Jİ BERXWEDANA SERDEMÊ BERBİ BAGERA CİZÎRÊ VE

  • 2018 5 13 | Nûçe

Şervanên YPJ’ê yên di çeperên pêngava Bagera Cizîrê de nêrînên xwe li ser cih girtina di pêngavê de anîn ser ziman.

Şervanên YPJ-YPG û QSD gihîştin Ava Firatê. Şervanên YPJ’ê li eniya şer nêrînên xwe ji bo pêşveçûna qonaxa dawî ya pêngava Bagera Cizîrê anîn ziman. Şervana YPJ’ê Nuda Gabar ya ku di heman demê de cihê xwe di berxwedana serdemê de girtiye axivî û wiha behsa armanca tevlîbûna pêngavê kir; “ Me weke şervanên YPJ’ê cihê xwe di berxwedana serdemê ya li Efrînê de jî girt û niha jî di Bagera Cizirê de digrin. Armanca me rizgarkirina gelên Bakurê Suriyê ye. Em weke şervanên azadiyê di wê biryarê de ne ku em ê heta serkeftinê liberxwe bidin.” Şervana YPJ’ê Vejîn Tekman jî di nirxandina xwe de bal kişand ser armanca wan ya pêngavê û wiha anî ziman; “li hemberî gelên Bakûrê Sûriyê li kuderê êrîş hebe wê ew ji bo me hedef bin. Me çawa heya niha di hemû pêngavan de rola pêşnegtî leyîst em niha jî bi heman rolê rabin û bi hêza yekgirtî ve em ê Şoreşa Bakûrê Sûriyê bi ser bixin. Em bi coş û moralekî mezin bi pêş de diçin û ev meşa me bi tekoşîneke bê hempa heta serjeftinê bidome.” 

                                      Navenda Ragahandina YPJ’ê