JINA FERMANDAR YA PÊŞANGA SERDEMÊ ŞERVÎN MARDÎN

  • 2018 4 17 | Gotar

 

Di her serdema dîrokê de jinên ku pêşengtiya serdemê kirine derketine pêş. Her yek ji wan ji bo parastina nirxên civakî, hêza berxwedanê, rihê serdemê jiyan kirine û bûne remza demê. Çawa ku jinên weke Zuîde li hember Osmaniyan şerê hebun û parastina li Erwanduzê dan weke berdewamiya wan jinên şoreşger li hember zordariya zaliman gelên xwe parastin, heman rengî jinên têkoşer weke Bêrîtan, Besê, Sara jî li hember pergala koledarî û serdestî bûn remza tekoşîna azadiyê. Hezaran jinên weke Zîlan bê ku gumanan bijîn, çalakiyên canbexşane pêş xistin. Rêheval û Fermandar Şervîn jî li hember dagirkeriyê di xeta parastin û berxedana YPJ’ê de bû rastiya pêşengtiya fermandariya jin. Li hember daîşê; hov, xwînmêj û tevgerekî dijmirovî, Fermandar Şervîn rêxistinbûn û disîplîna jin di xeta berxedaniyê de pêş xist û rêvebir.

Li hember zihniyeta serdest ya ku ti maf ji bo jin rewa nabîne, şerê parastinê dayîn bê guman wêrekî dixwazê. Li hember zordestiya desthiladariyê ya ku talan, dagirkerî û fetha civakê pêş dixe, wateya bilind kirina asta berxwedanê bê guman rêya jiyana pîroz hilbijartine. Fermandar Şervîn jî bû kesayeta pêşeng ya şoreşa mirovahiyê û bû remza berxwedana demê.

Mirov ji bo ku bikaribe parastin bike asta zanebûnê pêwîst dike. Ji parastina nebatekî dest pê bikin heta li hember zihniyeta dagirkeriyê, parastina gelekî pêş xistin bê guman kesayetên; bi hêz, zane û hîssiyatên herî xurt pêwîst dike. Ev jî cewhera Fermandar Şervîn de bi rengekî herî şênber derdiket pêş.

Fermandar Şervîn li berava Dîcle û Firad, bi zanebûn û rêxistin kirina xwe Fermandara bi hêz ya berxwedaniyê bû. Armancê dagirkeran yê êrîş kirinê dizanî û li gorî wê fermandarî dikir. Axên pîroz ya Mezopotamya yê ya ku dergûşa mirovatiyê kiribû di her henaseyekî Fermandar Şervîn de xwuya dikir. Bê guman li cîhên xwedawendan de ji bo parastina xwedawenda û rêvebirina artêşa azadiyê, kesayetên weke Fermandar Şervîn pêwîst dike.

Rêxistinbûnên weke çeteyên daîşê û hwd. herî zêde li hember azadiya jinê xwe mezin dikin. Ji dîrokê heta niha gelek qirqirinên bi navê xwedê tê kirin û yek ji wan qirqirinan jî xwestin li Rojava’yê Kurdistanê pêk bînin. Bê guman ev rêxistinbûn ji aliyê dewletê dagirker ya tirk ve hate ava kirin. Di demekî kin de zêdebûna hêjmar û çekên di destê wan de nîşaneya vê yekê ye. Hêzên çetewarî dest pê ka cîhê dagir dikin de qirqirin pêk tînin û tecawûza jinan dikin ji ber vê yekê pêwîstî bi artêşbûna jin heye.

Di nava hêzên parastinê ya YPJ’ê de ji her netewê, jin cîhê xwe digre ji ber vê yekê di astekî zêde de hêzekî xurt derketiye pêş. Bê guman di mezinbûna hêza rêxistinbûnê de pêşengtiya fermandariyê pir girînge. Fermandar Şervîn jî yek ji wan fermandarên dil wêrek bû. Bi rastî ji bo pênasekirina kesayet ango jiyana wê gotin têrî nake. Bi her aliyên xwe ve di nava yekbûnê de dijî. Fermandar, mamoste, rêheval û her tişt. Li ku derê, bersivekî çawa bide derdora dizanî, heman demê de bi hêza zanebûna xwe mamosteya jiyanê bû. Ew şopdarê rêheval û fermandar Sara bû.

Ji çiyayên Kezwanan heta Minbic, pêşengê berxwedaniyê û temsîla xeta azadiya jin bû. Bi ked û xweydana eniya xwe, roj bi roj hîn zêdetir xweşik dibû û rihê tekoşîn kirinê di dorhêla xwe de ava dikir. Kesayet û pêşengtiya heval Şervîn heman demê de nîşaneya rêxistinbûnê bû. Jina ku şer dike di dest pê kê de pêwîste rêxistinbûna xwe biparêze û bi gihîştina felsefeya jiyana azad re cewhera rast were nas kirin. Rêheval û Fermandar Şervîn heta dawî ji vê bawer kir li gorî vê derdora xwe rêxistin kir. Ji ber vê yekê her tim li derdora wê civakbûn ava dibû û enerjiya wê dihişt ku heskirina jiyanê were afirandin.

Rêber Apo dibêje; “Azadî berpirsiyartiye” heval Şervîn her tim li hember jiyanê bi ferasetên azadiyê berpirsiyar nêz dibû. Ji xebatên rêxitinî heta karên dîplomasî, ji tendûristî heta şervantiyê û heta fermandariyê, bi heskirinekî mezin xebatên Tevgera Azadiyê dimeşand. Ji bo gihîştina jiyana azad pêwîst dike mirov bar rabike û bê ku astengî derxin pêşiya xwe felsefeya jiyana azad bixin bingeha  jiyan kirina xwe. Rêheval Şervîn ji bo ku şoreşa gelan pêk were, bi felsefeya jiyana azad re bû yek. Weke artêşekî ji bo parastina şoreşê zanebûn nebe nabe ye. Bê guman di rêvebirina artêşên parastina gelan de Fermandarên weke Şervîn dikarin şoreşa gelan bigihîjînin serkefinê.

Dewlata tirk li ku derê Kurdekî azad hebe ango li ku derê jinên bi rêxistin kirî, xwedî fikrên azad hebe li wê derê her şêwazên qirqirinê pêk tîne û vê weke berpirsiyartiyeke sereke dibîne. Şoreşa Rojava weke xwewnekî reş li ser erdoxan de hat ji ber vê yekê bê ku sînor ango pîvanên mirovî nas bike êrîşên herî hovanê heta niha pêk tîne. Dewleta tirk bi zîhniyetên Osmaniyan tevdigere û pîvanên exlaqî bin pê dike ji ber vê yekê ne di jiyanê de ne jî di şer de ti pîvanên civakî ango exlaqî bi cîh naynin. Bi şêwazên xayînane hem bejahî hem hewayî êrîşan pêk tînin.

Êrîşên hewayî ya ku di 25’ê Nîsana 2017 an de li Qereçox’ê hate pêş xistin, doh li Cizir, Sur, Niseybîn, Kobanê û roja îro li Efrîn’ê tê pêş xistin. Di encama hemû êrîşan de hêza Kurd hîn zêdetir dibe rihê tolhildanê ser dikeve. Kesayeta rêheval Şervîn ya ku di pêşketina hêza tekoşînê de ristekî diyarker dileyîzê nîşaneya; hevalbendî, wekhevî, biratî, yekîtî û xwezaya rast ya jinê ye. Bê guman şerê ku tê meşandin ne yek aliye, şerê dû îdeolojî û felsefe li pêşberî dîrokê ye. Şerê bihûşt û dojehê, şerê azadî û koledariyê. Di vê wateyê de rêheval Şervîn ji bo şervanên azadiyê pêşengtiya jiyanê bi sekna Fermandarî pêk aniye. Di nava axa pîroz ya xwedawenda de ew jî bû xwedawenda demê.

Şehîd; dîroka afirandina xwe, bi xwe dinivsînin ji ber vê yekê tişta ku ji me re dimînê bûyîna şopdarê wan e. Girêdanbûna bîranînê wan gihîştina armanca wan e.

                                                           Nesrin Serhed