JI BO RÊBER APO

  • 2017 mijdarê 8 | Gotar

Dilê min ger ji bo kêliyekê be jî, bi hesreta dîtina we re lêdixe. Her dema ku dilê min lêdixe bêrîkirinek bişewat dikeve dilê min. Bi ew hesreta dîtina we re her roja ku diçe lêgerînên min zêdetir û mezintir dibin.

Rêberê Min: we wisa xwe di dilê min de kolaye, ji bo kêliyekê dîtina we dikarim her tiştê xwe feda bikim. Lê ew esareta di navbera me de li pêşiya wê kêliyê dibe kelem. Ew esaret ger ku ji bo kêliyekê be jî li pêşiya dîtina we û nêzîkbûna min ji we re dibe kelem. Her dema ku ez li hemberî wê rastiyê hêris digrim ew nêrîna we ya ”ya giring hevdîtina ruhî û fikiriye” tê bîra min. Ev nêrîn xwesteka min ji fêm kirin, jiyan kirin û dana jiyandina we zêdetir û bi hêztir dike. Dîsa jî ez bi wê têr nabim û dixwazim ji wê bêrîkirina bi şewat ya bi salan re riyekê bibînim û we bibînim.

Gelo ez li derdora 4 perperîkan li te bigerim?

Yan jî

Di şerê têkoşîna te de?

Û di ew jiyana ku jê re tê gotin bêdawîbûn de

Te bibînim

Ez di hizrên xwe yê kur de xeyal dikim te

Ez di xeta rastiyê de dibînim te

Ez te di rastiya jiyanê de xeyal dikim

Û digerim, digerim

Heya ku ez bigihîjim te

Silav Û Rêzên Şoreşgerî

BINEVŞ ARARAT