JI BO SERKEFTINA ŞERÊ HEBÛNÊ BÛYÎNA PISPOR

  • 2018 6 7 | Gotar

 

Bi dest pê kirina pergala serdest re heta roja îro civak, her tim bi şerên herî hovane re rû bi rû maye. Ji şûran heta çekên herî modern û pêşketî ji bo tine kirina nirxên gel hatiye bikar anîn. Şerên ku heta roja me ya îro diqewimin di encam de ji tinebûnê cudatir tiştekî din ava nakirine. Ji bo tine kirina dîroka gelan her cûreyên êrîşan tên peş xistin, lê hêza gelan ya ku bi rehên jiyanî ve girêdayî dîrokê ye li hember çekên herî pêşketî jî dikare li ber xwe bidin û serbikevin. Mînaka herî şênber jî rastiya tevgera azadiyê ye. Bi hêz û îradeya cewherî di şert û mercên herî zehmet de li hember her cûrêyên teknîkê berxwedan tê jiyan kirin ji ber ku di jiyana azad de bi israr girêdanbûneke heye ew jî rêya ku biçe serkeftinê nîşan dide. Ger êrîşekî li ser civakan werê çê kirin wê demê parastina rewa dikeve meriyetê. Xaka Mezopotamya yê di ava kirina civakbûnê de bûye çavkaniya afirandinê lê di heman demê de ji ber dewlemendiyên erdnîgariya xwe her tim bûye navenda êrîşan.      

Şerê me ya li hember dijminê dagirkere. Di şerê me de çekên giran jî xwedî cîhekî girînge. Çekê giran piranî di parastinê de cîh digre. Di heman demê de di rakirina şehîd û birîndaran de jî xwedî erkekî diyare. Yek jê mijarekî sereke yê şer amadekirina binesaziyê ye. Bi taybetî erebeyên zirxlî ristekî cuda di dema şer de dileyîzin. Dema ku çekên giran tê gotin tenê bi doçka ve ne sînordare di heman demê de hemir, tank û panzêr jî çekên giran in.

Weke jin di şerê li hember dagirkeran de pêşengtî kirin xwedî wate ye ji ber ku jin afirînera jiyanê ye û ya herî pêşî xwedî li parastina jiyanê derê jine. Şerê me û hişmendiya me ya parastinê jî li ser vê bingehê tê kirin. Di her qada jiyanê de jin risteke sereke digre ser milê xwe bê guman di yekîneyên çekên giran de jî ev rist di encamgirtinê de sereke ye. Ji bo jiyaneke azad derveyî şerkirin û berxwedanê rêyeke din ya hebûna me tine ye. Ji ber vê yekê di karaîna hemû çekan de pisportî pêwîst dike. Di çekên giran de jî bi vî rengî ye. Ji bo şerekî serkeftî pêwîste mirov bi çekên destê xwe re weke perçeyekî ji canê xwe nêz bibe. Dibe ku weke şêwe hinek qaba bin lê perçeyekî herî biçûk jî rast neyê bi cîh kirin wê demê bikarnayê û wê bibe sedema binkeftinê. Mirov çiqasî nêzî çekên xwe be û ked bide wê demê ew jî ewqasî parastina mirovan de encamgir be.

Di şerên bejahî de erebeyên zirxlî komên êrîşê dibin cîhê wan û hêza li ser doçka jî parastina wan dike. Heta ku êrîş bi dawî dibe û paşve kişandin çêdibe di parastinê de dimîne. Li kêleka vê di gelek cûreyên êrîşan de çekên giran tên bikaranîn. Dîsa li hember skorskî û mirovan jî tê bikaranîn. Çekên giran di şer de bi rengekî çalak tên bikaranîn.

Weke jin di çekên giran de cîhê xwe girtin kelecaneke pir cuda dide ava kirin. Em di vir de hêza xwe ya şer kirinê, vîna xwe ya li hemberî zehmetiyan, pisportiya li ser teknîk, hêza xwe ya pêşxistina textîk û cesareta xwe derdixin holê. Jin bi rengê xwe tevlî dibe û bi îrada xwe ya cewherî di vir de jî dibe xwedî biryar û serkeftinên berbiçav bi dest dixe. Bê guman di şerê vê heyamê de bûyîna pispor, wê me bibe serkeftinê ji ber vê yekê em di hemû aliyan de xwe xurt kirinê esas digirin. Ji bo me şer mijareke heyatiye û hemû hewldanên me bi vê cidiyetê nêzîkatî dana raberkirine. Dema ku hevaleke jin, di şer de dibe xwedî biryar û bi îradeyeke xurt tevlî dibe, wê demê ji bo hêza derdora xwe jî dibe çavkaniya baweriyê. Di serkeftinê de bi bawer nêzbûn, bi cesaret û bê guman tevlîbûn dibe serkeftina şer. Van hêman di encamgirtinê de xwedî girîngiyên mezinin. Şerê YPJ’ heya niha têde cih girtiye ev rastî di şexsê şehîdan de daye îspat kirin em jî xwe li ser vê bingehê ava dikin û di şerê de birola tê xwestin radibin. Jin bi afirandina hêza kolektîf re di ava kirina Şoreşa Gelan de hêza bingehîne.  

 

                                                                                    Çekên Giran

                                                             Taxima Şehîd Hêlîn Ya 

                                                                Tugaya Şehîd Çavreş