JI BO KERAMETA XWE EM Ê BERXWE BIDIN

  • 2017 4 10 | Gotar

 

Em ji mirinê natirsin, ne mirin berovajiya vê weke bindesta jiyan kirin me ditirsîne. Na xwe em ê çawa bikaribin lorîna dayîkan bînin ser ziman. Dayîk lorînên xwe ya herî ji dil dema ku zarokên xwe bi axa pîroz re dike yek diavêje. Kolanên Efrînê bi dayîkên ku; “ Ez dikarim bê zarok û bê mal bijîm lê, ez nikarin bê welat û keramet bijîm” dibêjin ve dagirtiye. ..

Di dema herî gûncaw û herî cîhê rast de gav bi gav dimeşim. Dil û rihê min weke ku di nava aramiyeke bê dawî de dijî. Gav bi gav li kolanên Efrîn’ê dimeşim wê demê di vê atmosferê de lingê min ji erdê qut dibe û ez hîsdikim ku li beramberî her tiştî sekinî me. Li hember siwarbûna erebe, li hember ketina deverekî girtî û hwd... li vê derê berxwedan bi rengê kilaman tê pênase kirin, ji ber vê yekê di mirov de hestên pir cuda ava dibe. Ji bo vê mirov naxwezê kêliyeke jî hûnda bike, dixwazê her dilekî azad nas bike ji ber vê yekê demekî şûnve çi li gel mirov hebe dide rêya pîroz. Bi rastî pêwîste mirov di dorhêla mirovên wiha xweşik de bijî û dilpakên herî bi nirx hîs bike. Mirov xwe bi xwe wiha dibêjê; “ li hember hemû êrîşên derveyî mirov axên herî xweşik û bi nirx nehatin berdan ji ber vê pêwîste gav bi gav were jiyan kirin û hîs kirin” ...Û Efrîn tenê ne bihûşta zeytûna ye heman demê de bajarekî pir dewlemend û axa wî ya pîroz bihûst bihûst bi kedê mirovan hatiye xweşik kirin. Dibe ji ber vê yekê be mirovên vê welatê li hember dagirkeriya tirk û çeteyên wê ya herî hovane, bê ku tirs bijîn bi dilpakiyeke bi nirx berxwe didin. Heft navçe û 365 gundê Efrînê weke ku hevpeyman çê kiribin, bi rengê yek dil heman axaftina dibêjin; “ Em ê ji bo kerameta xwe berxwe bidin” Li Efrîn’ê pêyva “ Keramet” ê pir tê şixulandin. Li vê derê wateya pêyva kerametê; rih, mejî û exlaqa civakî, dilpakiyên mirovî, heskirina ax û welat e. Ti carî wateya rast ya vê pêyvê nayê lêpirsîn kirin, tenê civak bi çi wateyê lê mêyze bike bi vê rengî tê bawer kirin. Pêyva kerametê di vê jiyanê de cîhê herî bi nirx ji bo xwe ava kiriye. Û dewleta tirk ya ku ji vê peyvê tiştekî fêm nake bi armanca dagirkirina xaka Efrîn’ê êrîşên herî dijwar pêş dixe. Dewletên din ya ku di nava tekîliyên kapîtalîst de digevizin li hember vê rastiyê tenê dikenin. Recep tayîp erdoxanê ku nexweşiya rihê dijî weke ku fîlmê aksiyonê gohdar bike li sucên mirovî ya li Efrînê temaşe dike. Ji ber ku di roja îro de hevsengiyên heyî vê dixwazê.

Me behsa kolanan kiribû. Li kolanên Efrîn’ê digerim, dayîk ji bo zarokên xwe û maên xwe tişta dikirin, bi rastî wê demê pir hestiyar bûm. Dest pê kê ez matmayî mam, di demekî wiha şer de, bombardimana top û balafiran bê navber berdewam dike lê hêja dayîk ji bo zarokên xwe amûrên leyîstokê digirin. Min dixwest pirs bikim lê, hindek gumanê min hebû. Lê piştre min fêm kir, dema ku mirov ji jiyana xwe bawer be dikare bi vî rengî bijî. Gelê Efrîn’ê hem ji xwe hem zarokên xwe yên ku di çeperên şer de parastina wan dikin bawer in. Hesta baweriyê ewqasî xurte kî çiqasî berdêl bide jî ti carî nakevê û her tim bi hêz jiyan dike. Dema ku mirov ji berdêl dayînê birevê wê demê ew binkeftinekî pir mezine û sedema şermê ye. Ji bo wê mirin ti kesekî de tirs ava nake. Dayîk li kolanên Efrîn’ê wiha dibêjin; “ Ez ê bikaribim bê mal an jî bê zarok bijîm lê bê welat û bê keramet nikarim bijîm” Bandora baweriyê li ser baskê kevokan dibe mêvanê hemû dilan. Ev kevok di demekî nêz de di hemû cîhanê de were nasîn lê, cîhan di naskirina çiqilê zeytûnan de wê direng bimînê. ..ji ber ku cara yekemîn di dîroka mirovahiyê de çiqilê zeytûnê di vê astê de bi destê dagirkeran dixwazê were qirêj kirin... Lê li gorî min çiqilê zeytûnan li hember van êrîşan pir xurt disekine.

Berxwedana Efrînê weke; “ Berxwedana Serdemê” di tevahiya cîhanê de deng ve da. Bîst roje êrîş bê navber didome lê hêja ev berxwedan ne ji aliyê dijmin ne jî ji aliyê me ve rast nehatiye fêm kirin. Efrîn çeteyên ku bi salane ji aliyê Recep Tayîp Erdoxan ve têne mezin kirin re tê pêşkeş kirin lê, hêja ev bi her aliyên xwe ve nehatiye fêm kirin. Dewleta tirk kuştina hemû gelên li Efrînê û heman demê de şûna wan çeteyên xwe bi cîh kirinê xistiye serê xwe. Ev xeyalê ku ti carî wê pêk neyê ye. Rihê Efrîn’ê ya berxwedêr vê rastiyê ispat dike. Lê ya girîng ne gotine bê guman xistina çalakiye, berfireh kirina çalakiyan û tenê nehiştina Efrîn’ê ye. Rojeva herî rast diyar kirine. Çeteyên tirk yên ku diziya mirîşkan dikin rojevekî mezine. Kesekî diziya çeteyan ya zeyta zeytûnan û tiştên gundiyan nake rojev. Li hember vê dagirkirinê di mijara bi rengê yek dil sekinandinê de lewaztî tê jiyîn. Ji bo berxwedanê tenê çepik lêdan têrî nake bê guman pêwîste heta dawî tevlî berxwedanê bibin. Kêlî bi kêlî mal û axên hezaran mirovan bi tanq, balafir û hawanan tê bombardiman kirin li hember vê bêdeng mayîn ne karê dostaniyê ye.

Dema ku vê nameya xwe dinivsînim li ser mizgeftê mele bang dide û heman demê de dewleta tirk ya ku herî zêde mislimantiyê bikar tîne bê navber bi balafirên şer derdora navenda Efrîn’ê topbaran dike. .. Qîrîna zarokan weke ku gohên mirovan biteqînê bilind e. Û ev pir xwezayî, mirovî û normale ji ber ku ew zarok in. Ya ku ne xweziyî ye bê guman cîhan bi xwe ye. Êrîşên li hember kal, pîr zarok û jinan ne ji rêzê ye. Li pêşiya çavê cîhanê qirqirina gelekî bê guman derveyî mirovî ye. Bila ev baş were zanîn; Efrîn a niha bi navê tevahî mirovahiyê destana berxwedanê dinivsînê û mohra xwe li dîrokê dide!

                                                                                             Medya Doz