Êrîşên hêzên desthiladar bi sekna berxwedêr ya jinan re vala hate derxistin.

Bi taybet salên dawî bi pêngavên dîrokî re derbas bû. Di van pêngavan de bi hêza YPJ ê re di aliyên siyasî û leşkerî de çi gav hatin avêtin?

Pêngavên pir berfireh hatin pêş xistin. Di wan hereman de demekî dirêje daîş xwe bi cîh kiribû û pergala xwe dabû ava kirin. Reqqa paytexta daîşê bû ji ber ku demek dirêje li bajarê Reqqa xwe bi pergal kiribû. Di van hereman de amadekariya daîşê jî di astekî de hebû. Hêzên herî bi rêxistin kirî dikarê serkeftin bi dest bixe. Çiqas hêza dijmin hebe jî mirov dikarê bi rêxistinbûna xurt dikarê ser bixe. Pir hesan bawer nekirin ku em di wan pêngavan de sr bikevin. Lê di her hevalekî de zanebûna pêşhengtiya demê kirin li pêş bû û. Bi taybetî şervanên YPJ ê bi erka pêşhengtiyê ve dest bi pêngavê kir û bi serkeftî jî bi dawî kir. Li bajarê Reqqa yê jin hatibû tine kirin û perêe kirin. Zihniyeta desthiladar ya pergala serdest darbeya binkeftinê ya herî dawî li bajarê Reqqa yê xwar. Her hevalekî bê teredût û bi coşeke mezin tevlî pêngavan bûn ji ber ku baweriya serkeftinê hebû. Jinên Êzîdî li kolanên Reqqa yêhatin firotin û bi vê re jî kole kirina civaka êzîdî hate hedf kirin. Ji bo wê rihê tolhildana dîrokî pêş ket. Fermandarên me yên hêja di van pêngavan de bi kedekî mezin cîh girtin û şehîd ketin. Di şexsê heval Sozdar û heval Şevîn de sekna  fermandariya jin hate xurtkirin. Herî dawî serkeftinên ku hate dest girtin dide nîşandayîn ku ger amadekariya me xurt be em dikarin di her derê de bigihîjin serkeftinê. Di pêngavên Dêre Zor de jî dîsa hêza YPJ ê ya bi rêxistinkirî sekna diyarker pêş dixe. Bawerî û îradeya jin ya ku ji aliyê civakê de jî tê dîtin dihêle ku jin berê xwe bidin Tevgera Azadiyê. Hîn zêdetir rêxistina jin pêş xistin û xurtkirin girînge. Bi zanist tevgerandin bi xwe re serkeftina dîrokî ya pêşketiyê wê mîsoger bike. Di tekoşîna azadiya jin de asta ku di nava şer de pêş ketiyê hîşt ku jin di her qadê de cîhê xwe bigrê. Bi tevlîbûna jin re bê rengbûna heyî ji holê radibe li şûna wê rengê jin ya xwezayî di civakê de tê pêş xistin.

Berpirsiyartiya me di sala 2018 an pir qat bi qat zêdetir dibe. Weke YPJ ê ji vir û şûnve erkên me hîn mezintir dibe ji ber ku em ne tenê hêzekî leşkerîne heman demê de hêzekî bi rêxistinkirî ya civakê ne. Bi hêjmarekî zêde jin di pêngavên dîrokî re tevlî hêza YPJ ê bûn. Di sala nûde bi rêxistin û perwerde kirina wan re asta pêşhengtiyê xurtkirin re pêşhengtiya jinên Suriyê kirin weke armanceke sereke li pêşiya me ye. hêza herî bi rêxistin kirî hêza me ye ji bo wê bi zanebûneke berpirsiyar tevgerandin girînge. Di çareseriya pirsgirêkan de hêza jin diyarkere. Heman demê de danahevên şoreşê bi jinên Rojhilata Navîn re parve kirin û hêza yekbûyî ava kirin girînge. Di demên pêşiya me da dibe ku êrîşên dewletên dagirker pêşbikevê. Ji bo wê bi rihê berpirsiyar rihê serdemê jiyan kirin û li horî wê tevlîbûn girînge. Em bawer dikin emê di salê nû de serkeftinên  mezin bigrin dest.

 

SLAV Û RÊZÊN ŞOREŞGERÎ

       03.12.2018                                                                                                                                                                         

FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA YPJ’Ê