Heval Sara sembola tekoşîn û berxwedanê bû

  • 2018 kenon 8 | Nûçe

Evîndar Denîz

Ji bona heval Sara qehremantî û berxwedana kû wê kiriye em bejna xwe li hember şehdeta wê û herdû hevalên din yê kû bi wêre şehîd ketine bı bir tının. Heval Sara bû xwedawanda jinan.Heval Sara di asta xwedawenda jin de  xebat da meşandin. Heval Sara li hember hemû erîşên li ser jin tekoşîn kir.Ji bona hemû jinên cîhanê Heval Sara bû mînak. Heval Sara ji bakûrê kûrdistanê bû, xeyalê heval Sara kû hemû jin bigihêjin armancên xwe yê azadîyê. Jiyana heval Sara hemû bi şer re derbas bû. Dema kû şer tê gotin ne tene di wateya şerê çekdarî de ye. Di nêzîk bûyînên wê yên jîyanê de naskirina mirovan esas bû. Li hember hemû cûre yên desthilatdarîyê şer dikir û ev israra wê ya di tekoşîn kirine de dihişt kû bi ser bikeve. Ez wek şervanek YPJ’ê dixwazim bibim şopdarê xeta Rê heval Sara ji bona kû ez karibim li hember hemû zor û zehmetî yan bisekinim’em wek YPJ’ê li her derê kûderê bê xwestin emê şer şer bikin û sîyaset bikin civakê bi rêxistin bikin û ji bona hemû cihî em xwe amade dibînin û amedene kû wan xeyalên Heval Sara û di şexsê wê de xeyalên hemû hevalên Şehîd bi cîh bînin û tekoşîna wan bidin berdewam kirin. Ji bo kû jin van rastiya bibînin û tekoşîna wê bidin domandin em  kar dikin.Heta em azadîya Rêberê xwe neynin, wekê artêşa jin YPJ’ê li ser xeta heval Sara emê kar bikin û xebatên xwe bilind bikin em vê sozî didin gelê xwe û hemû jinên cîhanê. 

 Roza Efrîn

Em salvegera qomplo ya her sê tekoşerên me yên qehreman Heval Sara Heval Fîdan û Heval Leyla em şermezar dikin. Hêzên kû ev qomplo pêk anîn ji destpêkê de berpirsîyarên vê komplo yê dîyarin. H.Sara li ser rêya rast û ji bona azadiya jin kar û xebatên xwe dida meşandin. Wek artêşa YPJ ê ji bo me cihek  serbelindiyê ye kû jinên kurd di dest pêka şoreşê di cihê xwe girtin û şer kirin ji bona me xetik ava kirin’Şehîd Sara bi taybet tekoşera yekemîn  ya kû di nav tevgera azadiyê di cihê xwe digirt xeta jin ava kir xeta azadiya jin em bi hezaran jin şobdarê xeta Sara ne. Ji bona me cihekê azadiyê ye cihê însan xwe têde ava dike keseyeta xwe ava dike li hember desthitdarîyê şer dike. Gelek tiştên kû heval Sara ji bona me daye ava kirin û dane meşandin em wek YPJ’ê îro vê esas digrin bi taybet tekoşîna H.Sara li hember desthilatdariya zilam di hemû alîyan de ji bona me mînake û wê her  demê ji bona me mînak be îro bi hezar an jinên kurd di nava YPJ’ê di li ser xeta heval Sara dimeşin berdewemiya xeta heval Sara dikin.Her roj bi qehremantiyên mezin şer dikin û tola wan radikin. 

Denîz Qamışlo

 Salvegera Şehadeta  Heval Sara her sal dema nû dibê em ji bona xwe dikin çavkanîya xwe bi hêz kirin û tekoşîn dayîna meşandinê û şêwazê tekoşîna H.Sara em ji bona xwe esas digirin. Li ser wê esasê tekoşîna kû di jiyana xwe de da ava kirin bû mîratê ya ji bo jinên Kurd û hemû jinên cihanê. Em li ser xet û tekoşîna H.Sara xwe bilind dikin û ava dikin. Rêheval Sara kesayeteke bi berxwedanê hatibû ava kirin. Em wek YPJ’ê jî ji bo xwe mînak digirin. Keseyeta jina azad ya kû H.Sara di kesayeta xwe de da ava kirin ji bona xwe esas digrin ji bona kû em karibin ji bo hemû jinên cîhanê jî azadiyê mayinde bikin.  Heval Sara digot “jiyana min hemû bi tekoşînê hat meşadin” ya kû  herî  zêde em ji bo xwe mînak digirin yek jê jî ev rastîye. Qomploya kû li ser heval sara hat meşandin ev komplo di heman demê de li ser jinên kû tekoşîna azadîyê didin meşandin jî hatiye meşandin. Xwestin bi qetil kirina H.Sara tekoşîna azadiya jinê bidin sekinandin lê ne karîbûn. Ji ber heval Sara mirateyek hişt li dû xwe çû. Ew mîrateya kû ji bona me hişt wê werê berdewam kirin. Belkî H.Saran niha li gel me jiyan nakê lê di rihê hir jinekê de kesyeta wek heval Sara emê  bidin jiyan kirin û emê tekoşîna H.Sara tûcaran ji bîr nekin û tola heval Sara li erdê nahelin. Ev rastî me bi bilind kirina tekoşîna kû Heval Sara ji bona me hişt bi bilind kirina wê tekoşînê me da nîşan dayîn. Emê ji herdemê zêdetir bibin şopdarê tekoşîna Rê heval Sara.

Sozê Qamışlo

Qomploya kû li ser Heval Sara di 9’ ê cotmeha 2013 an de li parîs  ê hat meşandin şehadeta wan destpêkê di şexsê heval Sara, Heval Leyla Şaylemez û Heval Fîdan de li hember hemû hevalên kû canê xwe feda kirin de bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî wan ditewînin. Di salvegera vê rojê de mirov dikare bejê kû qomploya kû hat meşandin qomloyek sîyasî bû yên kû pêşengtî ya vê rojê kirin ji dewleta tirk û mîtên wê di heman demê de hindek hêzên paşverû yên girêdayê herêmê jî, destê wan di qomplo yê de hebûn. Heval Sara ji bona tola jinan rakê mirateya jina kurd xwedî derkeve û ji bona kû mîrateya Zarîfe û Besê ya bide berdewam kirin bi tekoşîna xwe mohra xwe li dîroka Kûrdîstanê da. Îro berxwedana kû li Rojava yê Kurdistanê tê kirin li ser esasê berxwedaniya jin, jina kurd ya kû bi mirateya hevala Sara xwe mezin kir di roja  îro YPJ’ê lênosa xwe ya bi bandor li ser Heval Sara dinivîsîne.Yên  kû carekedin li  kêda Heval Sara xwedî derkeve û berxwedanîya wê bide jîyan kirin hêza jin ê ye. Ji bo vê yekê jî ji bona Sara yan, Fîdan û leyla yan tekoşîna jin wê bibê mîrateya dîroka rojhilata navîn û hemû cihanê.