Jİ BO BÎRANÎNA ŞEHADETA ŞEHÎD ZÎLAN

  • 2018 6 8 | Gotar

 

Ji bo ku ez rojekê Serokatî bibînim hêviyên min bi tu awayî min xilas nabin. Ji bona vê jî di xeta Ş. Zîlan de ez ê herdemê tekoşîn bikim û xwe xûrt bikim. Di nava civakê de mirov di warê beden de jiyan dike lê di milê fikir de mirov her demê miriye. Bi nas kirina min ya fikrê Serokatî re min dît ku Serokatî di çi astê de nirx dide jinê. Bi vê nas kirinê re ez jî weke Şehîd Zîlan di xeta azadiya jin de xwe kûr bikim. Ez ê di warê tevlîbûn û fikir de xwe bînim asta jina azad, jina xwe bawer, jina pêşeng ya ku Serokatî dixwaze û di ber de kedek mezin daye. Ji bona ku Rêber APO fikrê rast nîşanî jinê da ji ber vê jî pergala mêrê serdest ji Serokatî û îdeolojiya wî ditirsin. Bi rastiya kesayeta Ş. Zîlan re îspat bûye ku jineke rêxistin kirî kare her tiştê bixweze bike.

Rêhevaltiya bi şehîd Zîlan re pir xweş bû. ji zimanê hemû hevalan fêm dikir û çi heval çi jiyan dikir hîs dikir. Heval Zîlan, di hevaltiya xwe de pir xurt bû û hevalên xwe re rast jiyan dikir. Bi çalakiya xwe her kesek hişyar kir û bû dengê azadiya Kurdistanê. Ne dixwest dijmin dest dirêjî li ser Serokatî bike û dest deynin ser axa me. Li ser van bingeha heval Zîlan, bi çalakiya xwe bersivên pir mezin da dijmin. Di heman demê de rastiya jinê derxist holê, ji ber ku Serokatî bawerî da jinê. Em wek jin me rastiya xwe di felsefa Serokatî de dît. Civak rastiya ku jin karê gelek tiştan bike qebûl ne dikir. Zilam bi tu awayî bawerî neda jinê û ev jî dihêşt ku jin di nava civakê de bi gelek zehmetiyan re rû bi rû werê. Tevgera azadiya jinê îspat kir ku jin kare ji zilam bêhtir tiştan bike, tekoşîneke mezin pêş bixe  û rastiya jinê derxê holê. Li hember şerê jin pêş dixîne û şerê ku dike dijmin mat mayî maye. Dijmin hatiye asta ku dibêje ‘eger em bi destê jin bimirin em naçin bihûştê.’ Weke jinekê ez soz didim Rêbertî da ku ez xwe bighînim xeta tekoşîna jina azad, ez ê her demê tekoşîn bikim. Li ser bingehê salvegera şehadeta şehîd Zîlan ez soza xwe nû dikim û şehîd Zîlan bi rêzdarî bîr tînim.

 

29-06-2015

Ş. Berfîn Delîl