JI STÊRKÊN WELATÊ ROJÊRE

  • 2018 6 10 | Gotar

 

Yên ku te nasnekin wê bi tekoşîna te, te nasbikin

Yên di çuyîna te de sêwî man wê di nava  xeyalên te de, te bidin jîyan kirin

Emê te veşêrin di kûrahiya dîlên ji bo azadiyê lêdidin de

Tu bibî efsaneyeke ji bo zarokên welatê rojê

Kêlî bi kêlî tû yê mezin bibî rihên wan zarokên delal de

Emê te wisa bidin jiyan kirin ku tû her dem bi me re nava meşa azadiyê de mezin bibî

Emê te nedin ji bîrkirin herdem bidin jiyankirin di riya heqîqeta azadîxwaza de

Her gava ku doza azadiya gelan mezin bibe

Tu yê jî pêre mezin bibî

Her kêliya jiyanê de tû yê bi me re mezin bibî

Tu yê bibî parçeyek mezin ya heqîqeta gerdûnê

Heya ku ser rûyê erdê tekoşîna gelan hebe

Rêwiyên azadiyê wê di vê rêka pîroz de bijîn û mezin bibin

                                                   Zilan Zerdeyşt