Heta azadiya Rêber APO pêk werê emê têbikoşin

  • 2019 2 12 | Gotar

Di salvegera 21. ya komploya navdewleti de,  di serî de wek şervaneke YPJ'ê ez dixwazim bidim diyar kirin ku komploya navdewleti bi tu awayî ser neketiye û wê biser nekeve. Hêzên ku di vê komployê de xwedî rol bûn di şexsê Serokatî de xwestin rastiya civakê tine bikin. Bi vê komployê re xwestin rastiya jinê ya ku Rêber APO dide pêş, tarî bikin. Lê çawa ku di roja îro de wek YPJ'ê me artêşbûna xwe mezin kiriye bi mezinbûna artêşê re roj bi roj, jin tevlî nava refên YPJ'ê dibin. Ji ber vê jî em nikarin bibêjin ku YPJ'ê tenê bi jinên Kurd re sînordare. Bi pêşengtiya jinên Kurd em êdî bûne artêşeke gerdûnî. Ev jî mezinbûna fikrê Serok APO dide xuya kirin. Bi mezinbûna hêz û îrada jinê re di nava civaka Kurd de jî asta zanebûnê pêş ketiye. Cardin ev zanebûna ku di nava civakê de jî pêş ketiye em nikarin tenê bi civaka Kurd re jî sînordar bikin. Ji ber ku gelek netewên cûda li berabamberî kiryarên ku li hember Serok pêş ketin û pêş dikevin bertekan nîşan didin.  Ev jî bi saya têkoşîna Serok APO pêş ket. Emê bi pratîka xwe di wê îddîayê de ne ku rexnedayîna  hevaltiya xwe ya kêm ku bû sedema dîl gîrtina Rêber APO bidin. Heta ku  azadiya Rêber APO mîsoger nebe emê herdemê   li  berxwe bidin û têkoşîna xwe bidin domandin

Bermal Dilgeş