HEVİYÊ MİN ROJA AZAD E

  • 2018 5 12 | Gotar

 

Di nava Tevgera Azadiyê de tişta sereke ya ku ez hêvî dikim û roj bi roj tekoşîna wî didim bê guman xwe ji nû de afirandin û pîvanên jina azad weke rêheval Zîlan, Arîn û Avêsta Xabur di kesayeta xwe de ava kirin, li gorî vê di jiyana azad ya ku bi felsefeya Rêber Apo tê mezin kirin de gihîştina serkeftinê ye. Ez bi xeyalên fedaiyane di xeta Serok Apo de dixwazim xwe pêş bixim.

 Di nava şoreşa Rojhilata Navîn de bûyîne xwedî erkên girîng ya serkeftinê pir girînge. Tevgera Azadiyê weke deryayekî ye û ez jî xwe weke dilopekî ji vê deryayê dibînim ji ber vê yekê yek jê armanca min ya sereke di nava vê şoreşê de gihîştina serkeftinê ye. Weke kesayet di hebuna min de tişta herî girîng ya ku ez kêlî bi kêlî ji bo wê tekoşîn didim, dîtina Rêbertî ye. Bi rastî xeyal û hêviya min ya herî mezin dîtina Serokatî ye. Ji ber ku ew bi felsefe û fikra xwe ya azad di dilê hemû gelan de bi taybetî jî di dilê tevahiya jinan de cîh digre. Ger ku di roja me ya îro de jin bi fikir û îradeya xwe ya azad di çeperên herî pêş de pêşengtiya berxwedaniya serdemê dike di vê de hêza Serokatî tişta herî diyarker e. Naskirina hebun û heqîqetê bi naskirina Serok Apo pêş dikeve ji ber ku ew bi nîşaneya rêya azadiyê re dibe ronahiya gerdûnê.

Serok APO a niha weke fîzîkî ji me dûre lê fikir û hîskirin dihêle ku mesafeyên di nav bera me de ji holê rabin. Evîna herî mezin bi bawerî û tekoşîn kirinê dest pê dike. Dema ku em ji rêya pîroz bawer bikin, pê re werin girêdan wê demê em dikarin di vê rêyê de bimeşin û tekoşîna herî xurt bi serfirazî pêk bînin. Weke jinekî yek jê daxwazamin ya sereke gihîştina heqîqeta jiyanê ye. Û ez dizanim her ku ez xwe nas bikim û bigihijîm asta kesayeta jina azad ewqasî bikaribim azadiya Serok Apo pêkan bikim.

Bi rastî heta roja îro Serokatî kedekî pir mezin ji bo ava kirina kesayet û rêxistinbûna jina azad daye. Berdêlên pir mezin hate dayîn lê a niha jin di pêşketina dîroka azadiya gelan de ristekî herî diyarker girtiye ser milê xwe û tekoşîn dike. Ji ber vê yekê ger ku em dixwazin bersiva keda Serokatî bidin wê demê heta kêliya serkeftinê em ê berxwe bidin. Bi hebuna jina azad re pêşerojên azad diyarî Rêbertî û gelên azadixwaz bikin.

                                                                                  Zendavesta Zerdûşt