Hevpeyvîna Bi Şervanên YPJ’ê Yên Saha Dêrezorê

  • 7 11 2018 | Gotar

 

Ti êrîş bê bersiv namîne

Li bajarê Dêrezorê di çarçoveya Hemleya dawî ya Bagera Cizîrê de şervanên YPJ û QSD’ê çeperên xwe yên berxwedanê diparêzin. Tevî ku pêngav rawestiya ye, lê şervan heya dawî hişyar tevdigerin û çeperên xwe ji her awayî êrîşan diparêzin.

Şervanên YPJ ên ku bi mehane cihê xwe di çeperên berxwedanê de digrin nêrînên xwe ji nûçegihanên YPJ’ê yên qada Dêrê re vegotin.

Şervanan di nêrînê xwe de bal kişandin ser êrîşên heyî û diyar kirin ku di serî de Kobanî û Girê Sipî, êrîşa dagirkeriya Tirk a li dijî xaka Rojava û Bakûrê Sûrî nîşan dide ku ew alîgirên DAİŞ’ê ne û armanca wan wekî herdem dagirkerî û avakirina aloziyane.

Şervanan anîn ziman ku DAİŞ ji aliyê Dêrê de, Erdogan û dagirkeriya Tirk jî ji aliyê Rojhilatê Firatê û bakûrê Sûriyê de bi rengek hemwext êrîşan pêk tînin, şervanan bi van gotinan dawî li nirxandinên xwe anîn; “Di vê pêvajoyê de careke din tifaq û plansaziyên qirêj li dijî Sûrî û Rojavayê Kurdistanê pêk tên. Careke din ev hêzên qirker plansaziyên dagirkeriyê dikin. Lê em li Dêrê jî bin, em li Kobanî, Girê Sipî, Qamişlo an jî li Reqayê bin emê herdem gelê xwe, hemû jinan û xaka xwe li hemberî êrîşa van hêzên dagirker biparêzin”.